1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Siyasetmedarên kurd dadgeh protesto kirin
Siyasetmedarên kurd dadgeh protesto kirin,siyasetmedarên,kurd,dadgeh,protesto,kirin

Siyasetmedarên kurd dadgeh protesto kirin

A+ A-

Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, li ser navê hemû siyasetmedarên kurd ên di "Doza Dîrokî" de tên darizandin axivî û xwest ku parastina kurdî bê qebûlkirin. Atalay, anî ziman ku ger wisa bidome êdî tevlî danişînan nabin. Pişt re siyasetmedarên kurd xwest ku ji salonê derkevin lê cenderme bûn asteng.

Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay li ser navê siyasetmedarên kurd ên li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tên darizandin mafê axaftinê girt û diyar kir ku ev 18 danişîn in hemû daxwazên wan tên redkirin. Atalay anî ziman ku ev doz dozekî siyasiye û bi vê dozê gelê kurd tê darizandin û vê yekê qebûl nakin. Atalay da zanîn ku di darizandinê de tu hewcehî bi wan tuneye û wiha got: "Eger wisa bidome em tevlî danişînan nabin." Piştî axaftinê hemû siyasetmedarên kurd bi çepîkan xwestin ji salona danişînê derkevin lê cendermayan ev yek asteng kir. Pişt re navber da danişînê.

DÎHA (ft/mae)