1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li Oramarê 35 leşker mirin'
'Li Oramarê 35 leşker mirin',li,oramarê,leşker,mirin

'Li Oramarê 35 leşker mirin'

A+ A-

Di îdîanameya Dozgeriya Komarê de ku ji bo 18 xwendekaran hatibû amadekirin de têkildarî pevçûna Oramarê de detayeke nû derket holê. Serfermandariya Giştî têkildarî bûyera mijara gotibû ku 12 leşkeran jiyana xwe ji dest daye, lê di îdîanameyê de hate gotin ku 35 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Li Wanê, di îdîanameya ji bo 14 jê girtî 18 xwendekarên ku di 13'ê sibatê de di encama serdagirtina malan de hatibûn girtin û dê ku duşemê derkevin pêşberî dadger de, têkildarî pevçûna li Herema Oramarê ya Navçeya Geverê ya Colemêrgê ku di 21'ê cotmeha 2007'an de pêkhatibû detayek nû derket holê. PKK'ê piştî pevçûnê daxuyandibû, "35 leşkeran jiyana xwe ji dest daye" lê Fermandarila Giştî jî angaştibû ku 12 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 16 leşker jî birîndar bûne. Li gel van daxuyaniyan di îdîanameya Dozgeriya Komarê ya Wanê de ku der barê xwendekaran de hatiye amadekirin de wiha hate gotin: "Hate testpîtkirin ku di dosyaya 10'emîn cd/Alinan Dosyalarim/awazên çiya oramar.mp3 de têkildarî pevçûna oramarê ku di encamê de 35 leşkerên jiyana xwe ji dest dabûn de pesnê rêxistinê tê dayîn.

Piştî pevçûna Oramarê pêşiyê têkildarî hejmara miriyan de hin hejmarên nakokî hatin dayîn. Gelek TV'yan gotin ku 20 leşkeran jiyana xwe ji dest da. Lê Fermandariya Giştî mudaxale kir û daxuyand ku 12 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Di bûyera Oramarê de pêşiyê dilgirtina 8 leşkeran jî hatibû înkarkirin, lê piştî demekê ev jî hatibû qebûlkirin. Di nûçeya Reuters de hatibû gotin ku 16 leşker hatine kuştin û 20 leşker jî birîndar bûne.

DÎHA (lg)


Bêjeyên Miftehî