1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Li peykên Jupîterê nîşaneyên jiyanê
Li peykên Jupîterê nîşaneyên jiyanê,li,peykên,jupîterê,nîşaneyên,jiyanê

Li peykên Jupîterê nîşaneyên jiyanê

Yek ji peyka gerstêrka Jupîterê, Ganymede, okyanûsa herî mezin a cîhanê dihundirîne

A+ A-

ANF - HOUSTON - Navenda Nûçeyan Zanistan bi teleskopa fezayê Hubble re di encama çavderiyên xwe de li Ganymede okyanûseke mezin ya bin qeşayê dîtin.

Ganymede, peyeka herî mezin ya pergala Jupîter û Roj ava dike. Li gorî agahiyên ji aliyê Journal of Geophysical Research ve hatine weşandin, ev okyanûs xwedî kurahiyeke 100 kîlometreyî ye.

Okyanûsa ku ji okyanûsên din yên cîhanê 10 qatî kûrtire, di bin qeşayeke 150 kîlometreyî de cih digire.

Midûrê beşa zanînê ya gerstêrkê ya NASA’yê Jîm Green got: “Em wisa difikirin ku di paşerojeke dûr de ev okyanûs bi ser erdê re jî di nava têkiliyê de bûye.”

Li Europa ya ku peyka din ya Jupîterê ye, di bin qeşayê de hebûna okyanûsekê hatibû tespîtkirin.

Ji zanistên NASA’yê Robert Pappalardo da zanîn ku îro derfetê jiyanê ji bilî cîhanê li peyka Europa heye.

Peyka Europa di dîtbarî de bi tebaqeyeke qeşayê girtiye. Di kurahiya vê de avek heye. Ev jî bo jiyanê enerjiyek îdeal diafirîne.

Keşfek nû jî di kovara Îngîlîz Nature de hat îlankiri. Baweriya ji bo ku li cihêndin yên pergala Rojavê jiyan heye zêde dibe.

Lêkolînerên Elmanli Encelade ya ku peyka Saturnê ye faliyetek hîdrotermal keşfkirin. Ev jî rê li ber derfetê jiyanê vedike.