1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Serokwezîr dixwaze bi tena serê xwe welat birêve bibe
Serokwezîr dixwaze bi tena serê xwe welat birêve bibe,serokwezîr,dixwaze,bi,tena,serê,xwe,welat,birêve,bibe

Serokwezîr dixwaze bi tena serê xwe welat birêve bibe

A+ A-

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di konferansa 649 sazî, dezgeh û gelek akademîsyen a bi navê "Çima makezagonekî nû?" a li Amedê pêk tê diyar kir ku Serokwezîr Erdogan dixwaze wekî padîşahekî bi tena serê xwe welat bi rêve bibe û pêşnûmaya di serê xwe de bi zorê bide qebûlkirin.

Konferansa li Navenda Çandê ya Cegerxwîn pêk hat nûnerên 649 sazî û dezgehên herêmê û gelek akademîsyen û Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî tevlî bû. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Recaî Bîlîcî axaftina vekirinê ya konferasê kir. Bîlîcî, diyar kir ku hewcehiya makezagonekî nû a civaka Tirkiyeyê li hev bîne heye û wiha got: "Divê makezagonekî hemû kes bi awayekî azad ramanên xwe têde bîbîne bê çêkirin û hemû kes tevlî pêvajoya înşaya makezagona nû bibe."

Demîrtaş: Serokwezîr dixwaze padîşahiyê bike

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku Serokwezîr Erdogan bingeha bi tena serê xwe welat rêvebibe amade dike û ji ber vê yekê jî tu kesî li ber çavan nagire, pêşnûmeya makezagonê di serê xwe de li welat înat dike û wiha got: "Em dibêin 'Makezagona tê amaedekirin divê hemû rengên civaka Tirkiyeyê bide xuyakirin. Ji bo vê makezagonê hemû kes nîqaşan bikin û ramanan aşkera bikin. Lê Serokwezîr naxwaze tu kes AKP'ê rexene bike. Lê divê makezagona nû bi awayekî elenî bê çêkirin. Niha meclîs, gel, rêxistinên sivîl û gel derveyî pêvajoya makezagonê ne. Dê çawa makezagonekî nû bê çêkirin. AKP jî nizane. Rêveberiya AKP'ê jî nizane, akademîsyen jî nizanin. Tenê Serokwezîr dizane. Ji ber ku dixwaze wekî padîşahekî bi tena serê xwe welat bi rêve bibe."

'Çima zarokên me hebûna xwe ji bo hemûna tirk diyarî bikin'

Demirtaş, ani ziman ku AKP makezagona xwe li hemberî civakê dixwaze îyat bike û wiha pê de çû: "AKP ev 8 salin di desthilatdariyê daye ji bo demokratîkbûna welat çi kirin. Hêj di mufredata Perwerdehiya Neteweyî de tu guherîn çênekirin e. Di pirtûkên dîrokê de tu guherîn çênekirin. Li vî welatî zagokên temenê wan 6-7 sali bi dîsîplîna leşkerî li ber dibistanan rêz dikin hemûna xwe diyarî hebûna tirk dikin. Her roj sodê bi zarokan didin xwarin. Wekîl, leşker, dadger û dozger çarekê sond didin lê zarok her roj hebûna xwe diyarî hebûna tirk dikin. AKP di nav 8 salan de ji bo guherîna van çi kir. Çima zarokên min dê hebûna xwe diyarî nijadekê bike."

Konferansê bi axaftinên Prof. Dr. Tahsîn Yucel, Rojnameger û Nîvîkar Nuray Mert, Serokê Baroya Stenbolê yê berê Prz. Yucel Sayman û Prz. Suleyman Bîlgîç di dome.

DÎHA (ft/mae)