1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Geverê û Dêrikê xebatên kurdî geş bûn
Li Geverê û Dêrikê xebatên kurdî geş bûn,li,geverê,û,dêrikê,xebatên,kurdî,geş,bûn

Li Geverê û Dêrikê xebatên kurdî geş bûn

A+ A-

Şaredariya Geverê di çarçoveya kamyanya duzimanî de tabelayên yekîneyên şaredariyê kirin kurdî û tirkî. Li navçeya Dêrikê jî starka îmzeyan hate destpêkirin.

Şaredariya Geverê di çarçoveya kampanya duzimanî de tabelayên yekîneyên xwe guhertin û li şûna tirkî, tabelayên kurdî û tirkî darvekirin. Di merasima darvekirina tabelayên kurdî û tirkî de endamên meclîsa şaredariyê, endamên meclîsa giştî ya bajar, serok û nûnerên odeyên bazirganî, pîşesazî, ajokar, sinhetkar, KESK, DÎSK, DÎVES, MEYA-DER, KURDÎ DER û0 MAVÎ-DER û keyayên taxan amade bûn.

Piştî axaftinan hewheyên bi kurtî û tirkî hatin daliqandin.

MÊRDÎN

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdîn jî ji bo perwerdehiya ziman starta îmzeyan hate destpêkirin. Endam û rêveberên BDP'ê, TZPKurdî, endamên meclîsa şeredariyê jî di navde komek mezin li ber avahiya BDP'ê kom bûn û kampanya îmzeyan da destpêkirin. Girsê bi boneya kurdî bibe zimanê zikmakî kampanya îmezyan da destpêkirin. Îmzeyên ku bên komkirin dê ji Meclîsa Tirkiyeyê YE, NY'ê re bên şandin.

DÎHA (mae)