1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî zagona perwerdehiyê meş
Li dijî zagona perwerdehiyê meş,li,dijî,zagona,perwerdehiyê,meş

Li dijî zagona perwerdehiyê meş

A+ A-

Li bajarê Silêmaniyê li dijî zagona perwerdehiyê ya "Eger xwendekarek di nîvê salê de sifirekê bistîne, ew xwendekera divê wê sala perwerdehiyê dubare bike" meşek hate lidarxistin.

Xwendekarên Dibistana Amadeyî ya bajarê Silêmaniyê li hemberî zagona perwerdehiyê ya "Eger xwendekarek di nîvê salê de sifirekê bistîne, ew xwendekera divê wê sala perwerdehiyê dubare bike" li ber rêveberiya perwerdehiyê çalakiyek li dar xistin. Çalekvanê bi navê Piştîwan Şaxewan ji ajansa DİHA'yê re axivî û wiha got: "Em wekî xwendevanên amandeyî îro hatine li ber deriyê rêveberîya perwedehiyê û li dijî zagona derxistin zirarê dide xwendevanan çalakiyê li dar dixin. Ji ber ku zagona dibêje 'Xwendekarê di nîva salê de sifirê bigire ew nikare dawiya salê bîne û divê polê dubara bike' em çalakiyê li dar dixin." Şaxewan di dawîya axaftina xwe de wiha got: "Ev ne zagonek rewaye û daxwaza me ji wezareta perwedehiyê heye ev biryar biguhurîne. Ez dibêjim gelo berpirsyarekî perwedehiyê vê zagonê dipejîrine."

DÎHA (at/ft/mae)