1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Navê Aram jî qedexe kirin
Navê Aram jî qedexe kirin,navê,aram,jî,qedexe,kirin

Navê Aram jî qedexe kirin

A+ A-

Şaredariya Êlihê di civîna cotmeha 2009'an de biryar dabû ku navê hunermendê navdar Aram Tîgran li parkekî bikin. Şaredariyê ev biryara xwe şand ji Walîtiya Êlihê re. Walîtiyê jî salek şûnde ev biryar şand ji Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Karên Hundir jî ji Wezîre Karê derve re şand. Salek şûnde Wezaretê biryara Şaredariyê red kir. Sedema vê yekê jî wekî "Li gorî tê zanîn ne li Ermenistan û ne jî Yewnanistan navê kesekî tirk li park, kolan, kuçe, meydanî nehatiye kirin. Em jî di çerçoveya rêgeza beranberiya hev tev digerin û navê Aram Tîgran li parkê neyê kirin" nirxand. Stranek e ku ya herkesî di têlên dilan de zeft dike. Dengeke ku kîn û xezebê vediguhezîne dilopek av. Hesreta janekê ye ku qet danayine werdigerîne hozanekî dikşîne davêje ser axekê. Li ser navê hêstên dişewitîne wek kîn, nefret, xezep, tol, dijminatî; evîn, eşq, aştî, dostanî; xwîn, hêstirên çavan, êş û mirin, hebe strana dilgermî ya di nava 75 salan de hesreteke di nav agirê de dihelîne. Stranên wî welatê bêwelata ye. Ew lorîna germ a yê dixeniqe hewayê, yê dişewite av, yê di nav sêkaretê de xwe li jiyanê digire ye. Em qala hunermendê ermenî Aram Tîgran dikin. Li aliyê din a jiyanê ku hê jî bi stranên xwe yên şil a bi xemgîn, bi bêrîkirina welat silavek germ dişîne. Piştî bêkesiya sedsalan, xeyalê sedsalê ya rastî bûbû, lêdabû çûbû bi hembêzkirina bi stranên xwe yên bi dilgermî, bi cumbuşa ku dengê dişkîne re. Dema hîv xwe berda avê, bêwelatî welat ji xwe re dît, bi hewayê dixeniqe, bi axa girtî, destê xwe dide şewqa nayê dîtin, bi her zimanê stranên wî dihatin bihîstin. Beriya stranên wî jî belkî ew şewata bêrîkirinê bû, xwe li dengê wî radipêça û sînoran radikir. Lê îro sînor tên çêkirin li ser stranên wî û navê wî. Li ser wî dengê tije hesret dengê madeya metalîk a kanûnê ya cemidî. Navê hemwelatiyek Ermenîstan û Yunanîstan nayê danîn li ser parkek, kolanek, kuçeyek an jî li ser meydanek. Baş e ma Aram Tîgran welatiyê kê bû? Hebe hebe ew welatiyê stranên xwe, rêwiya hesreta ku qet êşa wê nayê danîn. Ew belkî jî hemwelatiyê xeyala zarokên hemû cîhanê ya bi bêrîkirinê qîr dide bû.

HEKE ARAM NEBE… Dîsa serê Aram Tîgran bi navê wî re ketiye belayê. Şaredariya Êlihê, xwestibû ku navê Aram Tîgran bide parka li tenişta Nexweşxaneya Zayîna Jin û Zarokan a Bulvara Edîp Solmaz a li Taxa Ziya Gokalpê hatiye çêkirin. Şaredariyê biryar ji walîtiyê re, walîtiyê ji Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Hundir jî hewaleyê Wezareta Karê Derve kir, ji wir dîsa di heman guzergahî şopand û dîsa biryar li Şaredariyê vegeriya. Di bersiva redkirina biryara meclîsa şaredariyê ya ji hêla Wezareta Karê Derve ve hatiye şandin wiha tê gotin: "Di nava sînorên şaredariyê de dana navên şexsên welatên biyanî ya li ser park, kolan, kuçe û meydanan an jî guherandina navên kuçeyan de, di çerçoveya rêgeza beramberî hev tev bigerin tê baştir bibe, hatiye nirxandin. Li gor tê zanîn, li Yuewnanistan û Ermenistanê rastî navê şexsiyetek tirk a dabin ser park, kolan, kuçe û meydanekî nehatiye." Ev jî tê vê wateyî ku rayedar dibêjin heke divî dan û standinê de tu qezanca dewletê tune ye. Nexwe em di zirarê de ne. Ji ber vê yekî ev biryar jî ji aqlê dûr e. "Lê stranek jî wiha nayê redkirin kî" dibêje Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel. Temel, wiha dibêje: "Aram Tîgran hefzeya nesilekî ye, bîranîna demekî ye. Her kes wî wekî bîranîna xwe bi taybet bû. Ew hozanekî ku birînekî bi têgihiştinek mezin, bi maçek bêhempa baş dike, ji birînekî hêstek hevpar û girêdayînek biratiyê derdixe ye. Dema vê yekî dikir qet xezebî, kîn û nefretê dilê wî de çênedibû. Divê ji bo hunermendekî ku bi zimanên kurdî, ermenî, erebî, suryanî û yunanî digot, tenê divê 'îlkeyek beranberî hev' hebe ew jî îlkeya pêşwazîkirina dilgermî ya wek dilê wî hebe."

DILÊ ME PIRTIR ÊŞIYA Dema ku ya dawî gundê xwe ziyaret kiribû, gotibû: "Dema min li wan çiyan, daran, newal û xaniyan nêrtim nava min recifî. Ez giriyam. Pir dilê min êşiya. Dê, bavê xwe û tiştên jiyane hatin bîra min. Pir xemgîn bûm. Heyfiya min hat ku çima em li ser van axan nejiyan." Erê Aram Tîgran niha zêdetir dilê me êşiya, canê me zêdetir şewitî, me tiştê te kirî, stranên te, bêrîkirina te hate bîra me. ÊLIH-DÎHA


Bêjeyên Miftehî