1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Rêberê ku li Amarayê vejiya: Abdullah Ocalan
Rêberê ku li Amarayê vejiya: Abdullah Ocalan,rêberê,ku,li,amarayê,vejiya,abdullah,ocalan

Rêberê ku li Amarayê vejiya: Abdullah Ocalan

A+ A-

ANF - STENBOL - ZEYNEP KURAY 16.01.2014 07:09:30 Jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo belgefîlmekê bû mijar. Di belgefîlm de cih ji vegotinên kesên ji malbata Ocalan û PKK'ê re hatiye veqetandin. Belgefîlma ku Derhêneriya wê Senar Turgut dike, dîroka PKK’ê vedibêje.

Senar Turgut, bi fîlmên xwe yên wekên Siyabend û Xecê, Şevên Tarî, Baranê Destpê kir tê nasîn. Turgut niha jî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di belgefîlma xwe de vedibêje. Turgut ku ji bo bi Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinê bike di 10’ê Kanûnê de serî li wezareta Dadê da û xebatên xwe yên belgefîlm cara yekemîn ji ANF’ê re vegot. Turgut da zanîn ku belgefîla ku dê ji du pêngavan pêk were, de bi kesên ji malbata Ocalan, mamosteyên wî yên dibistana seretayî, ji damezrînerên PKK’ê Cemîl Bayik, Mustafa Karasu, Alî Haydar Kaytan hedîtin kiriye û cih daye vegotinên wan. Her wiha Turgut ji jiyana Ocalan derdikeve rê û dîroka PKK’ê jî vedibêje.

Ev gotara ku dê bi sê beşan bê dayîn, di beşa wê ya yekemîn de ji zarokatiya Ocalan heta 1980’ê me bi Senar Turgut re axivî.

-Fîkra kişandina belgefîlma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa derket holê?

Ev 27 sale ez di sektora sînemayê de me. Min gelek fîlm yên wekê Şevên Tarî, Siyabend û Xecê, Baranê Destpêk kir, kişand. Berê jî fîlmên kesên wekê Mahatma Gandî, Nelson Mandela hatibûn çêkirin. Ji ber ku Birêz Ocalan jî di vê kategoriyê de ye, ev demek dirêje ez li ser vê difikirîm. Piştî girevên birçîbûnê yên girtîgehan, piştî ku birayê Ocalan, Mehmet Ocalan çû Îmraliyê, min bi Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û bi wesîleya wî min fikra xwe ya çêkirina belgefîlm ragîhan jê re.

VÎ ZAROKÎ BIDIN XWENDIN, EV DÊ BIBE KESAYETEK GIRÎNG

-belgefîlm ji çend pêngavan pêk tê?

Ez bi hevalên xwe yên sînemavan re axivîm. Piştre me biryar da ku em ji zarokatiya Birêz Ocalan heta îro, belgefîlmê ji du beşan bikişînin. Min dest bi lêkolîneke berfireh kir. Destpêkê ez çûm gundî Amara ya Rihayê. Min mamosteyî yê dibistana seretayî Fuat beg dît, min hevdîtin pê re kir. Piştre bi xwişka wê ya lingekî wê jêkiriye Ayne, xwişka wî Fatma û Mehmet, zavayên wî re û kesên din yên malbatê re hevdîtin pêk anî û min salên wî yên têkoşînê lêkolîn kir. Piştre ez çûm Qendîlê û min bi hevalên wî re hevdîtin kir.

-zarokatiyek çawa ye?

Bav û kalên Birêz Ocalan yên herî mezin 100 sal berê ji ber doza xwînê ji Bismil a Amedê koçî Xelfetiya Rihayê kirine. Navê kalê wanê yekem hatiye Rihayê Omer e. Navê Omerlî jî ji wir tê. Di zarokatiya Ocalan de li wir dibistan tune. Ji ber vê jî ji ber biçe dibistanê her sibeh, nêzî 4 kîlometre rê dimeşe. Mamosteyê wî dibistana seretayî Fuat beg, diyar dike ku xwendekarê wî yê herî jîr û serkeftî Ocalan bûye û got: Di matematîkê de pir serkeftî bû. Em matmayî dihiştin. Ocalan li gorî xwendekarên din kesekê cuda bû, her tiştê xwe parve dikir. Bi nêzîkatiyên xwe ne wek zarokekî, wek kesekî mezin tevdigerin. Ji malbateke xizan dihat. Bavê wî cotkarî dikir. Rewşa wan a aborî zêde ne baş bû. Rojekê min gazî bavê Ocalan kir. Min got kurê we gelek jîr û serkeftiye, teqez bidin xwendin. Min got ger hun nekaribin Ocalan bidin xwendin, ezê Ocalan bidim xwendin. Min got ev zarok dê di pêşerojê de bibe kesayetek girîng.” Bavê wî jî sozê dide mamoste Fuat û piştre dibistana navîn li Denîzliyê ligel xwişka xwe Hava dixwîne. Piştre diçe lîseyê. Pişre diçe Zanîngehê. Destpêkê fakulteya hiqûqê qezenc dike û piştre dikeve azmunê derbasî fakulteya Zanistên Siyasî dibe.

LI DIJÎ MAFÊ JINAN DI TEMENÊ BIÇÛK DE XESASIYET

-Kesên ji malbatê Ocalan çawa vedibêjin?

Me zarokatiya Ocalan bi xalî Suleyman Beg ku Ocalan gelek jê hez dike, re axivî. Xalê wî, xwişk û birayên wî dibêjin Ocalan her tim dixwend û dixebitî. Dibêjin; çûk digirt û xwedî dikir. Mînak jinên gund yên ku em pê re axivîn dibêjin; Ocalan dema 8 salî bû, keçikek cîrana wan zû dizewicînin û dema Ocalan bi vê agahdar dibe, hewl dide astang bike. diçe ji keçikê re dibêje; Tu çima di vî temenî de dizewicî? Biçe dibistanê, tu çi dikî di vî salî de dizewicî, tuyê bibî koleyê mêr? Yanî di temenê wî biçûk de xesasiyeta wî ya mafê jinan destpêkiriye.

RÊBERA MALBATÊ DAYIKA WÎ BÛ

-Tê gotin ku di jiyana dayik û piştre jî nêrîn û fikrên wî yên der barê jinan de pir bandora wî heye. Di vê mijarê de qet tişt hatin gotin?

Teqez di jiyana dayika wî de cihê wî yê mezin heye. Hem pir jê hez dike û hem jî pir jê şerm kiriye. Me ev mijar zêdetir bi Mehmet Ocalan re axivî. Dayika wan bi rastî jî keseke pir jîr, pir serkeftî bûye. Bavê wan jî kesekî bêdeng û oldar bûye. Rêveber û otorîteya malbatê dayika wan bûye.

BERIYA MELE, DIÇÛ MIZGEFTÊ

-Tê gotin ku di zarokatiya xwe de pir girêdayê ola xwe bûye?

Belê wisa dibêjin. Bavê wî kesekî oldar bûye. Li gorî min di vê miajrê de bandora wî heye. Li gund mizgeftek heye. Li gorî vegotinan sibehê beriya ku mele biçe mizgeftê Ocalan diçû mizgeftê. Her sibeh, beriya mele çûye mizgeftê û cihê xwe girtiye. Heta mele rojekê ji bavê wî re dibêje; Kurê te her sibeh beriya min diçe mizgeftê, ger wisa biçe dê kurê te bifire’. Rojekê jî ji Birêz Ocalan dipirse; Tu çawa her sibeh wisa zû radibî û tê? Birêz Ocalan di zarokatiya xwe de her sibe zû rabûye û çûye mizgeftê nimêj kiriye.

NAQOKIYA DI LÎSEYÊ DE DESTPÊKIRIYE

-mereqa siyasetê di kîjan salan de destpêkiriye, ev nokteya dîrokî di kîjan asta jiyana wî de destpêkiriye?

Ji dibistana navîn û şûnde ji malbatê vediqete. Li derve dixwîne. Dibistana Navîn destpêkê li Nîzîpê dixwîne. Piştre diçe cem xwişka xwe Hava, Denîzliyê. Lîse û Zanîngehê li Enqereyê dixwîne. Ji ber vê jî tenê havînan li gund derbas dike. Di lîseyê de hinek tiştan ferq dike. Destpêkê li dijî leşkeriyê pir erêniye. Heta dixwaze biçe dibistana Leşkerî. Mamosteyê wî yê dibistana seretayî Fuat beg wiha dibêje; bi gundiyê xwe û xizmê xwe Azîz re wê demê li Enqereyê di heman lîseyê de dixwînin. Havînekê tên gund, hewl dide Azîz qeydê dibistana leşkerî bike. Ji Azîz re dibêje; em yek bibin Fermandarê Gitşî, ye jî bibin fermandarên hêzên hewayî. Emê wê demê şoreşê bikin û Kurdistanê ava bikin. Li kurdan pir neheqî hatiye kirin.’ Li ser vê Azîz jî diçe malbata xwe re dibêje û malbat jî diçe cem mamosteya Fuat û dibêjin;Ji Abdullah re bêje, kurê me bila tevli siyasetê neke.” Fuat beg jî gazî Ocalan dike û nesîhatan li Ocalan dike, lê Ocalan vê carê wî îqna dike. Piştre tercîha xwe di lîseya Pîşeyî ya Tapu Kadastro ya Enqereyê de dike. Naqokiyên serê wî zêde dibin. Demeke ku ol û felsefe cihê xwe diguhere dijî. Destpêkê pergala baweriyê didarizîne. Têgeha xweda lêpirsîn dike. Ew ji ciwanan dur ketiye. Ciwanên ku bi futbolê dilîstin, ji dur ve dişopand. Li Enqreyê piştî ku bûyerên rast,çep rû dane, bê deng namîne. Li aliyekê bandora mezin ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê li ser heye û li aliyê din jî bandora lîder Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş heye. Tevgerên Ciwanên Şoreşger hene û bandorê li ser dike. Ocalan di van rojan de bi mijara kurdbûnê re eleqeder dibe. Carna tevli mîtîngên Rojhilat dibe. Di 1969’an de dema dibistana pişeyî diqedîne şûnde diçe Amedê û dibe memurê kadastroyê. Di wê demê de pirtûkek ‘Alfabeya Sosyalîzmê dixwîne. Piştî vê her tişt diguhere. Ocalan di kadastroyê de bi karên pîvanan ereziyanre eleqeder dibe. Wê demê dibe şahidê zor û zehmetiyên ku gundî dikişînin. Dibe şahidê ku gundê çawa rastî neheqiyê tên û li dijî vê mêtîngeriya ku tê jiyîn bertekên Ocalan dertên holê. Ji bo wî nokteya dîrokî di 1970’ê de li Stenbolê pêk tê. Li wir li Bakirkoy salekî memuriya kadastroyê dike û piştî vê qeydê fakulteya hiqûqê dibe û demek şûnde terciha xwe di alî Zanistên siyasî de dike. Di wê demê de bi awayekî aktîf berê xwe dide sosyalîzmê. Ocalan ku tevli civîna ku Mahîr Çayan dike dibe û bandorek mezin li ser dibe. Ev cesaretê dide Ocalan.

DEMA RIYA WAN DIBE YEK

-Kemal Pîr û Mazlum Dogan kengî nas dike?

Dema Zanistên siyasî dixwîne Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Durmuş nas dike. Piştî înfaza Mahîr Çayan ya li Kizildereyê şûnde, Birêz Ocalan li dibistanê boykotê organîze dike û ji ber vê tê girtin 7 mehan li girtîgeha Mamakê dimîne. Di girtîgehê de têkiliyên wê zêdetir dibin û li wir yekem car biryara avakirina rêxistinê digire û di vê mijarê de pêngavên xwe li girtîgehê davêje. Wê demê Mehmet Ocalan ku leşkeriya xwe dikir, çûye girtîgehê cem birayê xwe. Lê destê nadin hevdîtinê. Ocalan piştî ji girtîgehê derdikeve aktîf tevli siyasetê dibe û Alî Haydar Kaytan li fakulteyê nas dike. Kaytan ku dema dibishîze xebateke li ser tevgera kurdan e diçe cem Ocalan. Ocalan jê re dibêje; tu ji ku derê ye; Kaytan dibêje; Ez ji Tunceliyê me. Ocalan dibêje; na ne Tuncelî, tu ji Dêrsîmê ye. Kaytan diyar kir ku axaftina Ocalan ya 3,4 saetan bandorek mezin li ser wî kiriye. Kaytan got wê demê di valahiyekê de bû, lê li ser axaftina Ocalan ew zelal bûye. Bi vî awayî hêdî hêdî pêngav hatine avêtin û Ocalan Kemal Pîr û Harî Durmuş nas kiriye.

HEVALATIYA BI NÎQAŞ DESTPÊKIRIYE

Mustafa Karasu li fakulteyê bi xebateke wisa dihese. Wê demê di baskên ciwanan yên CHP’ê de cih digire. Piştî boykota li dibistanê navê kesê organîze kiriye dipirse û dibêjin Abdullah ‘Apo’ organîzekiriye. Karasu diyar dike ku ew destpêkê hêrs dibe û piştre rojekê li Fakulteyê Ocalan nas dike. Hevalek wî nîşan dide û ew jî bi hêrs diçe dibêje; tu çima tiştek wisa dikî. Piştî hinek axaftin Ocalan jê dipirse û dibêje tu ji ku derê ye; Karasu dibêj e Sêwas Zara. Ocalan dibêje navê wê rast Koçgiriye û li ser vê sohbet kur dibe.

HEWLDANÊN RÊXISTINÊ

Fikra rêxistinê çawa çê dibe?

Belê ji bo rêxistinbûnek nû alarm tê dyîn. Makeqanûna 21- 24’ê bê navber nîqaş dikin. Danûstandina fikr dikin. Biryara avabûnek nû digirin. Dixwazin pirsgirêka kurd di esasa sosyalîzmê de bigirin dest. Lê çepa tirk nêzî vê nabe. Bi kurdan re li hev nakin. Piştre Ocalan dibêje ev wisa nameşe û bi hêza xwe ya xweser tevdigerin û biryara xwe didin û li Enqereyê Komeleya Hîndekariya Bilind ya Demokratîk (ADYOD) ava dikin. Di 1975’an de ADYOD tê girtin û hinek hevalên wan jî tên girtin. Ocalan li Dîkmen a Enqereyê civînek çê dike û hewl dide rêxistinbûnê ava bike. piştre bi çend hevalên xwe re derdikeve tura Kurdistanê Agirî, Qers, Elezîz, Amed û Çewlîkê. Navê wan wek Apocî belav dibe. Di 1’ê Gulana 1977’an de 37 mirov hatin qetilkirin. Kuştina Hakî Karer darbeyek mezin bû li tevgerê.

Û PKK TÊ AVAKIRIN

Piştî komkujiya Mereşê di demeke ku li kolanan pevçûn dijwar dibe Ocalan tê Amedê. Li gundê Fîs a Amedê di 27’ê Mijdara 1978’amde rêxistina PKK’ê tê vakirin. Bruşorên Serxwebûn li gel tên belavkirin. Ji bo nasandinê.

DÊ BIDOME.