1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xebatên Şaredariyan Serkeftî Bûn
Xebatên Şaredariyan Serkeftî Bûn,xebatên,şaredariyan,serkeftî,bûn

Xebatên Şaredariyan Serkeftî Bûn

A+ A-

Şaredarên Bazîd, Giyadin û Panosê xebatên xwe yên sala 2010'an aşkera kirin. Xebatên şaredariyan ji aliyê gel ve bi awayekî kefxweşî hatin dîtin û li benda berdevamiya xebatan in.

Şaredariyên navçeyên Bazîd, Panos û Giyadînê yên Agiriyê xebatên xwe yên sala 2010'an û projeyên xwe yên sala 2011'an aşkera kirin. Şaredarê Giyadînê Celal Tanriverdî, diyar kir ku dema ew di 29'ê Adarê de hatin ser kar deynê şaredariyê nêzî milyonek û 485 TL hebû û wiha got: "Rêveberiya şaredariya berê ji ber xebatekî îstîkrar nedikir her tim bi denyn dixebitî. Lê me niha nêzî 985 hezar TL. deynê şaredariyê da û nêzî 500 hezar TL. deyn maye em dê wê jî di sala 2011'an de bidin." Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz jî diyar kir ku rêveberiya berê bi xebatên kirin gel maxdur kirin û wiha got: "Piştî em hatin ser kar gel her tim xebatên me erê kirin. Hin caran em nabin bersiva gel. Sedema vê yekê jî deynê berê ye." Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz jî wiha got: "Ji navçeyên herêmê ya herî stratejîk yek jî Bazîd e. Ez bawerim bi xebatên me kirin, em dilê gel qezenc kir. Em dê ji bo aramî û rihetiya gelê xwe xebatên xwe bidomîn in."

'Şaredariya Giyadînê xizmeta minak dike'

Şaredariya Giyadînê di xizmeta gel ya jiyana civakî de şaredariyekî minak e. Li aliyekî deynên dema borî dide li aliyekî ji xizmeta gel ya herî baş dike. Şaredarê Giyadînê Celal Tanriverdî têkildarî xebatên xwe de agahî dan. Tanriverdî, diyar kir ku li navçeyê 3 germavên xwezayî hene û ev yek rastî eleqeya turîstên biyanî û welat tên. Tanriverdî, anî ziman ku şaredariya Giyadînê di nava salên 2009 û 2010'an de li navçeyê îmar, aborî û sererastkirina hawirdorê û ji bilî van yekan ji bo welatiyên perwerdehiya xwe nêvî hiştine Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariyê vekir û wiha got: "Her wiha di sererastkirin hawirdor û raxistina kevirên parkê jî navçe xwedî dîmenekî nû ye. Li navçeyê hezar û 500 metrekare kevirên parkeyê, kevirên bordurê, kevirên şurik û peyariyê nû kirin. Ji bo çaresekriya pirsgirêka avê hezar û 100 metre boriyên avê hatin raxistin. Pirsgirêka avê ya navçeyê ji sedî 80 hate çareserkirin. Riyên 7 taxên zivistanê pirsgirêkan dijîn hatin xîzkirin. Bi giştî hezar û 500 metre rê hate xizkirin û li gorî şertên zivistanê çêkirin. Ji bo gel dahwet û şîniyên xwe lê bike 2 malên gel yên ji 280 metrekare çêkirin û her wiha malekî piştgiriya personl çêkirin. Pirsgirêka çopê ya ev 10 salin li ser riya kaplicayê tên komkirin û zirarê dide hawirdorê hatin îmhakirin û derdor hatin paqijkirin."

Navenda çand û hûnerê ya herî modern a herêmê li Panosê tê çêkirin

Şaredariya Panosê li gel deynê dema borî di sala 2010'an bi piştgiriya gel xizmetên baş kirin. Şaredariya Panosê li gel hemû derfetên kêm navenda çand û hûnerê ya herî mezin a herêmê û moderan ji sedî 90 bi dawî kirin û dê biharê ji xizmetê re vekin. Şaredariyê di sala 2010'an de hemû pirsgirêkên navçeyê çareser kir. Pirsgirêkên navçeyên ên herî sereke av, rê, peyarê û kevirên parkê hatin çareserkirin. 120 hezar metrekare kevirê parke yê qifil, 30 hezar metrekare karo, 20 hezar metrekare bordur, 20 hezar metrekare kevirê şirik, 5 hezar metrekare kevir refuj ji aliyê şaredariyê ve hate raxistin û li ser riya nû çêkirin 300 mal bi awayekî gel maxdur nebin hatin xirakirin. Şaredariyê qada çopê ya ji 40 hezar donumê pêk tê li gorî hawirdorê çêkir. Ji bo 2 hezar kesan salona anfî, parqa lîstê û qad mesîrê çêkir û ji xizmeta gel re vekirin. Şaredariyê binesaziya 17 taxan çêkir û her wiha pirsgirêkên av û rêyê jî çareserkirin. Her wiha di qada çand û hûnerê de jî xebat pêk anîn û yekemîn car li Panosê Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Sîpanê pêk anîn. Her wiha bi boneya agahdariyê panelên jina li darxistin. Şaredariyê 22 hezar metre xebata kanalîzasyon û binesazîyê çêkirin û her wiha li ser 4 hezar 500 metrekareyê avahiya şaredariyê çêkir. Şaredariyê di sala 2010'an de gelek projeyên girîngên pêkanîn.

'Şaredariya Bazîdê ji gel piştgirî girt'

Şaredariya Bazîdê bi xebatên kirin ji aliyê gel ve rastî piştgiriyê hat. Gelê ji bo Îshakpaşa Sarayi û turbeya Ehmedê Xanî ziyaret bikin ji xebatan keyxweş in. Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz her tim di nava gel daye û ji ber vê yekê rastî eleqeya gel tê. Şaredarî ji bo pirsgirka tendûrstiyê çareser bike 5 doktorên pispor, midurek, 2 hemşîre, teknîsiyenekê laboratuvarê, 2 teknîsiyen tipa lezgîn, 2 endamên muhasebe, 2 ajokarên ambulansê û 3 personelên paqijiyê û Nexweşxaneya Ayşe Nur Zarakolu bê pere ji gel re xizmetê dike. Her wiha Mala Pişgtiriyê ya Perwedehiyê ya Orhan Dogan a di sala 2005'an ji xizmetê re vebûyî bê pere perwerdehiyê dide xwendekaran. Şaredariyê 220 hezar û 986 metrekare kevirên parkê, kevirên oluk û kevirên peyriyê raxistin. Ji ber şertên zivistinê 27 hezar û 500 metrekare peyrê û kevirên parkê jî dê di sala 2011'an de çêbikin.

Pirsgirêka çopê çareser bû

Şaredariyê di sala 2010'an de 2 hezar şitl çandin. Her wiha di serî de turbeya Ehemedê Xanî û li cihên dîrokî şitil hatin çandin. Di nava sala 2010'an de ji bo şebekeya avê 7 hezar û 430 metre çêkir, 6 hezar û 730 metre erizaya avê hate çêkirin. Her wiha 24 saetan wesatiyên çopê kombikin xizmetê didin gel. Şaredariyê li hemû dibistanên navçeyêkê bîdonên çopê bi cih kirin û her wiha li tax û kolanan jî konteynirên çopê hatin bicihkirin. Şaredariyê di sala 2010'an de xebatên binsazî, çand û xebatên din ên gel gelek pêk anîn.

DÎHA (ft/mae)