1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Tirkiye ji pêşveçûnan aciz e'
'Tirkiye ji pêşveçûnan aciz e',tirkiye,ji,pêşveçûnan,aciz,e

'Tirkiye ji pêşveçûnan aciz e'

A+ A-

Pisporê Rojhilata Navîn Prof.Bjk. Fîkret Başkaya pêşveçûnên li Tunusê û Misirê nirxand û got: "Raperîn êdî nîşane ku mirov dibêjin 'kêr gihiştiye hestî êdî bese'. Tirkiye ji ber van pêşveçûnan aciz e." Başkaya, anî ziman ku ev raperîn ne wekî ya 68'an lê ji bo bindestan girîng e.

Yek ji pisporê Rojhilata Navîn Prof. Bjk. Fîkret Başkaya, raperînên li Tunus, Misir û derdora wan nirxand û anî ziman ku divê qebulkirin ku ev raperîn aciziya gel a li hemberî xîzanî, zextî û girêdayî şert û mercên wan e. Başkaya, bal kişand ser bûyerên Misir û Tunusê û wiha axivî: "Gelo dê li Misirê çi bibe? Dibe ku Baradey rejîmeke demborî ava bike. Ya duyem jî dibe ku artêş darbeyê bike. Ya 3'emîn jî dibe ku tevgera li vir ber bi îstîkameteke radîkal biçe. Ev îxtîmaleke biçûk in. Çimkî paradîgmaya vê tevgerê tune ye, amadekariyên îdeolojîk tune ye. Biçekê nêzî rejîmeke lîberal. Hûn dê bibêjin ma ev xerab e na ev ne xerab e. Le çareserkirina pirsgirêkê ne li wir e. Dibêjin demokrasiya rojava. Demokrasiya rojava wekî lîstîkeke sîrkê ye."

Tirkiye ji pêşveçûnan aciz e

Başkaya, da zanîn ku rewşek xerabtir dernakeve holê û dem bi paş ve naçe. Başkaya, bi bîrxist ku Biriyên Misilman jî tên nepixandin û wiha got: "Raperîn ne li bi pêşketina molayan pêk hatiye. Lê pêvajoyê dê çawa biçe, kî dê serdest bibe ji niha ew nayê zanîn. Lê li vir rewşa kêr gihiştiye hestî û êdî bise heye. Lê qelsiya paradîgmayê heye." Başkaya, balkişand ser helwesta Tirkiyeyê û da zanîn ku Tirkiye ji van pêşveçûnan aciz e. Başkaya, daxuyand ku Tirkiye ji vê yekê aciz dibe û wiha pêde çû: "Di nava serdestan de tifaqiyeke xwezayî heye. Ev tevger heger ku ber bi riyeke demokratîk ve biçe dê ji bo emperyalîzmê bibe pirsgirêk."

'Em ne li bendê ne ku bişibe dema 68'an'

Başkaya, bi bîrxist ku bûyerên wisa nayê zanîn ku dê kengî dest pê bikin û ber bi ku ve biçe. Başkaya, derbirî ku ew ne li bendê ye ku bûyer wekî yên 68'an bibe û wiha domand: "68 şoreşeke li navenda emperyalîzmê bû. Di warê çanda polîtîk de xwedî bandor bû. Lê di vê rabûnê de ev pêk nayê. Ligel her tiştî moralê mirovan zêde bûye."

DÎHA (ay/mae)