1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Senarîstê 'Tek Turkiye' pornovan derket!
Senarîstê 'Tek Turkiye' pornovan derket!,senarîstê,tek,turkiye,pornovan,derket

Senarîstê 'Tek Turkiye' pornovan derket!

A+ A-

Derket holê ku Samîm Utku yê endamê Samanyolu Tv ya rêzefilmên li dijî Kurdan û bernameyên li dijî Kurdan diweşîne, di salên 70’yî de filmên porno kişandiye. Filmografiya pornoya Samîm Utku yê ku senarîstiya “Tek Turkiye” jî di nav de, gelek rêzefilmên STV a Cemeeta Gulen kirî, pir dewlemend e.

Rêzefilmên di sala 2007 de, di çarçoveya plana serfermandariya giştî ya Tirk bi navê “ Ji nû ve Şêwedayîna Kurd û Kurdistanê”, hatin amadekirin, di STV de dest bi weşanê kirin. Wekî “Qehremanên Bê Mirin”, “Kollama”, “Şefkat Tep” û Tek Turkiy”.

Agahiyên girîng derbarê rêzefilmên Kurdan sade, older, niyetbaş, lê nezan nîşan didin, de derket. Samîm Utku yê ku senarîstiya rêzefilmên Tek Turkiye û Şefkat Tepe kir, senarsîtî û derhêneriya gelek filmên porno kiriye.

Senarîst û derhêner Utku derhênerî û senarîstiya gelek filmên porno yên ji beriya 1980 kiriye. Hinek ji wana ev in; “Hanim Evladi”, “Kaldirim Dilberî”.

Samîm Utku di sala 1989 de wek lîstikvan di filmê “Tahrîk” de lîstiye. Di salên 70’ê de filmên porno, di salên 80’yî de arebesk, di salên 90’î de filmên cerbandinê û di salên 2000’ê de jî filmên muhafizekar kişandiye

ANF NEWS AGENCY