1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Leyla Zana: 30 salin kelepçe li Tirkiyeyê xistine
Leyla Zana: 30 salin kelepçe li Tirkiyeyê xistine,leyla,zana,30,salin,kelepçe,li,tirkiyeyê,xistine

Leyla Zana: 30 salin kelepçe li Tirkiyeyê xistine

A+ A-

Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana, di sempozyûma "Ji bo em makeqanûna her kesî bi hevre ava bikin em hatine cem hev" de diyar kir ku 30 salin li kelepçe li Tirkiyeyê hatiye xistin û wiha got: "Tirkiye 30 salin bi makeqanûnek darbeyan dijî. Sedama vê yekê jî nedayina statuya kurdan e."

Li Otela Hill a Taksîmê bi beşdrariya gelek siyasetmedar, rewşenbir û nivîskaran sempozyûma bi navê "Ji bo em makeqanûna her kesî bi hevre ava bikin em hatine cem hev" hate lidarxistin. Di sempozyûmê de hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Cîgira Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlementera DEP'"ê ya berê Leyla Zana, parlementerên BDP'ê Sevahîr Bayindir, Hamît Geylanî, Sebahat Tuncel, Prof. Dr. Murat Belge, lêkolîner Tarhan Erdem, Prof. Dr. Gencay Gursoy, rojnameger Ece Temelkuran, nivîskar Altan Tan, rojnaeger Ferai Tinç, Prof. Dr. Buşra Ersanli, Prof. Dr. Turgut Tarhanli û gelek siyasetmedarên din amade bûn. Leyla Zana û Tarhan Erdem vekirina sempozyûmê kirin.

'Em dê encama roniya Tirkiyeyê diyar bikin'

Di destpêka sempozyûmê de Leyla Zana bi gotina "Rojbaş" dest bi axaftinê kir. Zana, anî ziman ku êdî teqez pêdiviya Tirkiyeyê ji makeqanûna nû heye û wiha got: "Xwesî di vê sedsala 21'an de me bêtir pêşxistina biratî, wekhevî û azadiyê niqaş kiribûya. Lê mixabin Tirkiye 30 salin bi feraseta kelepçekirinê dijî. Ji bo em makeqanûna her kesî ava bikin em li vir hatine cem hev. Em hatine dawiya tunela tarî. Êdî ronî hindik maye. Encama vê roniyê em dê bînin. Em dibînin ku Tirkiyeyê berê xwe daye ronahiyê. Ev ronî jî dê bi hêz û têkoşîna me bê Tirkiyeyê. Tirkiye 30 salin bi makeqanûna darbeyan tê birêvebirin. Ji ber ku mafê kurdan ê komî di makeqanûnê de nayê dayîn 30 salin pirsgirêk tên jiyandin. Em dixwazin mafê her kesî yên azadiyê di vê makeqanûna nû de bê parastin. Em dixwazin ku statuyek taybet bidin kurdan û di makeqanûnê de ev statu bê naskirin."

'Divê makeqanûn peymana civakî be'

Zana, anî ziman ku ligel di meclîsê ne nûnertiya kurdan heye jî dîsa vîna kurdan tê eciqandin û mafê kurdan tê binpêkirin. Zana, destnîşan kir ku hêj vîna kurdan bi awayekî fermî nayê qebûl kirin û statuya kurdan nehatiye naskirin. Zana, bibîrxist ku ji ber bendav nayê rakirin vîna kurdan baş di parlementoyê de nayê xuyakirin û kesên li vîna xwe xwedî derdikevin jî tên girtin û rastî êrîşan tên. Zana, daxuyand ku êdî kurd dixwazin li Tirkiyeyê bi hevre bijîn û mafê wan jî ji aliyê makeqanûna ve bên parastin."

Erdem: Divê her kes piştgiriyê bidin vê makeqanûna nû

Pişt re Tarhan Erdem jî destnîşan knir ku nêzî 4 salan in li ser girîngî û pêdiviya makeqanûna nû niqaş dikin û êdî teqez bi makeqanûna ku vîna her kesî diparêze heye. Erdem, xwest ku êdî Tirkiye ji makeqanûna 12'ê îlonê ya leşkerî rizgar bibe û li makeqanûna ku vîn û azadila her kesî diparêze bê avakirin. Erdem jî xwest ku êdî Tirkiye ji makeqanûna kelepçeyan rizgar bibe. Erdem, xwest ji bo makeqanûnek demokratik û mafê her kesî diparêze bê avakirin, pêwiste her kes fikrên xwe, pêşniyarên xwe û daxwazên xwe yên ji bo vê makeqûnê bînin ziman.

Erdem, bibîrxist ku daxwaza mekeqanûna berê daxwaza şer e û wiha got: "Êdî Tirkiye bi makeqanûna berê nayê meşandin. Divê êdî makeqanûna gel bê avakikirin. Divê êdî gel baweriya xwe bi vê makeqanûnê bîne û vê makeqanûnê ji bo xwe wekî parastinekê bibîne."

DÎHA (mae)