1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Stenbolê 20 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê 20 kes hatin binçavkirin,li,stenbolê,20,kes,hatin,binçavkirin

Li Stenbolê 20 kes hatin binçavkirin

A+ A-

Bi hezaran kesên xwestin êrişa li dijî girseya Amedê şermezar bikin, li ber avahiya BDP'ê ya Stenbolê civîyan û meş pêk anîn, rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşe de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Bi hezaran kesên bi boneya redkirina parastina kurdî û êrîşa li Amedê li dijî girseyê pêk hat şermezar bikin, li ber avahiya Rêxistina BDP'a Stenbolê civîyan û meşiyan, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê civiyan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Girsê li qada Galatasarayê pankartên "Ziman hebûn e nayê kelepçekirin", "Berxwedan jiyane" û "KCK asayîş" vekirin. Girseya ku xwest dest bi meşê bike ji aliyê koma polisên çevîk ve hatin rawestandin. Lê piştî girsê dest bi meşê kir, polîsan benda li pêşiya girsê rakir û girse heta Qada Taksîmê meşiya. Di meşê de posterê ciwanê kurd Husên Xizrî rakirin û dewleta Îranê şermezar kir. Piştî girse gihişt qada Taksîmê li ser navê girsê Hevserokê BDP'a Stenbolê Mustafa Avci, daxuyanî xwend. Avci, anî ziman ku geşedanên li dadgehê pêk tên bi agahiya AKP'ê pêk tê û helwesta AKP'ê şermezar kir. Avci, anî ziman ku zimanek hebûma gelekî ye û tu mirov ji hebûna xwe venagere. Avci, daxuyand ku hikûmeta AKP'ê dixwaze gelê kurd dest ji nasname û vîna xwe berde û teslîm bibe. Avci, anî ziman ku gelê kurd heta niha dîl nehatiye girtin û dê tu carî bênasnametî û bêrûmetiyê qebûl neke.

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel ji anî ziman ku dibêjin "Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi kurdan re bijî an an?" û wiha got: "Tiştê birêz Ocalan, PKK û gelê kurd dixwaze, daxwaza jiyanek hevpar a li Tirkiyeyê ye. Daxwaza jiyanek azad û adîl e. Em tu carî dest ji vî mafê xwe bernadin."

Zêdeyî 20 kesan hatin binçavkirin

Piştî daxuyaniyê girsê xwest dîsa ber bi avahiya BDP'ê ya Tarlabaşi de bimeşin. Piştî girsê dest bi meşê kir, polîsan bi hinceta girsê dirûşme berz kirine bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir. Piştî mudaxaleyê hin kesan otobusên şaredariyê kevir kir, hin kesan jî bersîv da polîsan. Piştî bûyer li kolan û kuçeyan belav bû polîsan hêza xwe li Tarlabaşi kom kir. Ji ber çalakiyê heta demekê rê li trafîkê hate girtin. Çalakî, li taxên Dolapdere, Hacihusrev û Haciahmetê belav bûn. Di çalakiyê de ciwanan wesatiya îtfaiyeyê da ber agir. Di çalakiyê de helîkopter bi nismî di ser girsê re firiya û bi sedan polîs û hêzên çevîk li cihê bûyerê kom bûn. Di çalakiyê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

DÎHA (mae)