1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Tehamula me ji helwesta li hemberî kurdî re nemaye"
"Tehamula me ji helwesta li hemberî kurdî re nemaye",tehamula,me,ji,helwesta,li,hemberî,kurdî,re,nemaye

"Tehamula me ji helwesta li hemberî kurdî re nemaye"

A+ A-

Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak piştî serdana girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de got, "Hevalên me bi komployê hatin girtin." Kişanak, balkişand ser daxwaza parastina kurdî ya siyasetmedarên kurd jî anî ziman ku ji bo edelet pêkwere lazime mercên xweparastinê bên afirandin û wiha axivî: "Hem dadgeh hem jî hikûmet di vî warî de xwedî berpisyariyê ye. Tu tehamula me ji helwesta li hemberî kurdî re nemaye."

Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak, Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, çûn serdana siyasetmedarên kurd ên di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de tên girtin. Kişanak bi 9 kesên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan, endama SES'ê Aynur Şahîn, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Azîze Yagiz jî heyî, di girtîgehê de hate cem hev. Kişanak, li ber girtîgehê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku hevalên wan xwestine alîkarî bidin jinek ku ketiye rewşek nebaş û piştre jî bi komployê hatine girtin. Kişanak destnîşan kir ku rewşa Girtîgeha Rihayê gelek xerab e û got, "Girtîgeha Rihayê îşkenceye" Kişanak, xwest ku mercên girtîgehê bên başkirin.

'Hikûmet û dadgeh berpisyar in'

Kişanak, pirsên rojnamevan yên der barê doza KCK'ê de jî got: "Eger Tirkiye li dû şopa çareseriyê be, cihê herî hêsan dadgeh in. Ji bo ku edelet pêk bê lazime mercên parastinê bên afirandin. Hem dadgeh hem jî hikûmet di vî warî de xwedî berpirsiyariyê ye. Tu tehamula me ji helwesta li hemberî kurdî re nemaye." Kişanak piştî daxuyaniyê, derbasî Navenda Çandê ya Rihayê bû.

DÎHA (lg/mae)