1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li dijî mercên xwezaya dijwar jiyana hevpar
Li dijî mercên xwezaya dijwar jiyana hevpar,li,dijî,mercên,xwezaya,dijwar,jiyana,hevpar

Li dijî mercên xwezaya dijwar jiyana hevpar

A+ A-

Li Dêrsîmê, bi hezaran sal in çanda hevpar (komun) dido me. Welatiyên ji gundên li çiyê ku zivistanê 6 mehan di bin berfê de ne, jiyana xwe ya rojane bi zibareyê pêktînin. Zibare, ev bi hezaran sal in, li nava civaka kurdan de her tim tê bikaranîn. Çanda zibareyê di nava civakê de gelek pîroz tê dîtin. Li Dêrsîmê ev çanda kevneşopî bi destê jin û kesên kal hêj tê parastin. Welatiyê ji Gundê Balîşêra Navçeya Pêrtagê Dursun Talay, diyar kir ku zivistanê 6 mehan di bin berfê de jiyana xwe didomînin û ji ber vê jî di dema mirin, nexweşî û afatan de hemû gundên derdorê ji bo alîkariyê dibin yek û piştgiriyê didin. Talay, destnîşan kir ku jiyana bajaran mirovan bêhestewar dike û wiha axivî: "Li vir eger ev jiyana hevpar nebe em nikarin bijîn. Di nava vê jiyanê de û di vê xwezaya dijwar de em nikarin ji hevdû bi xeydin an jî dijminiyê li hev bikin. Em neçarin jiyanek hevpar bi hevre bi meşînin. Nebe, em nikarin jiyana xwe bi domînin."

‘Ev çand ji aliyê jin û kalan ve tê parastin'

Welatiyê ji Gundê Balişerê Haydar Demîr ji di zanîn ku herî zê de jin û kesên kal vê çandê diparêzin û bilêv kir ku kesên ji piştevaniyê redivin, ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin. Demîr wiha domand: "Li gund di nava 6 mehan de jin û zilam her tim di nava hevpariyê de li cem hev dimînin. Kesên kal di şevên sar û dirêj de tên cem hev û behsa lehengî, zulm û êşên li vê erdnîgariyê hatine jiyîn vedibêjin. Her wiha têkildarî xwezayê tecrûbeyên xwe jî didin nivşên nû."

'Em beriya zivistanê xwarin û dermanên xwezayî stok dikin'

Jina ji Gundê Gozeya Navçeya Pilûrê Hamim Balci der birî ku di mehên zivistanê de wesayîtên bi motor li van gundan nikarin bi xebitin û hemû pêdiviyên xwe li ser pişta hespan dibersivînin. Balkci, destnîşan kir ku beriya zivistanê ew xwarin û dermanên xwezayî berhev dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em beriya zivistanê penîrê pîstî (tûlûm), rûnê nîvîşk, fêqî û sebze, arvan û genim di embaran de stok dikin. Ji bo termanan jî em hin gîhayan vêdidin û zivistanê van gihayan wekî derman bikar tînin."

DÎHA (WÊNE: Ferhat ARSLAN)

(lg/mae)