1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Xelata Herî Baş ji Belgefîlma Ceylan Ênkolê re
Xelata Herî Baş ji Belgefîlma Ceylan Ênkolê re,xelata,herî,baş,ji,belgefîlma,ceylan,ênkolê,re

Xelata Herî Baş ji Belgefîlma Ceylan Ênkolê re

Belgefîlma Beriya Tofanê a li ser kuştina Ceylan Onkola li Navçeya Liceyê bi guleya hewanê ya ji tabûra leşkeriyê hatibû avêtin, hatibû kuştin, di 22'emîn Mihrîcana Kurtefilman a Stenbolê ya Navneteweyî de xelata fîlma sêwirê ya herî baş girt.

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Belgefîlma Beriya Tofanê a li ser kuştina Ceylan Onkola li Navçeya Liceyê bi guleya hewanê ya ji tabûra leşkeriyê hatibû avêtin, hatibû kuştin, di 22'emîn Mihrîcana Kurtefilman a Stenbolê ya Navneteweyî de xelata fîlma sêwirê ya herî baş girt.

Belgefîlma Beriya Tofanê ji aliyê derhiner Ferît Karahan hatiye kişandin, ji Ceylan Onkola di 28'ê îlona 2009'an de li Navçeya Liceyê ya Amedê bi guleya hewanê ya ji tabûra leşkeriyê hatibû avêtin, hatibû kuştin û ji hemû zarokên mexdûrên şer re hatiye diyarîkirin. Belgefîlmê di 22'emîn Mihrîcana Kurtefilman a Stenbolê ya Navneteweyî de xelata fîlma sêwirê ya herî baş girt. Derhinêr Karahan, di merasîma xelat de destnîşan kir ku ew vî xelatî li ser navê Ceylan Onkola li Liceyê bi hewana leşkerî hate kuştin digire û wiha pêde çû: "Ev film ji bo zarokên li cîhan û Tirkiyeyê ku maxdûrê şer in hatiye kişandin. Ez vî xelatê ji zarokên li ser erdnîgariya Kurdistanê ku hêj tên maxdûr kirin digirim."

Derhinêr Karahan, diyar kir ku filma ku di gelek mihrîcanên neteweyî û nawneteweyî de hatiye nîşandan, di navbera 1-7'ê kanûnê de, di 3'emîn Mihrîcana Filmên Kurdî ya Parîse ku dê li Paytext Parîs a Firansayê de bê lidarxistin de bê nîşandan. Her wiha filma ku listvanên weki Omer Şahîn, Taîes Ferzan, Ayhen Eren û Zîlan Alkan rol girtine dê li gel Mihrîcana Fîlman a Cannesê de û gelek mihrîcanên din yên navneteweyî de bê nîşandan.

(lg/mae)