1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Raytinga malperên kurdî
Raytinga malperên kurdî,raytinga,malperên,kurdî

Raytinga malperên kurdî

A+ A-

 Li cîhanê hejmara malperên înternetê ji 100 milyonî derbas bû. Înternet bû çavkaniya herî mezin a cîhanê.

Lê li ser înternetê pêşbaziya weşanê jî her roja ku diçe gûrtir dibe. Di warê raytingê de Yahoo.com ev gelek sal in ku yekemîn e û dora xwe nade kesî. Li pey wê jî Google tê, ku di warê cîhana înternetê de hût e.

Raytinga malperan jî her hefte careke din tê belîkirin. Alexa.com ku di warê pîvana raytinga malperan de navnîşaneke navnetewî ye, îro rewşa dawî ya malperan jî belav kir.

Di nav 100 milyon malper de gelo rewşa malperên kurdî çi ye? Fermo li gor Alexa rewşa malperên kurdî bibînin.

1- Malpera Nûçeyan a pirzimanî ku bi soranî, kurmancî, erebî û hin zimanên din weşanê dike Peyamner.com di rêza cîhanê de bûye 28 hezar û 359'mîn. Wekî tê zanîn ku berê Pukmedia di pêşiya wê de bû.

2- Malpera nûçeyan a pirzimanî Pukmedia.com jî di rêza 28 hezar û 979'an de cihê xwe girtiye. Herdu malperan jî 99 milyon û 970 hezar malperên cîhanê derbas kirine û serkeftinek mezin bi dest xistine. Lê ev raytinga wan hemû ne ji ber kurdî ye, gelek jê ji ber zimanên din e.

3- Di rêza sêyemîn de malpereke nû heye. Rojnameya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xebat.net ku êdî bi latînî jî weşanê dike, di nav 100 milyonan de bûye 39 hezar û 703'mîn.

4- Di rêza çaremîn de Netkurd heye. Netkurd ku berê di nav 100 milyon malperan de ketibû rêza 50 hezarî, niha paşde çûye û ketiye rêza 99 hezar û 515'mîn. Li gor vê yekê di 2 salên dawî de 49 hezar malperên cîhanî ketine pêşiya Netkurdê.

5- Di rêza pêncan de jî Avestakurd.net heye. Malpera nûçeyan Avestakurd di van 2 salan de bi deh hezaran malper derbas kiriye û cihekî baş girtiye. Avestakurd jî di nav 100 milyon malperan de bûye 100 hezar 947'mîn.

6- Di rêza şeşemîn de malpereke nû heye. Hemdem.com ku di sala 2007'an de dest bi weşana xwe kiriye û hêj sal û nîveke xwe danegirtiye di rêza 132 hezar û 137'mîn de cih girt.

7- Di rêza heftan de Rizgar.com heye. Rizgarî jî di rêza 138 hezar û 599'mîn de cihê xwe digire.

Malpera rojnameya Azadiya Welat ku niha xwe nû kiriye jî di rêza 255 hezar û 514'mîn de cih girtiye lê neketiye nav 10 malperên herî bilind.

Malpera me Amîda Kurd ku tenê weşaneke çandî û hunerî dike, li gor raytinga 2 sal berê di rêza 800 hezarî de bû. Lê li gor raytinga ku îro hatiye weşandin, AmîdaKurd 99 milyon û 574 hezar malperên cîhanê li paş xwe hiştiye. AmîdaKurd di rêza 326 hezar û 808'an de cih girt.

Wekî malpereke nûçeyan Diyarname jî di rêza 484 hezar û 502'mîn de cihê xwe girt.

Ji bo raytingên malperên kurdî hûn dikarin li www.alexa.com binihêrin.


Bêjeyên Miftehî