1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Li du gerestêrkan jîyan pêkan e!
Li du gerestêrkan jîyan pêkan e!,li,du,gerestêrkan,jîyan,pêkan,e

Li du gerestêrkan jîyan pêkan e!

Ji 104 gerestêrkên ji aliyê NASA’yê ve hatine vedîtin li 2 ji wan jîyan pekan e

A+ A-

NASA ji gerestêrkên ji derveyê pergala rojê ku bi teleskopa bi navê Kepler´ê vedîtine, li ser 4 ji wan lêkolînan dike. NASA´yê di encamên van lêkolînên xwe de da zanîn ku 2 ji van gerestêrkan dişibine cîhana me û dikare li ser wan jîyan jî pêkan be.

Saziya Hewayî û Gerdûnî ya DYA´yê NASA´yê da zanîn ku ji derveyê pergala rojê 104 gerestêrk vedîtine û li ser 2 ji van gerestêrkan dikare jîyan pêkan be.

Agahî hat dayîn ku li stêrka bocîk a weke K2-72 hatiye binavkirin û 181 salên ronahiyê ji cîhanê bi dûr e, dikare av û mercên jîyanê lê hebin.

Di daxuyaniya NASA´yê de wiha tê gotin: ”Her çendî nêzîkayiya vê gerestêrka din ji nêzîkayiya Merkurê ji rojê re nêzîktir be jî, li vê gerestêrka din a li dora stêrkekê dizîvire jî, weke K2-72 dikare jîyan hebe.”

Daxuyanî her wiha dide zanîn ku li Mala çavdêriyê W. M. Keck ya li Hawayî´yê bi teleskopa Nort Gemîniyê; bi Teleskopa Gerestêrkan a Otomatîk a Zanîngeha Çavdêriyê ya Kalîforniya´yê û bi teleskopeka li Zanîngeha Arîzonayê ve ev agahî hatine berhevkirin.

NASA´yê bi teleskopa Keplerê ji bilî van 104 gerestrêkan, heya niha zêdetir ji 2000 gerestêrkên din jî vedîtiye.

Werger: amidakurd.net