1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Başûr Li Dijî Rêzefîlmên Tirkiyyê Kampanya
Li Başûr Li Dijî Rêzefîlmên Tirkiyyê Kampanya,li,başûr,li,dijî,rêzefîlmên,tirkiyyê,kampanya

Li Başûr Li Dijî Rêzefîlmên Tirkiyyê Kampanya

Li Herêma Federal a Kurdistanê, bi daxwîniyek çapmenî kampanyaya 'Ji qirkirina çandî re na' hate destpêkirin.

A+ A-

HEWLÊR (DÎHA) - Li Herêma Federal a Kurdistanê, bi daxwîniyek çapmenî kampanyaya 'Ji qirkirina çandî re na' hate destpêkirin. Kowara Hawdem li Herêma Kurdistana Federal bi daxuyaniyeke çapemenyê, li dijî rêzefîlm û weşanên ku êrîşî çanda kurdan dike kampanya "Ji qirkirina çandî re na" dest pê kirin. Kapanya li bûroya Kowarê Hewdem ve hat dayîn. Xebatkarên kowarê derbirîn ku bi aweyekî pilankirî di TV yên Herêma Kurdistanê de rêzefîlmên tirkî, erebî û yên kurda reşdike tên weşandin. Xebatkaran, ji hikumeta herêma Kurdistanê xwestin ku rê nede rêzefîlmên tirk. Kak Rêkan û Sîrwan Mihemed daxuyanî xwend. Rêkan, diyar kir ku kampanya dê heya demek nediyarkirî, berdewam bike. Rêkan, anî ziman ku dê derbarê kampanyayê de projeyekê bidin Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ya Hikumeta Herêma Kurdistranê.

Nêzî 203 rêxistina ji bo weşana rêzefîlmên tirkî hatiye giritin

Sîrwan Mihemed jî encamê îstatîkan hate aşkerakirin wiha got: "Rêzefîlmên wekî Bêrîvan, Erz Teybe, Asî, Mona, Kurtler vadisi, Cangîzxan, Dûrketin ji îşik û hwd di Tv'yên herêmê de tên weşandin. Me nêrînê 203 rêxistinên li ser vê yekê girt. Me ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û navçeyên Kelar, Dûzxurmatû, Derbendîxan û Helebceya Şehîd girtin. Li gorî îstatîstîkan ji sedî 92 dibêjin dîziyên tirk xizmeta çanda kurdî nake. Ji sedî 76.30 weşanê wan rêzefîlman weke şerê sipî li hemberî gelê kurd binav dikin. Ji sedî 85.22 kasan jî li hember weşanê wan rêzêfîlman nerazîbûnê xwe anîn ziman."

(ssq/ar/mae)