1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Viyan Şoreş: Divê em xwedî li erkên xwe derkevin
Viyan Şoreş: Divê em xwedî li erkên xwe derkevin,viyan,şoreş,divê,em,xwedî,li,erkên,xwe,derkevin

Viyan Şoreş: Divê em xwedî li erkên xwe derkevin

A+ A-

BÊRÎTAN ZAGROS-ANF 22.10.2014 07:40:21 Endama Jineolojiyê ya Rojhilatê Kurdistan Viyan Şoreş diyar kir ku Tevgera Azadiya Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de tevgereke enternasyonalîst e û ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê ev bang li gelê Rojhilatê Kurdistan kir, “Ev di warê manewî de ruhekî bilind ê neteweyî ava dike. Ne tenê li ser sînor divê biçin Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî xebat û çalakiyên hunerî yên bi mebesta piştgirî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dar bixin.”

Berxwedana Kobanî wek her Kurdek azadîxwaz û xwedî wijdan e hejand, tevayî Rojhilatê Kurdistanê jî hejand. Bi dirûşmayên dewlemend û watedar Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe ya neteweyî ya tam û hestên xwe yên welatperwerane bi xwepêşandanan derbirîn. Me jî van serhildanên Rojhilatê Kurdistanê yên bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanî bi berfirehî bi endama Jineolojiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Viyan Şoreş axivîn.

Hûn serhildanên Rojhilatê Kurdistanê ku bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanî, têne lidarxistin çawa dibînin?

Gelê Kurd jî mîna her gelekî her timî daxwaza jiyaneke azad kiriye û ji bo wê jî, li ku dera Kurdistanê be ser hildaye û têkoşîna xwe berz ragirtiye.

Dewletên mêtinger û dagirkerên Kurdistanê bi rêsandina sînoran re wer zanîn ku gelê Kurd parçe kirine û vê jî bi ser xistine. Lê, em dibînin ku gelê Kurd di her firsendekê de serî hildide û eger sînorên çêkirî (sunî) ne hilweşandibin jî lê, di dil mejiyê xwe de têk birine. Eger em çav li dîroka nêz a Kurdistanê bikin em ê bibînin ku di bûyerên heyatî yên çarenûsa gelê Kurd diyar dike de gelê Kurd li her şûneke lê ye de bi yek dengî û yek rêzî têkoşîna xwe berz kiriye û bi rêbazên cur bi cur piştevaniya xwe diyar kiriye.

‘ROJHILATÊ KURDISTANÊ DI MIJARÊN HEYATÎ DE TIMÎ BÛYE XWEDÎ HELWESTEKE WATEDAR’

Ez vê jî bi girêdana wê ya bi çand û nirxên neteweyî yên kûr ve girê didim. Di demên pêwîst û zarûrî de ti car xemsar nêz nebûye. Rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokeke şanaz e. Dikarin bêjîn hêzên desthilatdar bi navê Aryayîbûyîn, bi navê Îranîbûyîn ti carî nekarîne ku hestên neteweyî yên gelê Rojhilatê Kurdistanê tine bikin û ji beşên din ên Kurdistanê qut bikin.

Hûn vê tenê weke hestekê îfade dikin?

Nexêr, ne tenê hest, zanistiyeke kûr a neteweyî jî mewzûbehs e. Ji ber helwestên tenê ji hestan pêk tên temen dirêj nîne. Mîna agirê kayê ye, carekê de hiltê û ditefê. Lê, ya ez qala wê dikim hest û zanistiyeke kûr a neteweyî ye, her du bi hevdu re hene û eger yek hebe yê din tinebe tê wê wateyê ku yek aliyê wê seqet dimîne. Bi kurtî di demên pêwîst de ti carî piştgiriya xwe texsîr nekiriye.

‘HETA DAWIYÊ EM Ê HEVDU BIPARÊZIN’

Yanî di demên man û nemanê de dikevin dewrê?

Belê, bêguman wisa ye. Tam jî di demên ku dagirker wer difikirin ku ew rih tinebûye û êdî zindî nabe de bi îhtîşam xwe dide der. Ango zimanê van serhildanan ev e; em ne Kurdê Îran in, ne Kurdê Iraq in, ne Kurdê Sûrî ne û ne jî Kurdê Tirkiyeyê ne, em tenê û tenê Kurd in û van sînorên ku we hêjayî me dîtiye me ti carî hezm nekiriye û hêjayî xwe nabînin, ji lewma car bêdeng îsyan dikin car jî bideng serî radikin û em ê hevdu, heya hebin jî biparêzin û bihêz bikin.

Ez bawerim di 15’ê Sibata 1999’an de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîl kete destê dewleta Tirk de jî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê serhildan çêbibûn û heta gelek kes şehîd ketibûn. Heta wê demê jî xebateke berfireh a PKK’ê li Rojhilatê Kurdistanê tinebû û zêde jî nedihate naskirin. tevî ku dewleta Îranê her digot ew serokê Kurdên Tirkiyeyê ye jî lê, gelê Rojhilat ti carî ne hate lîstikên dewleta Îranê. Wexta, Rêbertî hate girtin gelê Rojhilatê Kurdistanê vê ji Kûr ve hîs kir û di wê zanebûnê de bû ku di şexsê Rêber Apo de hedef, şikandina îradeya gelê Kurd e, ji lewma jî şikandina îradeya wî bi xwe ye. Dizanîn ku di şexsê Rêbertî de hewl didin gelê Kurd ê azadîxwaz teslîm werbigirin, biçûk bixin û ji hêz û vîna wê dûr bixin. Xwedîderketina li Serokatî ya wê demê xwedîderketina li serokekî netewî yê Kurd bû û bi vê hişmendiyê pêla serhildanan destpê kir. Yanî Rêbertî weke ferdek nedidîtin û çarenûsa xwe di çarenûsa Rêbertiyê de dîtin. Peyam dan ku em Abdullah Ocalan weke Rêberê xwe qebûl dikin û îradeya me ye. Her çend naskirineke hûr û kûr nebû jî lê, gelê Rojhilatê Kurdistanê erkê xwe yê dîrokî, neteweyî û wijdanî pêk anî.

Destwerdanên dewletê di çi astê de bû?

Serhildanên pir bi armanc û îdeolojîk bûn. Qişreke zehf zana beşdarî li van serhildanan kirin. Her wiha beşdarbûna jin, ciwan û zarokan bi taybet balê dikişandin ser. Ya rastî dewlet di destpêkê de weke meşekî tenê dest girt. Lê, wexta li armanca wê û qişrê ku beşdarî van serhildanan bûne temaşe kir, tirsiya û bi awayekî herî hovane bi ser gel de çû. Wê demê gelek şehîd û birîndar çêbûn û di rêjeyeke pir zêde de girtin çêbûn.

Ev serhildananên ji bo Kobanê, birêxistinkirî bû yan wer di ber xwe de bi awayekî xwezayî çêbûn?

Rojhilatê Kurdistanê di gelemperiya dîroka xwe de, xwedî rê û resmeke serhildanan bûye. Ezmûneke girîng a Rojhilatê Kurdistanê ya serhildanan heye, bandora serhildanên Bakurê Kurdistan, sazbûna Kantonên Rojavayê Kurdistanê jî li ser Rojhilat hebû. Ev tev bûn sedem ku gel bi xwe bikare bi xwe rêxistin bike û serhildanan li dar bixin. Avabûna pergala demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê dilxweşî û hêviyeke mezin di gelê Rojhilatê Kurdistanê de çêkiriye. Berê jî serhildan çêdibûn lê, aliyê xwe yê hest zêdetir serwer bû. Niha hem hest heye lê, ya herî girîng jî zanistiyeke kûr a bergirî li nirxên neteweyî kirin, li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye. Ev rêxistinkirineke navxweyî ya xwezayî ava kiriye. Ev rih û yekparebûna civakeke demokratîk dide nîşandan.

Her çend komara Îslamiya Îranê siyaseta besîckirin, her wiha berfirehkirina pergala cerdevaniyê, fihûş, madeyên hişbir di nava ciwanan de xwest pêş bixe, her wiha civakê feqîrî û bêkarî di asta herî jor de jî be, tevî vê tev jî ew tiştên ku dewleta Îranê hedef dikir û li ser van rêbazên hovane razemenî (sermayeguzarî) dikir û wer dizanî ku rihê neteweyî li Rojhilatê Kurdistanê têk biriye jî bi peyama ku Rojhilatê Kurdistanê di van serhildanan de daye re, îspat kir ku komployên dewleta Îranê pûç bûye.

Divê dewleta Îranê dilxweşne bû ku rêbazên wê ser dikeve. Çiqasî biçewisîne û serkutkirinê zêde bike jî eger fikrê azadiyê carek di civakek de pêş bikeve şûnde zehmete ku were zeftkirin. Dewlet çiqasî zext zêde bike, divê bizane ku wê nerazîbûn û daxwazên avakirina sîstemeke xweser û demokratîk ew çende bilind bibe. Ji ber gelê Kurd êdî dizane li piş wî artêş û rêxistineke dêwana ya azadiyê heye. Natirse û dizane azadiya wê êdî nêz e. Eger pergaleke azad û demokratîk hebe, wê kî qesta ew sîstema dagirker û serkutker bike. Helbet kes qesta venake. Êdî konjektûr û şert û mercên Kurdistanê ji her demê zêdetir amade ye ji bo azadiya gelê Kurd. Jixwe ji ber bihêzbûna gelê Kurd e ku îro êrîş û komplo bi cureyên cûda xwe mezin dikin û bi bêrehmî êrişê tînin ser gelê Kurd.

RUH YEK E NAYÊ PARÇEKIRIN

Dewleta Îran çima ji van serhildanên xwedîderketina li Kobanê ditirse?

Dizane ku xwedîderketin û parastina Kobanê di heman demê de xwedîderketin û parastina li xwe ye jî. Ango wexta Kobanê birîndar dibe, di heman wextî de Rojhilatê Kurdistan jî xwîn winda dike. Eger Kobanê bikeve destê dagirkeran wê demê dagirkeriya li ser Rojhilatê Kurdistanê kûrtir û bihêztir dibe. Dibe ku bedena Kurdistanê hatibe parçekirin lê, ruh yek e nayê parçekirin.

Yanî eger Kobanê ser jî bikeve, ev wê di warê erênî de bandorê li gelê Rojhilat jî, bike?

Helbet. Baş yan xerab her cûre guhertineke li Kurdistanê û bi taybet jî li Kobanê çêbibe, êdî çarenûsa tevahî Kurdan diyar dike. Gelê Kurd îro, hema hema tev gihiştiye asteke polîtîk û heta rasterast beşdarî siyasetê dibin. Êdî çi dikeve bin xizmeta wî çi nakeve bin xizmeta wî di encama ezmûnên salan de dikare ji hev derxe û bi xwe xeta xwe diyar bike. Êdî siyaseta rejîmê ya bihêzkirina Besîc, cerdevanî, îşkence, darvekirin û hwd. bi ti awayî nikare dîwarê tirsê qehîm bike. Ev dîwar êdî derizî û her diçe ev derizok firehtir dibe. Niha têkoşîneke bêtirs pêl bi pêl mezin dibe. Ji ber mirov sînorên di serê xwe de ji holê rakirin. Her wiha zanîn ku tirs tişteke berhemê mirov e. Çawa tişt bi dest tên çêkirin, dikarin bi dest werin hilweşandin jî. Di serî vêya de jî tirs tê. Tirs, reflekseke xwezayî jî be lê, tirsa îro desthilatdaran di dil û mejiyê mirovan de çêkiriye ji rastiyê dûr e û bi temamî tişteke sûnî ye, ne xwezayî ye.

Gelê Kurd ê Rojhilat gelo di van serhildanan de daxwaza xwe ya ji bo pergaleke demokratîk û asta amadekariya xwe vegot?

Ev serhildanên niha li seranserê Kurdistanê û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê tenê li hember DAIŞ û dewleta Tirk nîne, li hember her cure dagirkerî û zilmê ye û Îran jî di serê vêde tê. Li hember her cure serkutkirinên li ser gelê Kurd serî rakirinek e. Eger îro em li dijî hovîtiya DAIŞ a serî jê dike û qetil dike serî radikin di heman demî de li dijî îdamên ku dewleta Îranê dikin jî serî radikin û bersiveke ji hemû kiryarên qirêj ên li ser gelê Kurd re ye. Eger dewleta Îranê vê rast nexwîne wê şaştiyeke mezin bike. Rastxwendina vê ne di serkutkirina gelê Kurd re derbas dibe, rastxwendina vê gelê Kurd ku îro li herêmê xwedî hêzeke stratejîk a diyarkirina çarenûsêna xwe û ya herêmê ne, divê negire hember xwe û gavên demokratîk bi awayekî lezgîn biavêje ku weke Tirkiye bi serê wê de neyê.

‘REJÎMA ÎRAN ŞKESTINEKE MEZIN XWAR’

Dewleta Îranê her timî siyaseteke taybet bi Kirmanşan û Îlamê şopandine û hewldaye nakokiyên olî û mezhebî kûr bike û nasnameya neteweyî têk bibe. Lê, hem xwedîderketina wan a li Kobanê hem dirûşmayên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîmeneke nû ji Kirmanşanê derxist, mirov dikare bêje siyaseta rejîma Îranê ya mezheparêz êdî di nava Kurdan de têk diçe?

Di dema Şah de Kurdan dibin navê nasnameya Aryayîbûyînê de ber bi sîstemê ve dikişandin, nasnameya Kurdewarî bi rêya nasnameya Aryayîbûyînê, dixwestin bêtesîr bikin û nasnameya Kurd a serbixwe têk bibin. Di dema komara Îslamî ya Îranî de jî bi zîhniyeteke mezhebgerayî her hewldane Kurdên Şîa ji nasnameya wan a neteweyî dûr bixin û nasnameya ayînî bidin pêş. Di destpêka avakirina komarê de ji ber polîtîkayên mezhebî parçebûnê di navbera Kurdan de çêkirin. Kirmaşan weke navenda asîmîlasyonê hatibû hilbijartin. Digot Kurdbûn zehf girîng nîne û Şîagerayiyê derdixist plana pêş de. Di van demên dîrokî yên gelê Kurd de me dît ku siyaseta rejîmê ya li ser Kirmanşan û Îlamê pûç bûye û serkêşiya pûçkirina vê siyasetê jî bi taybet Kirmanşan dike. Xwedîderketina li nirxên neteweyî de helwesteke mînak raber dike. Gelê Kirmanşan gelekî têgihiştiye û xwedî sekneke hestyar e. Xuya dibe ku bandoreke ew polîtîkayên rejîmê bikurahî li ser Kirmanşahê çênebûye. Bi taybet dirûşmaya ‘Bijî Serok Apo’ helwesteke radîkal a neteweyî nîşana her kesî daye. Bi awayekî vekirî û aşkera Kirmanşan xeta xwe diyar dike. Çi îdeolojî, felsefe û paradîgma diparêze ji her kesî re ragihand û pergala desthilatdar a li ser xwe tê ferzkirin bi tundî red kir. Niha Kirmanşah bi helwestên di mijara Şengal û Kobanî de raber kir, li Rojhilatê Kurdistanê rola pêşengiyê girtiye ser şanê xwe. Polîtîkaya rejîma Îslamî ya Îranê şkesteke kujêr li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî li Kirmanşahê xwar.

HERÎ ZÊDE JIN Û CIWAN DIKARIN PÊŞENGIYÊ BIKIN

Mimkun e ku ev serhildanên Rojhilatê Kurdistanê tenê bi vê demê re sînordar nemîne û di bidestxistin û daxwazkirina mafên xwe yên rewa de derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê bibin?

Eger ev rihê di van serhildanan de derkete holê, xwe birêxistin bikin û xebateke navxweyî di pêşengiya jin û ciwanan de pêş bixin, wê ti car nemirin. Berevajiyê wê dê ev serhildan bibe nirxeke mayînde ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê da ku çarenûsa xwe diyar bike. Her tişteke rêxistinkirî be ti car têk naçe û her diçe mezintir dibe. Divê gel bê ku li benda hinek din bimînin, xwe birêxistin bikin. Gelek ezmûnên gelê Kurd ên têkoşîn û xwe rêxistinkirinê hene. Ragihandin faktoreke girîng e ku eger bixwazin jê sûd werbigirin. Bikaranîna teknolojiyê her çend ji aliyê desthilatdaran ve were astengkirin jî lê, gelek rêk û rêbazên afirîner hene ku xwe bigihînin materyalên herî bihêz. Bi dehan pirtûkên Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistan hene ku dikarin jê sûd werbigirin û ji wan re rênîşandar û alîkar be. Di roja îro de qet pirsgirêka xwe gihandina agahiyên herî dewlemend nîne. Hezar û yek rêk û rêbazên pêwendiyan hene ku dikarin li gel tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê bikevin pêwendiyan û alîkariyê jê bixwazin, perwerdeyê bibînin û têkoşîneke demokrasiyê ya berfireh bi rê ve bibin. Civaka Îran û Rojhilatê Kurdistan civakeke xwendewar e (bisewad), ji lewma dikarin bi rêyên pir dewlemend têkoşînê bi rê ve bibin û rêxistinên xwe yên demokratîk û azadîxwaz pêş bixin. Jin û ciwan beşên ku herî zêde ji aliyê pergalê ve hatine çewisandinin, ji lewma herî zêde ev beş dikarin pêşengî ji civakê re bikin û vî dengî xwe yê bihêz yê azadîxwaziyê mayînde bikin. Çawa dibêjin Kobanî bi tenê nîne, ew jî bi tenê nîne. Tenê daxwaz, înat û wêrekî dixwaze.

Eger îro bi dengeke bilind li Rojhilatê Kurdistanê bi yek dengî û yek rêzî gelê Rojhilat dibêje ‘Bijî Serok Apo’ ev tê wateya binpêkirina hemû qedexeyên rejîmê û her wisa bawerî hêza li pişt xwe heye. Baweriya xwe bi kî heye?

Ya rastî gelê Rojhilat bi çavekî tazî û bêşîrove dît ku wexta êrîş li ser Şengalê çêbû tevî ku Rojavayê Kurdistan di nava şerekî giran de bû jî lê, YPG û YPJ bê ku yek gotinî bike, bi hawara gel ve çû, gerîla ji çiyayên Kurdistanê ve dîsa ber bi hawara gelê Başûr ve çû. Ev hem gelê Rojhilat dilniya kir hem jî bawerî pê da ku eger sibe êrîşek li ser wî çêbibe hêzên wî yên parastinê hene ku bi awayekî fedayane xwe fedayê xak û gelê xwe dike. Bê şîrove her tişt bi çavên xwe dîtin û bi xwe biryara xwe dan. Hêzên parastina Kurdistanê sînor nas nakin, li ku derê êrîş li ser gel çêbibe, ew li wir parastina gelê xwe dikin û vê jî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji gelê herêmê re jî ji gelê cîhanê jî selmandiye.

Gelê Kurd van hêzan bi îradeyeke azad nas dike û bi awayekî fermî weke hêzên xwe yên parastinê pejirandin e. Piştî ku gelek hêzek weke îradeya xwe nas kir zû ya dereng her kes neçare ku nas bike. Ji ber ti hêz ser hêza gel re nîne. Gelê Kurd tev (ji derveyî hindek aliyên marjînal ên Kurd), van hêzên parastinê qebûl kirine û di dilê gelê Kurd de bi cih bûne. Ji bo gelê Kurd êdî girîng nîne ku ka hikûmeta Başûr fermî nas dike, hêzên dagirkerên Kurdistanê nas dike an jî hêzên cîhanî wan nas dike yan na.

Ya herî girîng gelê Kurd bê ku li bin bandora ti hêzek de bibîne bi xwe fermiyetê daye bi van hêzên parastinê. Eger hêzek ji aliyê hêzên desthilatdar ve neyê naskirin û fermiyet pê neyê dayîn, tê wê wateyê ku ew hêz hêzekî gel e ji ber vê nayê naskirin. Ji ber desthilatdarî û gel du aliyên tam dijberê hev in. Çi xebat û têkoşîneke alîgirê gel be zûpzû sîstema desthilatdar wê qebûl nake û her timî bangeşeya reşkirinê dike, da ku di çavên gel de biçûk bixe û sî bixe ser têkoşîna wan. Ji lewma jixwe eger hêzek hema yekser an jî zû ji aliyê desthilatdaran ve were naskirin gelê me bi guman lê temaşe dike û dizane di wî tiştî de sextekariyek heye. Fermiyet qezenc kirin jî ancax bi hevgirtina gel û têkoşîneke mezin a hêzên parastinê gengaz e. Gelê Kurdê azadîxwaz bi têkoşîna xwe wê xwe bi her kesî bide qebûlkirin û her kes jî wê neçar be ku hesabê wê bike, bêy wî ti biryarek negire. Ev tenê û tenê bi têkoşîneke bihêz derbas dibe. Gel dizane ku YPG-YPJ, HPG-YJA STAR, YRK û HPJ’e, YBŞ hêzên parastinê yên heqîqî ne ku wan diparêzin. Gel van hêzên parastinê weke hêzên xwe yên parastinê yên neteweyî qebûl kirine.

Zikê gel êdî ji axaftinan têr e. Tenê û tenê pratîk dixwazin. Pratîk jî di van hêzên parastinê yên xwe feda kirine de dibînin. Li her beşeke Kurdistanê gelê Kurd pişta xwe bi van hêzên parastinê xurt kiriye. Dixwazim bi vê mijarê ve girêdayî balê bikşînin ser xaleke girîng ku jixwe YPG û YPJ di nava xwe de hêzeke homojen nîne, ji her beşeke Kurdistanê tevlîbûn jêre çêbûye. Heta şervanên wan yên Rojhilatî jî hene û şêhîdên YPG’ê yên Rojhilatî jî hene. Her wiha di nava YRK’ê bi xwe de jî ji her çar beşên Kurdistanê ciwan hene û weke hêzeke neteweyî xwe ji hemû ciwanên Kurdistanê re vekiriye.

We beşdarbûna jinan a ji serhildanên Rojhilat re çawa dît?

Li Îranê derbirîna raman û azadiya raman hema bêje di radeya herî jêr de ye. Lê, wexta jin dibe mewzûbehs hem qedexe dû qattir dibin hem jî bi ti awayî tehemûl ji fikrên jinên lêgerînvan re nîne. Eger qanûn carek ji bo mêr derbas bibe, ji bo jin dibe du qat heta sê qat jî. Yanî qanûneke taybet bi jinan di meriyetê de ye. Heta qanûn jî ji bo jinan pêwîst nake, zîhniyeta rejîmê destûrê dide hemû cûre zext û çewsandin li ser jinan bê kirin, bê ku li pişt de qanûnek hebe. Wexta dor tê jinê qanûn jî feyde nake û her cûre pêkanînên kêfî mubah tê dîtin. Ji lewma wexta jinek tevlî çalakiyan dibe rastî her cure êrişên dewletê tê. Em rêpîvan, çalakî û xwepêşandan jî bidin aliyekî pêşî li her cure xwe rêxistinkirin û meşandina karên xweser ên jinan tê girtin.

Eger ez werim ser pirsa we wexta çalakiyên cur bi cur li Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgirîkirina li berxwedana Kobanê çêbû, me dît ku beşdarbûna jinan hebe jî lê, li gorî dihat xwestin nînbû. Li hinek bajaran beşdarbûnek kêm jî be hebû û heta tevî hêjmara kêm jî mora xwe li wan meşandan lê, li hindek bajaran jî hema hema qet hebûna jinan di nava çalakiyan de tinebû. Wexta em li beşên din yên Kurdistanê bi taybet li Rojava û Bakurê Kurdistanê temaşe dikin beşdarbûna jinan di asta herî jor de ye. Her hal tenê gotina beşdarbûn wê kem be, pêşengiyeke zehf çalak dikin ji bo şoreşa azadiyê. Ev pêşengiya jinên Kurd êdî her roja paştir ezbereke din a desthilatdaran xera dike û dost û heta dijminên gelê Kurd jî rêz didin ev berxwedana bêhempa ya jinên Kurd. Îro eger berxwedana Kobanî, Şengal û bi giştî jî ya berxwedana Rojavayê Kurdistanê dengvedaye, deyndarê têkoşîna bêeman a jinên Kurd e. Ev berxwedana jinên Kurd tirs û xofeke mezin di dilê desthilatiya mêr û dijminên gelê Kurd de çêdike.

‘JINA KURD A ROJHILAT CIHÊ XWE DI REFÊN HERÎ PÊŞDE BI QEHREMANÎ GIRTIYE’

Her çend jinên Îranîû yên Rojhilat rastî her cure bêhiqûqî û kiryarên kêfî yên dewleta Îranê tên jî lê, divê bizanibin ku êdî ev jî ji aliyê jinan ve hatiye şikandin. Divêherî zêde jin ne fermaniya medenîbikin. Jin çiqas bitirse desthilat jî ewçende hêz ji tirsa jinê digire û bi ser de diçe. Lê, eger jin ne tirse û bi wêrekî têbikoşe wê demê wê desthilatdar ji jinê bitirsinû nikarin dilê wan çawa xwast bi ser jinê de biçin.

Di dîrokê de zûpzû qelîştok çênabin û derfetên mezin ji bo azadiyê nazên. Kî van qelîştokan bikare bi awayeke lezgîn dagire ew dikare, însiyatîfê bidest bixe û çarenûsa xwe diyar bike. Biqasî ku ev derfet ji bo gelên bindest zaye ewçend jî derfet ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk ku jin bidestê xwe bihûne zaye. Ev derfet herî zêde jî ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê çêbûye û divê em jinên Rojhilatê Kurdistanê ev derfeta ku di tepsiya zêrîn de ji me re hatiye pêşkêşkirin eger berdêla wê giran jî be, ji dest nedin. Eger em naxwazin zarokên me jiyaneke weke me dibin zext û zora sîstema bavikaniyê de jiyan bike, divê em serî hildin û xwe rêxistin bikin.

Ev têkoşîneke neteweyî çi pêwendiya xwe bi têkoşîna azadiya jinê re heye?

Weke goşt û neynûkê bihev ve girêdayî ye. Em jinên Kurd hem weke netewe hem jî weke cins ji her cûre mafên xwe yên xwezayî bêpar hatine hiştin. Berpirsyariya me ya esasî ye ku em ji bo avakirina neteweya demokratîk bi roleke pêşeng rabin.Neteweya demokratîk ferq naxe navbera cinsan, gelan, baweriyan û her beşeke civakê. Jiyaneke mûşterek a li ser esasê pîvanên demokratîk û azad esas têgirtin. Di neteweya demokratîk de jin xwedî her cure mafên xwe yên xwezayî ye. Ji lewma em jin, di neteweya demokratîk de dikarin hem weke Kurd, hem bi baweriya xwe hem jî weke cinsek azad bijîn.

Ji bo zarokên me jî heman çarenûsê bi me re parve nekin, divê em çarenûusa xwe bixwe diyar bikin ku zarokên me azadane, şad û bianor jiyan bikin. Têgotin ya wexta desteke biyanî li hêlîna çûkê dikeve, çûk wir çol dike, ji ber dibêje heram bûye. Ji lewma divê em jin bihestên xwe yên welatperwer yên herî bihêz pêşengî ji her cûre çalakî, xwepêşandan û aktîvîteyên medenîû siyasî re bikin.

Herkes dizane ku jin li Afganîstanê dibin zext û zilmeke çawa ya pergala mêr de ye. Hem rejîma desthilatdar hem jî talîban hem jî pergala malê ya mêr ji her aliyê ve jinê dorpêçkiriye û ser kut dike. Lê, li roxmê wê jî jinên Afganîstanê çalakî li dar dixin û dibêjin ‘Divê em berxwedanê ji Jinên Kobanî Fêrbibin’ ev cihê şanaziyê ye ji bo me jinên Kurd ku em li herêm û cîhanê hatine asteke wer ku herkes me ji xwere mînak digire. Eger ew jinên Kurd jixwere weke pêşeng qebul dikin, em çima di asta herî jor de van jinên berxwedêr û bianor jixwere mînak negirin! Rêxistinên jinan îro mîna kivarkan li her derê derketine û têkoşîneke bêhempa didin. Hêzên parastina jinan li hemû beşên Kurdistanê hene. Ev hêz li pişt kê hebe yek xule (deqîqe) jî di cihê xwede nasekine.

‘ZEXTEKE NE DIYAR A REJÎMA ÎSLAMÎ LI SER JINÊ HEYE’

Eger çalakiyek ji jin û mêr pêk were, bandora xwe sed qatî zêdetire û herdu bihevre xweşîk in. Têkoşîneke jin di navê de nebe ew têkoşîn kêm û seqet e. Serhildanek rengê jin di têde serwer nebe ew serhildan nikare encama dixwaze bidest bixe.Wexta çalakî û her cure xebateke ji bo welat û civaka Kurd çêbû divê jin û mêrên Kurd bi yek rêzî têbikoşin da ku bikarin bi awayeke bibandor û encamgirbe. Eger yek jin di nava têkoşînê de kêmbe anjî nînbe divê di wir de asta welatparêzîû têgihiştina xwe ya li welatperweriyê were lêpirsînkirin. Ancax bi beşdarbûna her du cinsan û her beşeke civakê têkoşîneke watedar û encamgir were dayîn. Yan wê welatparêziya me nîvçe be û nîvçe jî bimîne. Êdî pîvan derketiya asta herî jor ji lewma pêvajo ne welatparêzîû şoreşgeriyeke nîvçe, welatparêzîû şoreşgeriyeke pir alî li ser me ferz dike. Ev peyama min bi taybet ji bo mêrê Kurd e. Tevgereke rewanîû ruhî ya bihêz li Rojhilatê Kurdistanê ji bo serhildan û berxwedanê çêbûye. Êdî gellek tabû di vê pêvajoya dîrokî de hatine şikandin. Ji lewma ya pêwîst têkoşîneke mûşterek (hevbeş) e. Jin û mêrên Rojhilatê Kurdistanê divê bi riheke mûşterek berpirsyariyên xwe yên welatparêziyê bicih bînin. Ev yek jî, pîvan û prensîbên demokrasiyêne. Jin nîvê civakê ye eger nîvê civakê beşdarî li kar û xebat û her wiha têkoşînê neke, ew têkoşîn nîvçe ye. Ji bo em bêjin bandoreke mezin a şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye divê hebûna jinê di nava hemû çalakîû xebatan de hebe û bi rola pêşeng rabe. Ji ber jina Rojhilat jineke zanaye û xwedî wêîrade û cesaretê ye ku di derbarê xwede biryaran bigire û beşdariyeke çalak çêbike. Mayîndekirina ev rihê berxwedan û serhildanên Rojhilatê Kurdistanê di xwe rêxistinkirinên cûr be cûr re derbas dibe. Xeta heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zîlan, Viyan Soran, Arîn Mîrkan û Şirîn Elemhulî ji bo me jinan manîfestoya jiyaneke nûye. Divê em bi rihê van jinên qehraman jiyan bikin û têbikoşin.

We fikrên xwe yên di derbarê serhildanan de anî ziman, ji vêya şûnde divê ev têkoşîn çawa berdewam bike, ji ber metirsiya li ser Kobanê û heta tevayî Kurdistanê heya niha jî berdewam e?

Gelê Bakurê Kurdistanê di çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanî de berdêleke giran a bi rûmet da. Bi wêrekiyeke mezin xwedî li Kobanî derket. Her çend dewleta Tirk a nesîbê xwe ji însaniyetê negirtiye û di refên DAIŞ de li dijî gelê me yê Bakur şer dike jî lê, gelê me yê Bakur bi ruheke seferberiyê xwedî li destkeftiyên xwe derket û derdikeve. Rêber Apo pêvajoyeke çareseriya demokratîk li Tirkiyê da destpêkirin lê, îro çarenûsa vê pêvajoya çareseriyê bi Kobanî ve girêdayî ye. Eger gelê me yê Bakur statûyeke xweser û demokratîk bidest bixin û her wiha Kobanî serbikeve Îran neçare ku gav biavêje û ev di heman demê de çarenûsa gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî diyar dike. Yanî eger gelê Kurd li beşeke Kurdistanê statûyeke fermî bidest bixe ev wê bi navê giştiyê gelê Kurd bidest bixe. Yanî dibe, destkeftiyê me tevan. Ji lewma divê em çalakiyên demkurt bes nebînin û berdewamiya wê bînin. Di gelek şoreşan de me dîtiye carna biheman, hemwext serhildan çêbûne û bûye sedema hilweşandina dîktatoriyên herî qedîm jî.

‘TI HÊZ, JI SER HÊZA TÊKOŞÎNA GEL RE NÎNE…’

Di şevek de Kurd li Bakur bi hev re rabûn ser xwe ne tenê Tirkiye tevayî cîhan hejandin. Hema hewldan peyamek ji Rêbertiya me bigirin. Bi bandora serhildanên li Bakur û beşên din ên Kurdistanê careke din çareseriya pirsgirêka Kurd xistine rojevê. Ev bi qasî berxwedana YPG-YPJ’ê bandor kir ewqas jî berxwedana gelê Kurd a li tevayî Kurdistanê û derveyî welat jî tesîr kir. Divê kes nebêje ma ez bikim jî dibe nekim jî dibe, wê çi ferq bike? Ne wisa ye. Çepik bi destek nabe ango deng dernaxe, lê dema dibe herdu dest deng derdixe. Divê demê de ji dest her kesî tê ku tiştek biçûk an mezin bike. Dibe ku rengê beşdarbûna her kesî ji hev cihêwaz be an jî her kes nekare bi heman şêweyî tevlî bibe, ev asteng nîne li pêşiya têkoşînê. Pêşengeheke wêneyan jî dikare deng vede, konserek, şanoyek, peykerek, helbestek, medya civakî û hwd. jî dikare berxwedana li Kurdistanê bide nasîn û hişyariyek bide çêkirin. Li zankoyan de xwendekarên me dikarin bi ciwanên ji neteweyên din re bên ba hev û têkoşîneke hevbeş bi rê ve bibin.

Pêwîst e, ciwanên me têkoşîna azadiya Kurdistanê û fikrên Rêber Apo ya ji bo azadiya tevahî gelên herêmê bi wan bidin naskirin û semînaran organîze bikin. Divê yên ku me nas nakin yan jî dixwazin xwe bigihînin nava refên têkoşînê de, ciwanên me yên Kurd rê nîşander bin. Divî warî de hewldan û kedeke mezin tê xwestin. Divê bênavber çalakiyên cur be cur li zankoyan bê lidarxistin. Di her çalakiyek de divê heta digihijin hedefa xwe dest ji wan çalakiyan bernedin. Tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê tevgereke di heman demê de enternasyonalîst e. Ji lewma divê ciwanên me yên Kurd ên welatparêz ne tenê ciwanên Kurd divê ciwanên ji netewe û baweriyên cuda jî bandor bikin û bikişînin nava refên azadiyê de da ku pêşengên rasteqîne ji bo wan gelan jî çêbibe û em ber bi Rojhilateke Navîn a demokratîk ve biçin. Tevgera me tevgereke gerdûniye û divê em jî bi vê ferasetê xwedî li erkên xwe derkevin.

Eger zarokekî 8 salî diçe ji bo sînoran bişikîne û bihilweşîne û di vê oxirê de ji aliyê dagirkeran ve tê şehîd xistin, êdî ev ji bo me Kurdan ew deme ku, gotin wateya xwe wendakiriye, tenê berxwedan û çalakî dikare bibe bersiv. Dibe ku ew zarok ne xwedî zanyariyeke kûr a di derbarê sînoran de be lê, dizane ew dijmin daniye û jixwere weke erkek dizane ku divê wê rake. Ya rastîn wateya sînor jî dibe ku nizane lê, dizane beşeke xizmên wî li Nisêbîna Bakurê Kurdistanêmane ew bixwe jî li aliyê Qamişlo mane.

‘ZAROKEKE LÊ, WAN SÎNORAN QEBÛL NAKE Û JI BO SÎNOR RAKE JÎ ŞEHÎD DIKEVE’

Ez bawerim hema her kes ew dîmenê ku mirov dihejîne û di warê hestên mirovane û neteweyî de ji kûr de bandor dike, temaşe kiriye. Kevirê zarokê 8 salî di destê wî de dimîne û di kêleka têlên rêsayîde bi guleyeke bêbext li erdê dikeve. Ev zarok û bi sedan zarokên qehreman yên Kurd peyamên pir watedar didin me tevan. Ew hêzên hov ên dewletê bi hedefgirtina van zarokên me re hewl didin paşeroja me di şexsê wan de tine bikin, divê bersiva me jî ji wan re radîkal be û em bi têkoşîneke radîkal xwedî li bîranîna wan zarokên qehreman derkevin. Xwedîderketina li bîranîna wan di avakirina jiyaneke azad û demokratîk re derbas dibe. Di têkoşîneke radîkal re derbas dibe. Eger em naxwazin hêviya jiyaneke azad û xweş di çavên zarokên me de bicemide divê em deqeyekê jî nerawestin û cihê xwe di avakirina jiyaneke nû ya neteweya demokratîk de bigirin.

Di heman serhildana ku ew zarokê 8 salî yê ji Qamişlo şehîd dikeve de ku bi armanca rakirina sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de destpê kiribû, me dît ku ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê li wir e û bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin dibêje ‘ez ji Rojhilatê Kurdistanê hatime tevlî çalakiyên rakirina vê sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dibim’. Piştî wê jixwe pevçûn di navbera dewleta Tirk ya terorîst û çalakgerên Bakur û Rojavayê Kurdistanê de çêdibe.Tam jî di wê navberê de ew zarokê heşt salî wexta dixwaze bi kevirê xwe li dijî tankên dewletê şer bike, şehîd dikeve, ew ciwanê Rojhilatî diçe termê wî zarokê şehîd ketiye, hildigire.

Ji bo ew sînor rabe ew ciwanê Rojhilatî mil daye milê ciwanên Bakur û Rojava têdikoşe. Wêneyeke ji vêya watedartir a ruhê neteweyî heye gelo? Divê em bi heman ruhî li Rojhilatê Kurdistanê jî sînoran li pêşiya berzkirin û avakirina ruhê neteweyî asteng nebînin. Bi qasî ku em ew sînorên di zîhnê me de hatine çandin ji holê rakin wê ew çende jî ew sînorên sûnî ango yên çêkirî ji holê rabin an jî hebûna wê hebe jî piştî ku te nasnekir ti wateyek îfade nake. Di wî teswîrî de yekîtiyeke wijdanî, însanî û neteweyî heye.

Divê rewşenfikir û hunermendên Kurd û Îranî çi bikin?

Rewşenfikir û hunermend her timî di nava civakê de xwedî ciheke girîngbûn e. Ji bo civakê her timî ber bi pêşve bibin jî bi roleke pêşeng rabûne. Hewldana destpêkê ya ji bo piştgirî ji pêvajoyê re ji komeke hunermend û rewşenbîrên Kurd û Îranî hat. Bi hejmareke mezintir divê van çalakiyên xwe ber bi pêşve bibin û pêşengiyeke piralî ji civakê re bikin. Pêwîstî pê heye ku hunermend û derdorên rewşenfikir bi awayekî lezgîn bikevin tevgerê û hewldanên hene mezintir bikin. Gelek hewldanên hunermendan çêbûn lê, biqasî tê xwêstin ne muşterek bû. Divê ev hewldanên tenê û di çapa xwe de bi organîzeyên hevbeş û rêxistî werin mezinkirin. Hunermend û rewşenbîrên Kurd divê bi tevlîkirina hunermend û rewşenfikrên ji neteweyên din yên li Îranê weke Belûc, Ereb, Gîlek, Tirkmen, Azerî, Faris û baweriyên cihê têkoşîna xwe bilind bikin. Çi aktîvîteyên hunerî, çandî dibin çi jî nivîsandina nivîs, helbest û xebatên cihê yên nivîskî û dîtbarî dibin divê têkoşîna xwe hem di nava Rojhilat û Îranê de ji bo danasîna berxwedana Kobanê û pêşî li komkujiyên li Kurdistanê bigirin, hem jî hewl bidin biçin ser sînorê Pirsûs-Kobanî piştgiriya xwe ji berxwedana Kobanî re bidin diyarkirin. Derfetê hunermend û rewşen fikran hene ku çalakiyên wer cur bi cur li dar bixin. Ev ruhê neteweyî yê li Rojhilatê Kurdistanê divê derxin derveyî sînorên Îranê û biçin li ser sînor van hewldanên xwe bi hunermendên beşên din yên Kurdistanê re parve bikin. Ev di warê manewî de ruheke berz a neteweyî ava dike. Ne tenê li ser sînor divê biçin Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê jî xebat û çalakiyên hunerî yên bi mebesta piştgirî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dar bixin.