1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Siyasetmedarên kurd gotin 'Li vir im'
Siyasetmedarên kurd gotin 'Li vir im',siyasetmedarên,kurd,gotin,li,vir,im

Siyasetmedarên kurd gotin 'Li vir im'

A+ A-

Siyasetmedarên kurd yên di doza KCK'ê de tên darizandin, di 15'emîn danişîna dozê de di dema tespîtkirina agahiyên nasnameyê de bersivên wekî "Li vir im" "Amade me" dan. Heyeta dadgehê jî ev bersiv di girtekan de wekî "Bi zimanê ku tê fikirîn kurdiye axivî" da qeydkirin. Heyeta dadgehê destûr neda parastina kurdî.

15'emîn danişîna Doza KCK'ê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpêkir. Cendurmeyan di navbera bersûcên jin û mêr de kordon pêkanîn. Delegasyonên ji welat û derveyî welat tevli danişînê bûn. 104 jê girtî bi giştî 151 bersuc tevli danişînê bûn. Di dema tespîtkirina nasnameyan de bersucan bersivên wekî "Ez li vir im" "Amade me" dan. Heyeta dadgehê jî ev bersiv di girtekan de wekî "Bi zimanê ku tê fikirîn kurdiye axivî" da qeydkirin. Piştre kismê îdîanameyê ya têkildarî bersucê bi navê Seyîthan Harran ku beriya niha tevli danişînê bûbû, hate xwendin.

Ji kesên parastina bi kurdî kirin, mîkrofon hatin girtin

Parêzerê bersucan yê ji Baroya Amedê M. Emîn Aktar, xwest ku mercên hucreya li edliyeyê ya ku girti têde tên girtin bên başkirin. Heyeta dadgehê jî li ser vê yekê destûr da ku bersucên girtî li salona dadgehê bimînin. Piştre heyeta dadgehê dest bi girtina parastina kir. Beriya parastina heyetê hişyarî da ku ew parastina kurdî qebûl nakin. Piştî vê yekê bersuc Kamuran Yuksek, bi kurdî dest bi parastina xwe kir. Li ser vê yekî ji ber kurdî parastin kiriye dengê mîkrofona Yuksek hate qutkirin. Heyeta dadgehê jî piştre ji Yuksel re got, "Tu kirdî diaxivî" li ser vê yekê Yuksek jî got, "Belê ji ber ku ez kurd im, ez bi kurdî dipeyîvim. Em kurdin. Ev hezer sal in, li ser vê axê dijîn." Piştî axaftina wî mîkrofon ji wî hate girtin. Bersûc, bi kurdî parastinên xwe didomînin.

Demîrtaş: Hevalên me mafên xwe yên xwezayî bikartînin

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak ku tevli danişînê bûn, ji bo mîtîngê derbasî Qada Îstasyonê bûn. Demîrtaş, li ber deriyê edliyê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha axivî: "Hevalên em mafên xwe yên xwezayî bikartînin. Axaftina bi kurdî didomînin. Lazime dadgehê pêşî li vê bêdadiyê bigire. Heta niha helwesta dadgehê neguheriye."

Kişanak: Dadgeh peymana Lozanê binpê dike

Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak jî ji pirsa "Dê îsrara bersucan ya kurdî" bi dome gelo? ev bersiv da "Lazime ev pirs wekî 'Gelo israra bêdadiya dadgehê dê bidome an an' bê guhertin. Lewra hevalên me mafên xwe yê demokratîk bikartînih. Dadgeh peymana Lozanê binpê dike."

DÎHA (lg)