1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Modela perwerdehiya cotzimanî serkeftinê bi xwe re tîne
Modela perwerdehiya cotzimanî serkeftinê bi xwe re tîne,modela,perwerdehiya,cotzimanî,serkeftinê,bi,xwe,re,tîne

Modela perwerdehiya cotzimanî serkeftinê bi xwe re tîne

A+ A-

anîngeha Sabanci li ser 'Perwerdehiya Cotzimanê' lêkolînek pêk anî û di encama lêkolînê de derket holê ku perwerdehiya cotzimanê serkeftîtir e. Hîndera Muge Ayhan Ceyhan ku yek ji serkêşên koma lêkolînê ye, got ji bo vê modela pêkan divê Tirkiye pêşdariziyên xwe bişkêne û bi jêrzemîneke xurt vê modelê bixe meriyetê.

Hewldana Rerforma Perwerdehiyê ku di bin sîwaneya Navenda Polîtîkayan a Zanînga Sabanci de xebatên xwe didomîne bi navê 'Li Tirkiyeyê Cotzimanî û Perwerdehî: Ji bo çareseriyeke domdar gavên pratîk ên pêwîst' lêkolînek pêk anî û encamên lêkolînê di di 8'ê kanûna 2010'ê de bi raya giştî re par kir. Li gorî encama vê lêkolînê li Tirkiyeyê xwendekarên perwerdehiya cotzimanî dibînin ji yên yekzimanî serkeftîtir in. Hewldan, encamên ku derketine holê bi akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl re nîqaş dike.

Hîndekar Muge Ayhan Ceyhan ku yek ji serkeşên projeyê ye encamên lêkolînê nirxandin. Ceyhan anî ziman ku pêşdaraziya civakê astengiya herî mezin a li hemberî perwerdehiya cotzimanî ye û derbirî ku ji bo tunekirina vê pêşdariziyê divê xebatên xurttir bêne kirin.

Ceyhan wiha got: "Di nava civakê de ji bilî zimanê ku tê bikaranîn, rêzdarî ji bo zimanên din nîn e. Ji bo ku vê qenaeta xwe mafdar bikin jî, kêmasiyên ziman hincet tên girtin. Lê ev nêrîn qet zanistî nîn e. Derî zanistê ye." Ceyhan wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji zimanê yekemîn ber bi zimanê duyemîn ve veguherîneke zaroktî mimkûn e û ev jî di asta herî bilind de xwendin û nivîsandinê bi xwe re tîne."

Ceyhan bal kişand ser pirtûkên ku bi kurdî dê bêne weşandin û wiha got: "Dema di mûfredata ku bi kurdî bê amadekirin hêmayên cudaker hebin, tu faydeyê vê yekê nîn e. Ji ber hindê mûfredata ku Saziya Perwerdehiya Neteweyî amade bike di vî warî de baldar be."

Hîndekar Ceyhan ji cîhanê jî mînak dan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Modela yekemîn pêkanîna perwerdehiya 'du rêgehî' ye. Xwendekar hevdemî dest bi perwerdehiya her du zimanan dike. Ev model li Amerîkayê ji bo zarokên spanyolî tê bikaranîn. Hefteyekê bi îngilîzî hefteyekê bi spanyolî perwerdehî tê kirin. Lê hefteya duyemîn hefteya berê nayê dubarekirin. Mijarên dewama hev tên hînkirin."

Ceyhan derbirî ku modela cotzimaniyê di nava xwe de dibe du beş û wiha pêde çû: "Zarok bi zimanê yekemîn tên perwerdekirin. Paşê zimanê duyemîn dikeve dewrê û perwerdehî bi zimanê duyemîn didome. Ev model li Holandayê ji bo xwendekarên tirk tê bikaranîn. Lê noqteya ku balê bişinîn ser ew e ku di vê modelê de polîtîkaya bişaftinê heye. Lewre li dewsa zarok bi zimanê xwe bê perwerdekirin, zimanê duyemîn wekî amûr tê bikaranîn. Ev modeleke şaş e. Modela dorveger qutbûna ji bo zimanê duyemîn bi xwe re tîne."

DÎHA (aw/mae)