1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Sal 2010î bi binpêkirinan derbas bû
Sal 2010î bi binpêkirinan derbas bû,sal,î,bi,binpêkirinan,derbas,bû

Sal 2010î bi binpêkirinan derbas bû

A+ A-

Karneya Tirkiyeyê di qada azadiya çapemeniyê gelek nebaş e. Tirkiye di sala 2005'an de di nav welatiyên cîhanê de di rêza 98'an de cih girt di sala 2010'an di nav 178 welatan de jî di rêza 138'an de cih girt. Hêj li Tirkiyeyê zêdetir 50 rojnameger di girtîgehan dane. Tirkiye di sala 2010'an de bi taybet cezayê li Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kuruşn û nêz 2 hezar dozên din ên li rojnamegaran hatin vekirin hem di rapora Pêşxistina YE'yê û hem jî di rojeva rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî de cih girt.

Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de her sala bi qarneyên nebaş rê digire. Di sala 2010'an de li Tirkiyeyê di mijara binpêkirina mafên mirovan de çapemeyê jî para xwe girt. Nêzî 50 rojnameger di girtîgehan dane û 12 rojname û kovar jî weşanên wan hatin rawestandin. Di sala 2010'an de di çarçoveya ramana azad de 790 kesan cezayên pere girtin. Tirkiye di sala 2995'an de di qada çepemeniyê de di nav welatên cîhanê de di rêza 98'an de cih girt. Li gorî rapora Rojnamegerên Bêsînor di sala 2010'an hêj daket xwarê û di nav 178 welatên cîhanê di rêza 138'an de cih girt. Di rapora Pêşxistina YE'yê jî di qada azadbûna raman de binpêkirina mafan didome û lêpirsîn, darizandin dibin sedema oto sansurê. Her wiha hate bîrxistin ku li gorî madeyên 285 û 288'an ên TCK'ê 4 hezar û 91 doz hatine vekirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li hemberî çapemeniyê êrîşên siyasî didomin û minaka vê yekê jî cezayê di sala 2009'an de da Koma Medyayê ya Doganê nîşanda. Her wiha di raporê de hate destnişankirin ku li Tirkiyeyê ji meha gulana 2008'an heta meha mijdarê ya 2010'an Youtube hate qedexekirin û zagona hejmara 5651'an ramana azad sînor dike.

Kesên mirovan dikujin 12 sal, ji Rojnameger Kurşun re 166 sal cezayê girtîgehê

Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di 6 mehên sala 2010'an de li hemberî çapemeniyê 5 hezar lêpirsîn hatine vekirin û ji van 2 hezar vegeriyane dozê. Ji ber vê yekê rojnameyên Gunluk, Azadiya Welat, Zaman, Star, Taraf, Bugun, Radîkal, Vakît, Yenî Şafak û Mîlliyet maxdurbûn. Herî zêde li gorî madeyên 285'an a TCK'ê ya "Binpêkirina lêpirsîna veşarî kirin" û madeya 288'an rastî lêpirsînê tên û di demên dawî de ji ber faliyetên rojnamegeriyê doz li hinek rojnameran hate vekirin. Hêj 50 rojnameger di girtîgehê dane û di der heqê 29 rojnameger û dezgehan de cezayên girtîgeh û pereyê hatin dayîn. An ev ceza 5 salan tên talukirin an jî li Dadgeha Bilind in. 100 rojnameger jî di bin gefên girtîgehê dane. Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiye Welat Vedat Kurşun bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" 166 sal cezayê girtîgehê xwar.

Di sala 2010'an de tiştê herî baş ew bû ku Gerîndeya Giştî ya Rojnameya Gunlukê Fîlîz Koçalî û Midûrê Nûçeyan Ramazan Pekgoz, Nûçegehanê Milliyetê Namik Durukan û Hasan Çakkalkurt ji ber nûçeyên çêkirin û Rojnamegerê Milliyetê Nedîm Şener ji ber pirtûka bi navê "Dînk Cînayetî ve Îstîhbarat Yalanlari" dozên hatin vekirin berat bûn.

Binpêkirina mafan di rojeva EFJ, ÎFJ û G-9'an debû.

Binpêkirina mafan di sala 2010'an de ji rojevê derneket. Binpêkirina mafan ji rojeva Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Fererasyona Rojnamegerên Navnetneweyî (IFJ) û Platforma Rêxistinên Pîşeyî (G-9) derneket. EFJ'ê di 18'ê nîsana 2010'an de xwest rojnamgerên girtî serbest bên berdan û daxwazname da. EFJ'ê di 24'ê gulanê de kampanya "Ji rojnamegran re azadî" dest pê kir. IFJ'ê di 28'ê gulanê de biryara piştgiriyê da. G-9'ê di 22'ê hezîranê de kampanya "Ji bo rojnamegeran azadî" da destpêkirin. Di 25'ê tebaxê de 18 saziyên çapemeniyê ku li Konseya Çapemeniyê civîyan Platforma Ji Rojnamegeran re Azadî" (GOP) ava kirin. Her wiha di 2010'an de 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku li Mirûdê Karên Nivîsan ê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun hate birîn, mohra xwe li rojevê xist.

Ji xalên 285, 288 ên TCK'ê û TMK'ê bi sedan doz hatin vekirin

Ji xala 285'an a TCK'ê tenê ji Koma Dogan re 395 doz hatin vekirin. Ji ber nûçeyên doza Ergenekonê 249 doz hatin vekirin. Li rojnameya Yenîşafakê 150, Zaman 500, Star 407, Taraf 197, Cumhuriyet 9 doz hatin vekirin. Dîsa rojnameya Gunluk ku ji 2006'an heta niha 35 caran hate girtin, heta niha 83 caran weşana wê hate rawestandin û bi dehan caran doz lê hate vekirin. Dîsa der barê nivîskar Ahmet Altan, Mehmet Baransu, Yasemin Çongar, Şamîl Tayyar, Ertugrul Mavîoglu, Îsmail Saymaz, Fîlîz Koçali, Ramazan Pekgoz û gelek rojnamegerên din de bi sedan doz hatin vekirin.

Rojnamegerên kurd tên girtin

Ji ber şopandina nûçeyan bi dehan rojnamegerên kurd hatin girtin. Midûrê Rojnameya Demokrasiyê Erdal Guler, Nûnerê Weşana Aramê Bedrî Adanir, Midûrên Karên Nîsan yên Kovara Heviya Jinê Gurbet Çakar, Berivan Eker, Koordinatorê Weşana Gun TV Ahmet Bîrsîn, Midûrên Karên Nivîsan ên Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun, Ozan Kiliç, Nûçegîhana DÎHA'yê Hamdiye Çiftçi, Emîne Altinkaya, Alî Buluş, Behdin Tunç, Faysal Tunç, Mehmet Karaaslan û xebatkarên Firatê Seyît Akyuz, Cabbar Karabag, Xebatkarê Radyo Dunya Karabîl û gelek kesên din niha girtî ne.

Di girtîgehê de nêzî 50 rojnamevan hene

Navê rojnamevanên din yên di girtîgehê de ev in: Xebatkarên Rojnameya Azadiya Walatê yên Mêrsînê, Abdulcabbar Karadag, Dilşa Ercan, Alî Çat, Nûnerê Azadiya Welatê Elezîz Alî Konar, Edîtorê Kovara Bîlîm û Gelecek Baha Okar, Xwedî û Midûrê Nivîsê yê Rojnameya Îşçî-Koylu Bariş Açikel, Nivîskarê Rojnameya Atilimê Bayram Namaz, Nûnerê Rojnaemya Gundemê yê Mêrsînê Parlak, Nûçegîhanê Rojnameya Atilimê Dîlek Keskîn, Edîtorê Kovara Eylulê Erdal Susem, Nivîskar Erdogan Akhanli, Xwedî û Midûrê Nivîsê yê Kovara Odak Erol Zavar, Koordînatorê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Radyoyê Fusun Erdogan, nivîskarê kovarên Red û Enternasyonalê Hakan Soytemîz, Nivîskarê Rojnameya Atilimê Hasan Coşar, Xwedî û Midûra Rojnameya Atilimê Hatîce Duman, Gerînendeyê Giştî û Nivîskarê Rojnameya Atilimê Rojnamevan Îbrahîm Çîçek, Gerînendeyê Giştî yê Radyo Dunyayê Kenan Karavîl, Xebatkarên Kovara Ozgur Halkê Mahmut Guleycan, Emrullah Aslan, Hîkmet Tunç, Sevcan Atak, Faruk Mete, Haydar Erdogan, Xebatkarê Kovara Devrîmcî Hareketê rojnamevan-nivîskar Mehmet Yeşîltepe, Nûnerê Kovara Ekmek û Adaletê yê Enqereyê, Mustafa Gok, Nûnerê Rojnameya Azadiya Welatê yê Dêrsîmê Nurî Yeşîl, Koordînatorê Giştî yê Rojnameya Atilimê Rojnamevan-Nivîskar Sedat Şenoglu, Nûnerê Rojnameya Azadiya Welatê yê Edeneyê Seyîthan Akyuz, Xebatkarê Rojnameya Îşçî-Koylo yê Buroya Kartalê Suzan Zengîn, Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welatê yê Şahîn Baydagi, Nivîskarê Rojnemaya Atilimê Ziya Ulusoy, Nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê Mustafa Balbay û Tuncay Ozkan.

Dozên hatine vekirin jî yek û yek tên erêkirin

Dozên ku der barê rojnamevanan de hatine vekirin jî yek bi yek tên erêkirin û rojnamevan rêya girtîgehê digirin. Der barê Nûçegîhanên DÎHA'yê Îbrahîm Açikyer û Abdulrahman Gok de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kirine" 10 meh ceza hate birîn û dosya şandin, Dadgeha Bilind. Herî dawiyê ji nûçegînê DÎHA'yê Serkan Demîrel re jî bi hinceta "Her çikas ne endamê rêxistinê be jî, li ser navê rêxistinê sûc pêkaniye." 6 sal û 3 meh ceza hate birîn. Li gel vî cezayê bi giştî cezayê Demirel, gihişt, 15 sal û 6 mehan û dosyayên wî li Dadgeha Bilind disekinin. Nûnerê Azadiya Welat Alî Konar jî bi heman hincetê ceza girtibû.

DÎHA (lg/ft/mae)