1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Ok: Yekane şansê pêvajoyê muzakereya di mercên nû de ye
Ok: Yekane şansê pêvajoyê muzakereya di mercên nû de ye,ok,yekane,şansê,pêvajoyê,muzakereya,di,mercên,nû,de,ye

Ok: Yekane şansê pêvajoyê muzakereya di mercên nû de ye

A+ A-

BEHDÎNAN 03.11.2013 07:29:59 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku yekane rêya ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriya demokratîk, muzakereya bi merc û formateke nû ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye. Ok destnîşan kir ku di rewşeke berevajî de dê pêvajoya xetimiye, veguhere pêvajoyeke şer.

Sabrî Ok ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku AKP û dewleta Tirk bersiv nedane pêvajoya bi Newroz 2013'an re destpê kriye û destnîşan kir ku nêzîkatiyên aliyê Kurd mûxatab nagirin, dê neyên qebûlkirin. Ok destwerdana li heyeta BDP'ê weke nedîtina vîna gel û bêwatekirina hewldanên Ocalan bi nav kir û anî ziman ku bi vî rengî ev pêvajo bi fîîlî bi dawî bûye.

Ok ragihand ku ev pêvajo bi muzakereya bi merc û formateke nû ya li gel Ocalan re pêvajo ji nû ve dikare zindî bibe û destnîşan kir ku di rewşeke berevajî de dê veguhere pêvajoyeke şer.

Ok der barê mijara rêveberiyên herêmî ya di pêvajoya çareseriya demokratîk û avakirina neteweya demokratîk de, bersiv da pirsên me.

Pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Newroza 2013'an de hat destpêkirin, di kîjan qonaxê de ye?

Rêber Apo bi Newroza 2013'an û vir ve ji 8 agirbestên tevgera me cudatir biryareke stratejîk da. Ev yek biryareke dîrokî bû ji bo demokrastîkbûyîna Tirkiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û li ser vê bingehê siyaseta Rojhilata Navîn were destnîşankirin. Tevgera me ji vê bawer kir û bi biryardariyeke mezin berpirsyariyên wê bicih anî. Vê pêvajoyê nêzî salekê dewam kir. Lê belê heta niha timî li ser lingekî ve meşiya û bi gavê tevgera me re pêvajo bi pêş ve çû. Hêzên me yên li deverên cuda ji nav sînorên Tirkiyê derketin. Ev yek bi fedakariyeke mezin meşiya. Li gel keşf û operasyonan jî ev biryar bicih hat anîn. Hêzên me bê pirsgirêk li gorî agirbestê tevgeriya. Lê belê gavên me avêtin ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve bersiva xwe nedîtin. Komîsyona Mirovên Aqilmend hat avakirin. Vê komîsyona ji aliyê AKP'ê ve hat wezîfedarkirin, hin tespîtên girîng kir û ev kir rapor. Lê belê AKP'ê ev rapor cidî negirt. Ji ber ku di raporan de gelek pêşniyarên cidî yên mîna perwerdeya bi zimanê dayikê, sererastkirina mercên li Îmraliyê û azadiya Rêberiyê hebûn.

AKP'Ê XWEST HETA HILBIJARTINAN MIJÛL BIKE

Mîna ku Rêber Apo yê ev pêvajo daye destpêkirin û Tevgera Azadiyê ya ku gavên gelekî mezin avêt nîne AKP'ê nêzîkatiyeke ku mûxatap nagire, nîşan da. AKP'ê bi tenê bi gotina "Pêvajo baş dimeşe, yê ku pêvajoyê biqedîne dê di bin de bimîne" her kes xist nava bendewariyan û ti polîtîkayeke çareseriyê neşopand. Hevdîtinên li gel Rêberê me, bi tenê bi diyalogê sînorkirî man. Rêbertiyê bi biryardarî destnîşan kir ku divê muzakere destpê bike. AKP'ê ev bang li ber çavan negirt û bi pakêteke bêwate ya mijûlkirinê re pêvajo xetimand. Tevî ku tiştek nekir, dest li heyeta BDP'ê ya diçe gel Rêbertiyê werda û di pratîkê de vîna gelê Kurd ji nedîtî ve hat û hewldanên Rêbertiyê bê wate hişt. AKP ev pêvajo weke polîtîkayek ji bo hilbijartinê dît, lewma pêvajo kir qurbanê hilbijartinan. Ev bêberpirsyarî û bê cidiyeta AKP û dewletê, dikare rê li ber pêvajoyeke tengezar û pevçûnan veke. Di çarçoveya bendewariyên gelê me û civaka Tirkiyê de heta ku nêzîkatiye ji bo muzakereyan neyê nîşandan, mirov nikarin behsa pêvajoya çareser bikin. Li ti devera cîhanê nehatiye dîtin ku bêyî muxatapgirtin, bêyî muzakereyê ti pirsgirêk hatiye çareserkirin. Rêber Apo rêya vekirin û ji nû ve zindîkirina pêvajoyê bi awayekî zelal daniye holê. Li gorî Rêber Apo, pêvajo bi şert û mercên nû, bi formateke nû ya muzakereyan dikare ji nû ve zindî bibe. Ya pêvajo wê bi vî rengî bimeşe yan jî wê rewşa xetimandî ya pêvajoyê rê li ber şer û pevçûnan veke. Têkoşîna 40 salan nîşan daye ku ev yek dê çi bi kê bide qezençkirin, bi kê bide windakirin. Eger tê zanîn ku gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê heta jiyana xwe ya azad û demokratîk bi dest bixe wê dest ji têkoşînê bernedin, hingî di vir de yê winda bike, dê AKP be.

DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DE HEVSEROKATÎ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hilbijartinên herêmî de ji bo şaredariyê hevserokatî pêşniyar kir. Eger ev yek bicih were anîn, dê ev yek cara yekemîn li Tirkiyê xwe bide der. Hûn vê modêlê çawa dinirxînin?

Sîstema Hevserokatiyê, tevî ku li gelek welatan mînakên wê hene jî li Tirkiyê yekemcar derdikeve holê. Ev yek pêşniyara Rêber Apo bû. BDP ji xwe di pratîkê de pergala hevserokatiyê bicih tîne. Niha ev rewş ji aliyê hikûmetê ve hat qebûlkirin. Bedewiya pergala hevserokatiyê ew e ku azadiya zayendî ji xwe re esas digire. Ev yek nîşan dide ku divê temsîlkariya jinê di qadên civakî, siyasî, rêveberî û hemû qadên din ên jiyanê de di asta ku heq dike, pêk were. Li gel vê yekê, pêngavek ji bo demokratîkbûyîna civakê ye. Ev yek di heman demê de li ser hişmendiyên ne demokratîk û ne azadîperest, guherîn û veguherîna şoreşgerî ferz dike.

Lingê herî girîng ê pêkhatina xweseriya demokratîk, şaredarî yanî rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê ne. Ji ber ku gelek aliyên jiyanê; aborî, civakî, siyasî, derûnî, çandî li vê qada rêveberiyên herêmî cih digirin. Rêber Apo her tim kûrahî û çarçoveya wateya temsîlkariya jinê ya di mijara demokratîkbûyîn û azadiyê de raxistiye pêş çavan. Lewma Rêber Apo ji bo pêvajoya ji niha û pê ve ji bo jinan ne kota, asta temsîlkariya wekhev destnîşan kiriye. Ev yek pêngaveke hîn watedar û kûr a demokratîkbûyîn û azadiyê îfade dike. Bêguman hevserokatiya mijara gotinê dê bicih were anîn.

LI HER QADÊN HILBIJARTINÊ TEMSÎLKARIYA WEKHEV

Li gorî me, di serî BDP û HDP divê hemû hêzên ji xwe re siyaseta demokratîk esas digirin, pergal, modêl û stîla Hevserokatiyê gelekî baş bi civakê bidin fêmkirin. Felsefe, teorî, propaganda û ajîtasyona vê divê di asta herî bilind de be. Ev pergal kengî xwe gihand gel, dê piştgiriyê bibîne. Eger bi vî rengî bibe, dê gel hîn bêtir beşdarî pêvajoyê biryardayînê bibin û di rêveberiyen herêmî de modêla demokratîkbûyînê bicih were anîn. Di vê mijarê de berpirsyariya tevgerên jinê, hêzên demokratîk û xeta azadiyê ya jinê mezin e. Li her qadên hilbijartinê wê di asta wekheviyê de temsîlkarî hebe. Di pergala hevserokatiyê de zayendek li pêş yek li paş nîne, dê bi hev re bimeşin, bixebitin. Lewma divê di pêvajoya diyarkirina namzetan de her kes vê rastiyê li ber çavan bigirin. Li rêveberiyên herêmî yên bi hevserokatiya jinê, dê sextekarî, rant û ferasetên derveyî demokrasiyê, kêm bibe. Bi jinê re, azadî û demokratîkbûyîna civakê, dê gengaz be.