1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sefereke din a tirkan bi ser başûr ve
Sefereke din a tirkan bi ser başûr ve,sefereke,din,a,tirkan,bi,ser,başûr,ve

Sefereke din a tirkan bi ser başûr ve

A+ A-

Bi çanda xwe ya çelexwarî başûr dager dikin

Komeleya 2010+ Zeynep Tanbay vexwend Hewlêrê.

Li gor agahiyên ku hatine girtin, komeleya bi navê 2010+ ku ji aliyê jina balyozê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Aydin Selcen, Melis Birden, jina Wezîrê Perwerdeyê yê Hukûmeta Herêmê Sefîn Dîzaî, Nurgun Dîzaî ku bi xwe tirk e û ji bajarê Bursayê ye û bazirgana kurd Ferda Cemiloglu ve hatiye damezirandin, hunermenda dansa modern Zeynep Tanbay ji bo rapêşînekê vexwendiye Hewlêrê.

Ev çalakiya komeleyê ji aliyê Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay ve jî tê destekkirin û nivîskarê nîjadperest ê tirk Fatîh Çekîrge di koşeya xwe ya îroj de piştî van agahiyan dide jî, fîlozofê kurd AhmedêXanî jî mîna yek ji dewlemendiya axa Tirkiyeyê nîşan dide û pêşniyazên bi vî rengî jî dike: ”Lewre ji bo rawestandina dijminahiya ku jiyana me dorpêç kiriye, rawestandina vê xwînê û hêrsê, pêdivî bi çekan, bi balafirên bê mirov kobrayên super nîne, bi dansa Tanbay, replîkên Dormen, bi dengê Zara, Neşet Ertaş, Kubat, Bingol, bi gotinên Lîvanelî, Nazim, K. Îskender, Yaşar Kemal û Pamuk heye.”

Di nav navên jor de bi tenê Yaşar Kemal kurd e ku ew jî di xizmeta ziman û wêjeya tirk de ye û vê jî bi folklor û motîfên kurdî dike.

Rêzefîlmên çelexwarî û nîjadperest ên tirk ku di hemû TVyên başûrî de têne nîşandan, dibistanên Fethullah Gulen û armancên wan dibistanan li gel xwendekar û şagirtên ku diçine wan dibistanan kî ne zarokên kî ne, dîsa qaşo hunermendên arabesk ên tirk ku rûmeteke mezin li başûr dibînin û bi awayê jiyana xwe jî bûne mînak ji ciwanên başûrî re û heyraniya zimanê tirkî ya di nav başûriyan de jî li gel vê nûçeya li jor bidin ber hev, ka hûn dê çi encamê jê derînin ji kerema xwe re bi me re jî parve bikin.

Amîda Kurd