1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'PJAK rêxistinek siyasî ye'
'PJAK rêxistinek siyasî ye',pjak,rêxistinek,siyasî,ye

'PJAK rêxistinek siyasî ye'

A+ A-

Li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyên Huşyar Zêbarî yên PJAK'ê wekî terorîst dibîne, bi zimanekî hişt tê şermezarkirin. Siyasetmedar û nivîskar Bjk. Fayîq Gulpî daxuyaniya Zêbarî bi tundî şermezar kir û anî ziman ku nayê qebûlkirin û wiha got: "PJAK rêxistinek siyasî ya li Rojhilatê Kurdistan nunertiya gelê kurd dike."

Siyasetmedar û nivîskar Bjk. Fayîq Gulpî, daxuyaniya Huşyar Zêbarî ya di 7 çile de li Bexdayê ji bo PJAK'ê wekî terorîst bikaranîbû, şermezar kir û wiha got: "Teroîst dîtina PJAK’ê nayê qebûlkirin. Kesekî kurd ji vê hêzê re bêje terorîst dê i hêzên din re jî bêje terorîst. Ji bo xwe agahi li rewşa kurdan heye li Rojhelata Kurdistan û li parçeyên din yên Kurdistanêda çewa ji aliyê dewletên dagirkerên ve çend salin ku pêşî li hebûn, maf û azadiya kurdan digirin.”

Heya pirsgirêka kurd çareser nebe Rojhelata Navîn aram nabe

Gulpî, di berdewama axaftina xwede bal kişand ser postên dîplomasi û wiha axivî: "Zêbari posteki diplemasîyê mezin di destdaye. Ev ji aliyê gelê kurd baweriyeke da kû dabaşa rewakirina pirsgirêka kurd dike li Rojhelata Navînda. Heta ku pirsgirêka gelê kurd li Îraq, Îran, Surye û Tirkiye çareser nebe û gelê kurd nehêje mafê xwe, Rojhilata Navin aram û azadî lê nabe.

Pêwîstiya Îraqê bi Îranê nîne

Gulpî anî ziman kû, tu mafekî Zêbarî nîne ku li dijî PJAK”ê wisa biaxive û wiha lê zede kir: "Ji ber ku Zêbari di Îraqêde postekî wî heye, ev post bi piştgiriya kurdan sitandiye. Ji ber ku Zêbarî kurde. Eger ew li diji kurd wiha bi axive êdi van postan nagire û pêwîstiya Îranê bi Zêbarî nîne kû ew li ser PJAK wisa di axive. Niha pêwîstiya Îran bi Îraqê heye. Pêwist nake wezîrê derve yê Îraq Zêbarî pişgiriya Îran bike. Îran hewil dide kû bi rêya Îraqê dostaniya Emerîqa û welatên din bike. "

Peywendiyên dinavbera Îran û Îraqêde

Gulpî di derbarê peywendiya di navbera Îran, Îraq û herêma Kurdistan de wiha bilêv kir: ”Peywendiyên di nava Îran, Îraq û herêma Kurdistan de tenê peywendiyê li ser asayîşan li der sinorane. Li ser sinoran ew hêzekî kû îro bikare aştî û aramiya li ser sînor bi parêze Partiya Jiyana Azade. Ji bo wê jî bernameya ziyareta Berhem Salih vê carê li ser bingehinê asayişa ser sinoran. Ji bo ku amadekarî bikin yan jî hewibiden li ser şêweyê Îran û herêma Kurdistan û Îraq bi hevre li beranberî PJAK”ê helwest yan ji kiryarekê bi encam bidin û derbekê lê bidin, lê ez vê zehmet dibînim.”

'Ev helwesta Hukmeta Herêma Kurdistane ye

Gulpî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev helwesta Zêbarî helwesta Serokê Herêma Kurdistanêye û helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Gulpî, da zanîn ku Zêbari kesekî pir nêzîkî Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzaniye û wiha lê zêdekir: "Ji ber ku bêyî agahiya Serokê herêmê Zêbarî wiha na axive. Di heman demêde jî bêy daxwaza Celal Talabanî Serok Kumarê Îraq Zêbarî wiha na axive. Ji bo wê em dibînin ev nêzîkî heftiyekê ye ku ne Serokê Herêma Kurdistanê, ne Partiya Demikirata Kurdistan, ne Hukmeta Herêm nerazîbûnek li hemberî daxuyaniya Zêbarî nîşan nedane. Ne hukûmeta herêmê ne jî hukumet Îraqê nerazibun nîşan nedane. Ji bo wê ew axaftinên Zêbarî siyaseta îro ya Hikûmeta Herêma Kurdistane, desthilatdarî Kurdistane û ya Hukmeta Îraqê ye. Ev hemu hewildidin ku maf û azadiya gelê kurd li Rojhelata Kurdistan ji destê wan bigrin."

Daxuyaniya Zêbarî erêkirina dardakirinan e

Gulpî, helwesta zebarî ya li hemberî BJAK'ê rexne kir û bi van gotinan dowî li axaftina xwe anî: "Ev siyasete li dijî maf û azadiya gelan û li dijî maf û azadi mirovane. Gel bi îradeya xwe bi rêxistina xwe û bi çalakiyên xwe dikare van cûreyên siyasetan li bin bêxe. Evan bizavan dikin ku gelê kurd bi van bizavan hilweşinin, e. Eger ku em lê binêrîn gelê kurd Yeketiya Avropa û hemu welatên demokrat rêxistinê medenî li diji van dardakirinane ciwanên kurdin li Rojhelat. Bes li vir desthilatdarê herêmê, nunerên kurd li Irak bêdeng dimînin. Ev helwesta Zêari tê wateya ku piştgiriyê dide darvekirinên kurdan ên li Îranê. Ev yek nayê qebûlkirin."

DÎHA (po/mae)


Bêjeyên Miftehî