1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Serokomar daxuyaniya MGK’ê dubare kir
Serokomar daxuyaniya MGK’ê dubare kir,serokomar,daxuyaniya,mgk,ê,dubare,kir

Serokomar daxuyaniya MGK’ê dubare kir

A+ A-

Piştî civîna MGK’ê Serokomar Abdullah Gul hat Amedê. Rayedarên DTK’ê û BDP’ê diyar kir ku hatin û peyamên Serokomar Gul ji daxuyaniya MKG’ê cudatir nîne. Ji bo hin der doran hatina Gul ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wekî merheleyeke girîng dihat nirxandin, Daxuyaniya Gul wekî daxuyaniya MGK’ê bû û wek peyvan dubarê kir. Serokomar Gul diyar kir ku, zimanê fermî tirkî ye û wekî din zimanê fermî nîne.

Serokomar Abdullah Gul piştî hevdîtina walitiyê çû serdana Fermandariya Garnîzonê. Çapemenî tevli hevdîtina Fermandariya Garnîzonê nebû. Piştî hevdîtina fermandariyê bi ewlehiyeke mezin derbasî Şaredariya Mezin a Amedê bû. Li ser riya ku Gul derbas bû pankartên ku di çarçoveya kampanyaya ‘Du zimanî’ de ‘Serokomar bi xêr hatî bajarê me’ hatin daliqandin û her wiha heman tişt di bîlboardên dîjîtal de jî hatin nivîsandin. Serokomar Gul ji hêla Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Cigîra şaredariyê Hasîbe Îpek, Midûrê Giştî ya DÎSKÎ’yê Fahrettîn Çagdaş ve hate peşvazîkirin. Her wiha di endamên Meclisa Daîmî ya DTK’yê Altan Tan, Ruşen Çakir, Bejan Batur, nivîskar Sirri Sureyya Onder di peşwazîkirinê de amade bûn.

Hevdîtina Gul û Baydemîr ji çapemeniyê re girtî dom kir. Her wiha di hevditînê de Baydemîr ferhengokeke bi kurdî û tirkî diyariyê Gul kir. Gul di axaftina xwe de got ku cara duyeme tê serdana Amedê. Gul, destnîşan kir ku li gorî bajarên din gelek kêm tê serdana Amedê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo nêz ve guhdarkirina pirsgirêkan dê du rojan li Amedê bimîne. Li Amed bajareke herî girîng e. Ne tenê navenda herî mezin a Anatolyayê ye, navenda mezin a Rojhilata Navîn e. Li Amedê dîrokeke rast heye û muzeyeke mezin e. Tirkiye welateke mezin e. Em neteweke mezinin. Di nav vê neteweya mezin de taybetî û cudabûnên me yên mezin heye. Dîtina hemû taybetî û cudabûn hêzek e.”

Serokomar Gul di axaftina xwe de bal kişand nîqaşên demên dawiyê ya ‘du ziman’ û got ku zimanê fermî ya Komara Tirkiyeyê tirkî ye û dê wisa bidome. Gul, da zanîn ku di sazî û dezgehên dewletê de dîsa zimanê fermî tirkiye û zimaneke hevpar e. Gul, wiha got: “Lê niha di nav welatiyên Komara Tirkiyeyê zimanê cuda ji heye û li wî bajarî kurdî tê axaftin, her wiha erebî ji heye. Çend hejmar kem bejî yên ne misilman jî heye. Ev hemû ji zimanê meye. Li gorî makeqanûnê jî divê mîrateya çandê bê parastin û divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Ev tişt dewlemendiyeke.”

DÎHA (aw/mae)