1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê 11 saziyan xwest astengî li pêşiya kurdî rabe
Li Amedê 11 saziyan xwest astengî li pêşiya kurdî rabe,li,amedê,11,saziyan,xwest,astengî,li,pêşiya,kurdî,rabe

Li Amedê 11 saziyan xwest astengî li pêşiya kurdî rabe

A+ A-

11 saziyên sivîl û partiyên siyasî, ji bo astengiyên li pêşiya kurdî rabin û kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bi girseyî kampanya îmzeyan da destpêkirin. Saziyan li Deriyê Çiyê standa îmzeyan vekir û kampanya destpêkirin.

Li Amedê 11 saziyên sivîl û partiyên siyasî ku di navde TZPKurdî, KCD, BDP, HAK-PAR, KADEP DOKH, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, ÎHD, DYG, KESK, NÇM, xebatkarên Çapemeniya Azad, li qada Deriyê Çiyê civîyan û bi kurdî daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyên sivîl û partiyên siyasî Endamê Desteya Ahengisaz a TZPKurdî, Adil Qazî daxuyanî xwend. Qazî, anî ziman ku gelê kurd bi hezar sal in, li ser axa Mezopotamyayê dijî û yek ji kevntirîn gele ku li ser vê axê bûye Şahidê avakirina şaristaniyên bêhempa.

Qazî, anî ziman ku gelê kurd xwedî dîrok çand û zimanekî pir dewlemend û bi kok e û wiha got: "Mixabin ji aliyekî zilm û zorî, ji aliyê din ve bişaftin û xwebişaftin û teknolojiya pêşketî, ji çand û zimanê kurdî re bûne melkemot. Çand û zimanê Kurdî bi salan e ji aliyê dewletê ve tê qedexekirin. Armanc ji holê rakirina gelê Kurd e. Lewre ku ziman û çanda gelekî ji holê rabe ew gel jî ji holê radibe." Qazî, destnîşan kir ku hikûmet û rayedarên dewletê her tim kurdî zimanê gundiyan û nebaş, tirkî jî zimanê nûjen û baş dide xuyakirin û ev helwest şermezar kir. Qazî, bal kişand ser cezayên li rojnameger û siyasetmedarên kurd tên birîn û wiha pêde çû: "Tekane rajnameya kurdî Azadiya welat; li Vedat Kurşun 166 sal û 6 meh, li Ozan Kilinç 27 sal û 3 meh, li Emîne Demir jî 138 sal cezayê gitîgehê hatiye birîn. Parastina siyasetmedarên kurd nehat qebûl kirin. Zimanê ku 40 milyon gelê kurd bikar tîne, wekî zimanê nayê zanîn derbasî girtekên dadgehan tên kirin." Qazî, bibîrxist ku beriya avakirina komarê gelê kurd û tirk di nava aştî û aramiyê de derbas dikirin, lê piştî avakirina komarê înkar û îmhayê dest pê kir.

'Gelê kurd êdî bêrûmetiyê qebûl nake'

Qazî, bibîrxist ku êdî gelê kurd hişyar bûye û tu carî li hemberî înkar, îmha û pişaftinê serî danîne û dê heta dawî têkoşîna parastina nirxên xwe bide. Qazî, da zanîn ku gelê kurd dê her tim li ziman, çand, dîrok û rûmeta xwe xwedi derkeve û biparêze. Qasî bang li henû gelê kurd kir û xwest di nava yekîtî û tifaqiyê de nirxên xwe biparêzin û lê xwedî derkevin. Qasî her wiha bang li hikûmetê û reyedarên dewletê jî kir û xwest astengiyên li pêşiya wan rakirin û qedexeyan li ser ziman rakin. Qazî ji hikûmetê xwest ku kurdî bi zagonan bê parastin. Qazî, destnîşan kir ku çalakiya wan a kampanya îzyeyan dê heta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bidome. Qazî, anî ziman ku ew dê daxwaznameyan ji Serokatiya Meclîsa Tikiyeyê, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Unesco re bişînin.

Di daxuyaniyê de girsê dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" berz kir. Piştî daxuyaniyê standa îmzeyan hate vekirin û girsê îmze avêt standê. Kesên piştgirî dan kampanyayê wina ne: "KURDÎ-DER, Kongreya Civaka Demokratîk, BDP, DOKH, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, DYG, KESK, DÎVES, ÎHD, NÇM, Çapemeniya Azad.

DÎHA (mae)