1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Siyasetmedarên kurd êdî tevli rûniştinan nabin
Siyasetmedarên kurd êdî tevli rûniştinan nabin,siyasetmedarên,kurd,êdî,tevli,rûniştinan,nabin

Siyasetmedarên kurd êdî tevli rûniştinan nabin

A+ A-

Siyastemedarên kurd ku di bin navê "KCK'ê de tên darizandin, di 18'emîn rûniştinê de diyar kirin ku bi boneya parastina wan ya bi kurdî tê astengkirin, êdî tev li rûniştinên dozê nabin. Siyasetmedarên gotinên Serokwezîr Erdogan yên di dema gera xwe ya li Êlihê de li ser pankarta "Hûn nikarin îradeya gel bidarizînin" gotibû "Kesên makeqanûnê binpê dikin dê bên darizandin" bibîrxist û got dadgeh fermana Erdogan pêk tîne.

Di rûniştina dozê de piştî hejmarê mafê axaftinê dan Seyîthan Haran. Haran jî bi kurdî axivî sucdariyên li derbarê wî de red kir. Li ser vê yekê ji ber ku kurdî axivtiye Serokê Dadgehê Menderes Yilmaz mîkrofona wî girt û axaftina wî wekî "Bi zimanê ku em difikirin kurdiye axivî" di girtekan de da qeydkirin. Parêzer, Metîn Îrîs, bibîrxist ku dadgehên li Rihayê destûr dane parastina bi kurdî û xwest ku li gorî vê dadgeh destur bide parastinên bi kurdi. Meqamê îdîayê jî xwest, ji ber ku bersuc tirkî dizanin ev daxwaz bê redkirin. Heyeta dadgehê jî bi heman hinceta daxwaza parasitan bi kurdî red kir.

Atalay: Em şahidiyê ji dozeke dîrokî dikin

Piştre, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, balkişand ser zêdekirina hejmara polîs û cendurmeyên li salonê û got ku ew kesên çamêrin û rê nadin tu tiştê nexweş pêkbên. Hate dîtin ku di dema axaftna Atalay de serî heta dawiyê heyeta dadgehê guh neda wî. Atalay, di berdewama axaftina xwe de balkinad ku heyeta dadgehê şahidiyê ji dozeke dîrokî dike û wiha axivî: "Dîrok tu carê vê dozê ji bîr nake. An baş, an jî dê nebab ev doz bibîr bê." Demîrtaş, der birî ku dozekî ne qrîmînal e û ev dozeke siyasiye. Demîrtaş, her wiha bilêv kir ku doz xitimiye û ev xitimîn jî ji ber helwesta dadgehê ya li hemberî parastina bi kurdî pêkhatiye.

'Helwesta me wekî ya destpêka rûniştinê ye'

Atalay, gotinên Parlementerê DEP'ê Hatîp Dîcle "Xeletiyek hatiye kirin. Lê em dixwazin ev xeletî bibe sedema 'Xêrekê'." bibîrxist û got ku ew hêj wisa difikirin ku ji bo parastina çareserkirina pirsgirêka kurd 'Xêrek' ji vê darizandinê derkeve. Atalay, anî ziman ku bi tawanbariyên neheq û bêbingeh tên sûcdarkirin, lê li hemberî vê yekê me sikûneta xwe parastiye. Atalay, bi lêv kir ku heta niha hemû daxwazen wan ji aliyê heyeta dadgehê ve hatine redkirin û got ku heyeta dadgehê ji bo ku rûniştin ne ajo, wiha tevdigere. Atalay, got ku bi hinceta "Revîn, wihdakirina delîlan û pêkutiya li ser şahidan" daxwazên wan yên tehliyeyê hatine redkirin û got ku ew dixwazin vê yekê bi aliyê hiqîqî nîqaş bikin. Atalay, bilêv kir ku ew dibinîn ku bi adil nayên darizandin û dixwazin parasitina bi kurdî bi heyeta dadgehê re nîqaş bikin. Atalay, bibîrxist ku heman dadgehê destûr daye parastina bi kurdî ya parêzer Sebahattîn Korkmaz û got ku di vî warî de dadghe siyasî tevdigere. Atalay, wiha axivî: "Eger, mirov ji bo mafê zimanê zikmakî bedel dabin, em jî bedela wî çi be bila bibe, em jî dê bidin. Ji bo me zimanê zikmakî bingeha herî esasiye. Em dev jê bernadin."

Atalay, guman xwe ya li hemberî biryara dadgehê ya red parastina kurdî û wiha got: "Heke dadgeha we di vê yekê de israr bike ji dadgehên Engîzîsyonê cuda nabe." Atalay xwest ku dadeh ji kurdî der bêje "kurdî" û dadgeh dewetî cidiyetê kir û wiha axivî: "Hûn li hindûr û derve zagonên li hemberî me pêktînin û ya me jî ya li hemberî vê yêkê rewaye. Li hemberî me û gelê me înyata zagonî pêkneynin. Hiqûqê pozîtîf binirxînin. Lê hûn bi israr negatîf di nirxînin." Atalay, da zanîn ku doz wan dozekî "suç" nîn e û wiha pê de çû: "Ev doz dozekî siyasîye. Ji ber ku siyasetmedarên kurd ên siyaste kirin tên darizandin dozekî siyasiye. Yên me derxistin vir em dixanin ku hikûmet e. Hûn jî dizanin. Yên li vir tên darizandin siyasetmedar in." Atalay, destnîşan kir ku dîroka Tirkiyeyê tejî eybên siyasî û demokrasiyê ne û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Helwesta dadgehê ji helwesta DGM û dadgehên 12'ê Îlonê paşrûtir e. Doza tê dîtin dozekî dîrokiye. Dîrok dê me wekî Mazluman bibir bîne. Em dixwazin hûn jî bibin kesên baş û we wekî hiqûqnasên baş bibir bînin. Em ev 88 salin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd siyasetê dikin. Em alîgirên yekbûniyê ne. Lê em li dijî yekpareyê ne. Li Tirkiyeyê propagandeya yekîtiyê li ser yekparteiyê tê kirin. Em di nav yektiya tekpareyê de nîn in. Ev yek faşîzm e. Yekîtî hemû cudahiyan di navxwe de parastin e. Ne wekî gotina Birêz Serokwezîr 'yekpar yekpar' nîn e."

'Çi bibe bila bibe gelê kurd ji daxwazên xwe dest bernade'

Atalay, bilêv kir ku ew piştgiriyê didin Xweseriya Demokratîk û xwest ku ev proje wekî projeya çareseriyê bê nîqaşkirin. Atalay, da zanîn ku dîroka komarê ya modernleşmeyê ye û wiha pê de çû: "Lê ji bo kurdan dîroka asîmîlasyon, red, înkar, îmha û dadgehan e. Kurd mexdurê 88 sala in. Daxwaz hene. Siyaseta vê yekê dikin. Gelê kurd çi bibe bila bibe dê daxwaz xwastekên xwe bike. Em dixwazin hûn ji di nav helwesta dest ji wan daxwazan bê berdan nebin." Atalay, anî ziman ku welatên Ewropayê jî rewşên wekî pirsgirêka kurd jîn lê bi raman û demokrasiyê ev yek çareser kirin û da zanîn ku dê dawiya Tirkiyeyê jî wisa lê bê.

'Serokwezîr hikum da'

Atalay, diyar kir ku AKP li pey serdetiyê ye û wiha dom kir: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze li ser civakê serdestiya xwe avabike. Minaka herî baş ev doz e. Ji ber ku bi fîtîkan serokwezîr protesto kirin protestoyê terorîze dikin. Li hemberî, ramana muxalefetê bêtehmul e. Li hemberî kurdan tu tehmulê nişan nade. Em dixwazin hûn xizmeta serdetiya hikûmta AKP'ê nekin." Atalay, bal kişand ser pankarta "Vîna gel nayê darizandin" a Serokwezîr Erdogan di gera Êlihê de dît û gotina Erdogan ya "Kesên makezagonê binpê dikin dê bên darizandin" bibîrxist û wiha got: "Serokwezîr hikum da. Ev darizandin jî ji bo ev hikum pêk bê tê kirin. Berpirsiyarên bi sedan cinayetan endamên Hîzbul-kontra û endamên Ergenekonê serbest hatin berdan. Lê dadgeh ji bo me biryara 'girtinê bidome' rihet dide."

'Tevlî danişînan nabin'

Atalay got, "Ev darizandin rewa nîn e" û bibirxist ku destûrê nadin wan parastinan bikin. Atalay, da zanîn ku ew dê bihestiyariya xwe bidomînin û lê divê dadggeh jî li hemberî wan bihestiyar bin. Atalay, destnîşan kir ku di pêvajoya darizandinê de destûr nedane wan ew bi zimanê xwe xwe biparêzin. Atalay, bilvê kir ku êdî ji bo ew tevlî danişînan bibin tu hewcehî tuneye û tevlî danişînan nabin.

Piştî axaftina Atalay hemû siyasetmedarên kurd ên di salonê de ji bo ku ji salonê derkevin rabûn serpiyan. Ji bo ku pêşiya siyasetmedarên kurd bigirin hêzên leşkeran ên alîkar hatin salon û barîkat danîn. Di salonê de siyasetmedarên kurd û xizmên wan 3 deqeyan helwesta dadgehê bi çepîkan protesto kirin. Pişt re serokê dadgehê navber da dadgehê.

Hate zanin ku siyasetmedarên kurd tevlî danişînê nabin. Heke siyasetmedarên kurd bi zora cendermeyan bînin salonê dê li ser piyan bisekinin.

DÎHA (ft/lg/mae)