1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Zarokan a Amedê Ava Bû
Meclîsa Zarokan a Amedê Ava Bû,meclîsa,zarokan,a,amedê,ava,bû

Meclîsa Zarokan a Amedê Ava Bû

A+ A-

Meclîsa Zarokan a Rojeva Herêmî 21 a Bajêr a Amedê, civîna xwe ya damezirandinê li Sînemaya Cep a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Sumerparkê pêk anî.

Li gel Koordînatora Meclîsa Zarokan a Rojeva Herêmî 21 a Bajêr a Amedê Nazdar Kahramaner, gelk zarok û malbatên zarokan beşdarê civînê bûn. Koordînatora Koma Xebatê ya Zarokan Nazdar Kahramaner axaftina vekirina civînê kir û diyar kir ku wan bi armanca diyarkirina organên Meclîsa Zarokan ku dê bê avakirin, erkên wan û rêbazên xebatên wan, ev civîn li dar xistine. Kahramaner di axaftina xwe de diyar kir ku li ser bingeha prensîbên Rojev 21ê, Meclîsa Zarokan a Amedê dê bibe platformeke demokratîk ku rola zarokan a di rêveberiya bajêr de bê xurtkirin û bi çalakî beşdarî rêvebirina bajêr bibin. Kahramaner wiha berdewam kir: “Armanca Meclîsa Zarokan ew e ku di destpêka sedsala 21î de, di platformên demokratîk de di çarçoveyeke xweşbînî, rêz û lihevkirî de ramanan bi pêş bixin, planên çalakiyên xwe, bi xwe ava bikin û rola zarokan a di jiyana civakî de xurt bikin.”

Piştî axaftina Kahramaner, ji nav zarokên li salonê dîwanek hat hilbijartin. Ji ber hemû zarok xwe pêşniyazî dîwanê kirin, jib o demeke kurt tevlîheviyek çê bû. Di encama dengdanê de zarokên bi nave Buşra Ozçelîk, Amed Sezer û Halîme Tanrikulu ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Amed Sezer jî axaftineke kin kir û armancên Meclîsa Zarokan a Amedê wiha I rêz kir:

1- Mîna hevparên îroj û pêşerojê, zarokên bajêr ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe û yên bajêr, xebatan bikin ku beşdarî rêveberiya bajêr bibin.

2- Bihîstyariya zarokan a hawîrdorê bê pêşxistin û di çarçoveya armancên “pêşketinên dikarin bêne domandin” de xebat bêne kirin.

3- Di qada netewî, navnetewî û bajêr de nûneriya Zarokên Amedê bikin.

4- Zanyariya bajarvaniyê ya zarokan bi pêş bixin.

5- Însîyatîfa ferdî ya zarokan bi pêş bixin.

6- Bikin ku zarok bi maf û azadiya mirovan ve girêdayî bin, lêbikolin, hilberînin û çalak bin ku ji bo hemû mirovahiyê bi kêr bin.

7- Di çarçoveya zanyariya hevpariyê de, hasten piştgirî û parvekirina zarokan bi pêş bixin.

8- Ji bo zarokan qadên mijûlayî û eleqedariyê bêne afirandin, ji bo vê jî pîlanên çalakiyê ku zarok jî di nav de cî bigirin, bêne birêxistin."

Piştî axaftinan dest bi madeyên rojevê hat kirin û li ser mijarên mîna damezirandina danasîna Meclîsa Zarokan a Rojeva Herêmî 21 a Bajêr a Amedê û damezirandina Meclîsa Zarokan, dîrektîfa Koma Xebatê ya Zarokan a Rojeva Herêmî 21, diyarkirina logoyê, hilbijartina Lijneya Rêveberiyê ya Meclîsa Zarokan û diyarkirina Komên Xebatê nîqaş hatin kirin.

Piştî nîqaşan Komên Xebatê hatin diyarkirin.

Meclîsa Zarokan, mina 6. meclîsa Rojeva Herêmî 21 a Bajêr a Amedê, hat damezirandin. Di nav Konseya Bajêr de Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciwanan, Meclîsa Astengdaran, Meclîsa Sporê û Meclîsa Sumerparkê hene.

Çavkanî: http://www.diyarbakir.bel.tr/NewsDetail.aspx?ID=4352&natid=0 Werger: Amîda Kurd