1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî bendavên li Dêrsimê seferberî
Li dijî bendavên li Dêrsimê seferberî,li,dijî,bendavên,li,dêrsimê,seferberî

Li dijî bendavên li Dêrsimê seferberî

A+ A-

Piştî ku Midûriyeta Daristan û Derdorê ya Dêrsîmê ji bo bendav li ser geliyê Mûnzûrê bên avakirin hewl dide ku gundiyan îkna bike, li dijberî vê yekê jî gelek saziyên civakî dê di 8'ê çile de mîtîngekê pêk bînin. Beriya mîtîngê saziyan li gundê Harçik û Marçikê civênên gel pêk anîn.

Li Dêrsimê li aliyekî ji bo avakirina bendavên li ser gelî û rûbarên li Dêrsimê rayedarên HES'ê û Midûriyeta Derdor û Daristanê di nava hewldanan de ne. Rayedarên fîrmayên HES'ê û Midûriyeta Daristanê hewl dide ku bi gundiyan re civînan çêke û gundiyan îkna bike. Li aliyê din saziyên sivîl û civakî, ji bo xweza wêran nebe, warên dîrokî di bin avê de nemînin û qadên jiyan û seyranê winda nebin têdikoşin û bertekên xwe tînin ziman. Saziyên sivîl ên civakî, ji bo bertekên xwe bînin ziman dê di 8'ê çile de mîtîngek girseyî pêk bînin. Beriya mîtîngê li gundên Harçik û Marçikê civînên gel pêk anîn. Nûnerên saziyan ji gundiyan xwest ku her kes li dijî bendavan dengê xwe bilind bikin û destûrê nedin avakirina bendavan. Komîteya Amadekar a li Dijî Bendavan û Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin gundî ziyaret kirin û xwestin ku gundî li hemberî parastina xwezayê hişyar bin. Komîteyê biryar girt ku dema heyata rapora ÇED'ê hatin Dêrsimê bi wan re hevdîtinê pêk bînin.

DÎHA (mae)