1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnameya Postayê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat dorpêşkirin
Rojnameya Postayê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat dorpêşkirin,rojnameya,postayê,ji,aliyê,bi,hezaran,kesî,ve,hat,dorpêşkirin

Rojnameya Postayê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat dorpêşkirin

A+ A-

Bi hezaran kesên bi armanca Nîvîskarê Rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik ku heqaret li kurdan kir şermezar bikin, li ber avahiya rojnmayê kombûn. Girseyê sloganên "Bêşeref Candaş" û "Pornocu Posta" berz kirin û di navbera girseya dixwast bikeve avahiya rojnameyê û polîsan de rageşî derket.

Piştî Nivîskarê Rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik di konçeya xwe de heqaret li kurdan kir Federasyona Komeleyên Guneydoguyê bi armanca şermezarkirina nîvîskar bang li her kesî kir. Li ser vê yekê bi hezaran kesê li ber Koma Medyayê ya Doganê ya li Îkîtelliyê kom bûn. Parlementê BDP'ê Bengi Yildiz, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Mustafa Avci û Serokê Federasyona Komeleyên Guneydogu Abdulhakim Daş ji tev li çalakiyê bûn.

Girseyê dowîzên "Êdî bes e", "Bêşeref Candaş", "Pornocu Posta", "Te jî malbata xwe dît Candaş?" û "Bi aqilbin û sebra me bi dawî nekin" hilgirtin û sloganên "Bêşeref Candaş îstîfa", "Pornocu Posta" berz kirin. Polîsan li ber rojnameyê tedbîrên berfireh girtin û dinavbera polîs û girseyê de rageşî derket. Li aliyê din parlementer Yildiz, Hevserokê BDP'a Setnbolê Avci û Serokê Federasyonên Komeleyên Guneydoguyê Abdulhakîm Daş ji bo bi rayedarên rojnameyê re hevdîtinê bikin çûn avahiya rojnameyê. Sekna girseyê ya rageş didome.

DÎHA (ft/mae)