1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li pîrozbahiya duzimaniyê lêpirsîn
Li pîrozbahiya duzimaniyê lêpirsîn,li,pîrozbahiya,duzimaniyê,lêpirsîn

Li pîrozbahiya duzimaniyê lêpirsîn

A+ A-

Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê ji bo pankarta bi tirkî û kurdî "Êm sersala hemû gelên li İzmirê dijîn pîroz dikin” bi avahiya partiyê dakirin rastî lêpirsînê hat.

Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê ji bo sersala gelê Îzmîrê pîroz bike, di çarçoveya projeya "Duzimanî" de pankarta bi tirkî û kurdî "Êm sersala hemû gelên li İzmirê dijîn pîroz dikin” bi avahiya partiyê dakir. Piştî pankart hefteyekê bi avahiyê de darvekirî ma, Midûriyeta Polîsan a Îsmirê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Seroka Rêxistina BDP'a Îzmirê Mukaddes Kubîlay, li Midûriyeta Polîsan îfade da. Piştî Kubîlay îfade da bertek nîşanî lêpirsînê da û anî ziman ku li Tirkiyeyê cotstandartî heye. Kubilay, anî ziman ku wan di çarçoveya biryaar partiya xwe de ev yek pêk anîye û xwestine wekî BDP'a Îzmirê bi duzimanî sersala gel pîroz bikin. Kubilay, helwesta Midûriyeta Polîsan rexne kir û da zanîn ku berê jî ji ber daxuyaniyên kurdî û pankartên kurdî der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin û ev yek li dijî dem û şaristaniyê ye. Kubîlay, daxuyand ku li piraniya bajarê Îzmirê kurd û tirk dijîn û ji bo vê yekê pêdivî bi duzimaniyê dîtine.

DÎHA (mae)