1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Colemêrgê gora tomarî
Li Colemêrgê gora tomarî,li,colemêrgê,gora,tomarî

Li Colemêrgê gora tomarî

A+ A-

Li Colemêrgê, tê diyarkirin ku di sala 1998'an de li Qada Azadiyê li nêzî Gundê Rezan de 12 endamên PKK'ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn û 8 ji van li vê derê hatibûn definkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku di nav cenazeyên li vir hatine defiinkirin de kurê Hesabgirê Giştî yê BDP'ê Salîh Yildiz jî heye.

Li heremê dawî li derketina gorên tomarî nayên. Beriya niha di çapemeniyê de hatibû gotin ku di sala 1998'an de 12 endamên PKK'ê di pevçûna li gundê Rêzana a Colemêrgê derketî de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî gotinên şahidan, ji 12 kesan cenazeyên 8 kesan li wê derê avêtine gorekê. Kasim Temel ku dibêje, cenazeyek yê birayê wî Mehmet Temel e, li cihê ku tê gotin cenaze lê hatine definkirin ji DÎHA'yê re axivî. Temel, destnîşan kir ku ji bilî vê li hin cihên din jî gorên tomerî hene. Temel, da zanîn ku li mintîqeya Sêvînê jî goristanek he û ew cihê vê gora tomerî dizane û wiha got: "Di sala 1998'an de li vê derê 12 endamên PKK'ê hatin şehîdkirin. Ji van cenazeyên 8 kesan serjêrkirin, ji ceredewan û gelê wê derê xwestin ku tifê li cenazeyan bikin. Muameleyeke wiha li tu derê cîhanê tuneye. Cenazeyê birayê min û yên hevalên wî li vir avêtin li ser hev û bi tomerî definkirin. Gorek wan jî tuneye. Jin, mêr bi hevre, 8 cenaze li vê derê hatin definkirin."

'Li gundê Sêvên goreke tomarî ya 3 PKK'iyan heye'

Temel, der birî ku xwestiye ji bo piştî wecîbeyên, hestiyan li cihek din defin bike û wiha axivî: "Tenê li vir gora tomarî tuneye. Li mintiqa gola Gewro ya Gundê Sêvînê gora tomerî ya 3 endamên PKK'ê heye. Her wiha, kurê Salih Yildiz, Huseyîn Yildiz, jî bi birîndarî li vir hate kuştin. Cenazeyê Huseyîn piştre li herema leşkerî ya gundê Xezekyanê hate definkirin. Em, dixwazin goristanên bira û zarokên me jî hebin. Em dê ji bo vê hemû tiştî bikin." Temel, destnîşan kir ku ji bo cenazeyê birayê xwe bigire dê dest bi hewldanan bikin û xwest ku di vî warî de ÎHD alîkarî bide wî.

Yildiz: Kurê min bi saxî hate girtin û pişt re hate kuştin

Hesabgirê Giştî yê BDP'ê Salîh Yildiz ê ku kurê xwe di pevçûna li Rezanê derketiye de winda kir got bûyer ji TV yê hîn bûye û wiha axivî: "Ez wê demê ji bo xebatên partiyê li Enqereyê bûm. Di 30'ê hezîrana 1998'an de di televîzyonê de hate gotin ku li Colemêrgê di pevçûnekê de 12 PKK'î hatine kuştin û navê yekê jî Huseyîne. Ez jî hatim heremê. Kurê min û hevalên wî bi çekên kimyevî û çeka lavê hatine kuştin. Huseyîn jî bi birîndarî hatibû girtin. Huseyîn, li gel ku ji cerdevanan re gotibû 'Ez kurê Salih Yildiz im, ma hûn min nasnakin' jî serbazekî bi navê Ahmet li ber çavê cerdevanan 2 şarjor gule berdane wî. Piştre hin hevalên Huseyîn yên dibistanê, naxwazin cenazeyê wî bi wî şiklî di gorê de bimîne û li cihek din defin dikin. Wê demê cenazeyên 8 PKK'iyan serjêrkirin û teşhîr kirin. Piştre jî li wê derê di korekê de hatin definkirin." Yildiz, diyar kir ku nexwestiye cenazeyê kurê xwe ji wê derê bigire û wiha domand: "Lewra, ew bi hevalên xwe re derketibû vê rêwîtiyê. Ji ber wê jî min nexwest ez cenaze bigirim. Esas, ez dixwazim li wê derê ji bo bibe şahidê zulma wê demê, birdarekê bidim çêkirin.

Yildiz, diyar kir ku ji bo xwediyên cenazeyên din jî bên diyarkirin dê li serî ÎHD û Dozgeriyê jî bidin.

DÎHA (lg/mae)


Bêjeyên Miftehî