1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lî Cizîr û Silopiyê 2 Meclîsên Taxan hatin avakirin
Lî Cizîr û Silopiyê 2 Meclîsên Taxan hatin avakirin,lî,cizîr,û,silopiyê,2,meclîsên,taxan,hatin,avakirin

Lî Cizîr û Silopiyê 2 Meclîsên Taxan hatin avakirin

A+ A-

Li navçeyên Cîzîr û Sîlopiyê yên Şirnexê li 2 taxên din jî Meclîsên Taxan hatin avakirin.

Li taxa Cudiyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê li herêmên 3 û 4 ên girdayî dan 2 meclîsên tax ên din hatin avakirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Esat Malkuç, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî, endamên KURDÎ-DER'ê, rêveberên BDP'ê yên navçeyê û nêzî 250 delege tevlî kongreya avakirina meclîsan bûn. Di konê kongreyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Agît) û pankarta "Em e neçin leşkeriyê -Tevgera red a vicdanî ya Kurd" hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Serokê Rêxstina BDP'ê ya Cizîrê Esat Malkuç axaftina vekirina kongreyê kir û diyar kir ku navenda serhildanan Cizireye û li Cizîrê jî pêşnegeya serhildanan Taxa Cudî dike. Malkuç, sipasî ji hemû kesên ked ji bo avakirina meclîs dayîn da û anî ziman ku êdî gelê kurd gotinan en li benda kirinan in û wiha got: "Bi salen hikûmet AKP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu tişt nekirin. Her wiha projeya xweseriya demokratîk jî wekî suîkastê dibîne bi vê yekê dûrtiyê dike. Gelê me ji bo xweseriya demokratîk bi hêz bixe meclîsên taxa avadikin."

Piştî axaftinan meclîsên taxên herêma 3 û 4 ji 6 jin û 14 zilam bi gîştî ji 20 delegeyan pêk hat. Piştî hilbijartinên guhdariya muzîkê pêk hat.

Li Silopiyê jî avakirina Meclîsa Taxê bi fîşekên hewayî hate pîrozkirin

Li taxa Cudiyê ya navçeya Silopiya Şirnexê jî bi kongreyê avakirina Meclîsa Taxê îlan kir. Rêveberên BDP', endamên meclîsa şarederiyê 120 delege û bi hezaran kes tevlî kongreyê bûn. Di konê kongreyê de pankarta "Rêbertiya azad, nasnameya azad, çanda azad, Kurdistana xweser, bi xweseriya demokratik em ê avabikin" hate daliqandin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî axaftinan ji bo Meclîsa Taxa Cudî 64 kes hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê bi fîşekên hewayî meclîs hate pîroz kirin. Gelek posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" hatin berzkirin. Pişt re Koma Laleş derket ser dikê bi staranên xwe girse coş xist.

DÎHA (ft/mae)