1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Polîtîkaya Îranê faşîzm e'
'Polîtîkaya Îranê faşîzm e',polîtîkaya,îranê,faşîzm,e

'Polîtîkaya Îranê faşîzm e'

A+ A-

Darvekirina siyasetmedarên kurd li Îranê li herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe dibe sedema nerazîbûnê. Li hember darvekirina Endamê PJAK'ê Huseyin Xizrî, Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Prof. Dr. Ebdulxenî Omer nerazîbûneke tund diyar kir û wiha got: "Bila Îran baş bizane gelê kurd û qeheremanên Kurdistanê bi darverkirinan û zîndanan xilas nabin. Ev têkoşîn heta rizgarî û xilasiyê dê bidome.”

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Prof. Dr. Ebdulxenî Omer nerazîbûn nîşanî darvekirina siyasetmedarê kurd Huseyîn Xizrî da û da zanîn ku gelê kurd ji bo bidestxistina mafê xwe heta azadiyê dê têkoşîna xwe bimeşîne. Omer wiha got: "Bila Îran xwe bi van kirinan xwe nexapîne. Gelê kurd bi sedan şehîdên din jî bide, dê ev berxwedan berdewam bike.”

'Îran di bin navê Îslamê de faşîzmê dimeşîne'

Omer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewleta Îranê û wiha got: "Di bin navê îslamiyêtê de faşîstî û dîkdatoriya rejîma Îranê nayê qebûlkirin. Îran bi doktatorî û faşîstîya xwe tê naskirin. Xwe weke rejîmeke Îslamî dide naşandan lê van kirinên ku dide meşandin li dijî Îslamiyetê ne. Îslamiyet van tiştan qebûl nake. Bê guman ne tenê rejîma Îranê rejîmên din ên wekî rejîma Sedam Huseyîn jî li ser navê îslamiyetê gelek kiryar didan meşandin lê em encamên wan dibinîn û li ber çavan e. Îran bixwaze nexweze dê rojek were gelê kurd bigihije azadaya xwe.”

Dema Konferansa Neteweyî hatiye'

Li ser niqaşên li ser Konferansa Neteweyî jî Omer nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Ne zû ye ji bo Konferansa Neteweyî. Dem hatiye heta dereng jî maye. Divê konferansa neteweyî çêbe berpirsyarên her çar parçeyan tê de cih bigrin. Stratejîyekê ji bo gelê kurd diyar bikin ji bo çarenûsa Rojhilat, Bakur, Başûr, Başûrê Rojava û Başûrê Kurdistanê bê diyarkirin, ji ber ku çarenûsa her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ye. Li her çar parçeyan jî pirsgirêk, zilm, girtin, kuştîn heye. Ji ber vê yekê divê di demek nêz de konferansa neteweyî çêbe.”

'Bila dewleta Îranê li gel berpirsyarên kurdên Rojhilat rûn'

Omer di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê Îran bi nûnerên gelê kurd re rûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila Îran li gel berpirsyarên ji aliyê gel hatin destnîşankirin ên li rojhilatê Kurdistanê dijîn rûne. Der barê çareseriyê de ew dikarin biryarê bidin. Riya çareseriyê dîyalog e. Em di serdema 21'emîn de dijîn pêwîst e dewleta Îranê dest ji van kiryarên qirêj yên weke darvekirin berde.”

DÎHA (at/tt)


Bêjeyên Miftehî