1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li hewşa qereqolê li gora tomarî digerin
Li hewşa qereqolê li gora tomarî digerin,li,hewşa,qereqolê,li,gora,tomarî,digerin

Li hewşa qereqolê li gora tomarî digerin

A+ A-

Li navçeya Motkî ya Bedlîsê piştî serlêdanên malbatên endamên PKK'ê, li hewşa qereqola cendermeyan di çavdêriya Dozgeriya Komarê de ji bo vekirina gora tomarî kolandin hate destpêkirin. Hate gotin ku di gorê de 36 endamên PKK'ê ku di salên 2002-2003'an de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, hene.

Piştî hate hînbûn ku li hewşa qerelola cendermeyan a Bedlîsê cenazeyên 36 endamên PKK'ê bi awayekî tomarî hatine definkirin, malbatan ji bo vekirina gorê serî li şaxên ÎHD'ê dan. Li ser hewldanên malbatan û rêveberên ÎHD'ê, kolandina gora tomarî ya li hewşa qereqola cendermeyan di bin çavdêriya Dozgerê Komarê de duh dest pê kir. Duh di bin çavdêriya dozger de bi ewlehiyek mezin kolandina gora tomarî hate destpêkirin. Hate zanîn ku dê li 4 nokteyan kolandina gorê pêk bê. Piştî kolandinê dest pê kir, malbatên endamên PKK'ê, rêveberên ÎHD, endam û rêveberên BDP'ê serê sibê çûn cihê kolandina gora tomarî. Di kolandina ku dozger û parêzerên malbatan jî amade bûn de kolandin didome. Her wiha rêveberên ÎHD û BDP'ê bi qasî 2 kîlometreyan nêzî cihê kolandinê nekirin. Li cihê kolandinê ewlehiyek gelek mezin hate stendin û destûr nayê dayîn ku kes nêzî cihê kolandinê bibe. Li aliyê din Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Mehmet Nezir Karabaş, bi rayedaran re hevdîtin pêk anî û xwest malbat biçin cihê kolandinê. Ligel ku rayedaran bersîvek erînî dan jî dîsa destûr nayê dayîn ku kes nêzî cihê kolandinê bibe. Hate zanîn ku piştî kolandinê bi 6-7 saetan 8 kaza ji Midûriyeta PTT'a Motkiyê birin cihê kolandinê. Hate zanîn ku piştî kolandinê hestiyê aydî mirovan derketin. Lê ji aliyê rayedarên fermî de tu daxuyanî nehat dayîn. Kolandin didome.

DÎHA (mae)