1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Xelatên 1. Pêşbirka Filmên Kurdî yên Yilmaz Guney
Xelatên 1. Pêşbirka Filmên Kurdî yên Yilmaz Guney,xelatên,pêşbirka,filmên,kurdî,yên,yilmaz,guney

Xelatên 1. Pêşbirka Filmên Kurdî yên Yilmaz Guney

Xelatên 1'emîn Pêşbirka Filmên Kurdî yên Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate organîzekirin, hatin dayîn. Di pêşbirkê de filmê "Deng" bû yekemîn, yê "Bîskilêt" bû dûyemîn û filmê "Dicle"jî xelata sêyemîn girt.

A+ A-

Xelatên 1'emîn Pêşbirka Filmên Kurdî yên Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate organîzekirin û 3 rojan domand li Salona Yilmaz Guney a Sînemayê bi merasimimekê hatin dayîn. Hevserokên BDP'ê yên Êlihê Saadet Becerîklî, Şehmuz Aslan, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Weqfa Yilmaz Guney Riza Zingal, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û derhinerên sînemayê Ahmet Soner, Kazım Oz, Yuksel Yavuz, hunermendên sînemayê Menderes Samancilar, Erkan Can û gelek kes beşdarî merasimê bûn. Di serî de peyamên Şaredarê Êlihê yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin Nejdet Atalay û derhêner Fatih Akin hatin xwendin.

'Ez xelat pêşkêşî girtî û malbatên wan dikim'

Derhinera fîlma "Deng" ku xelatê yekemîn girt, li ser jiyana malbatên kesên ketine girtîgehê û parçebûna jiyana wan tê sekinîn, Fîlîz Işık Bulut xelatê xwe ji destê Cigirê Şaradarê Êlihê Serhat Temel girt. Xelatê filmê dûyemîn ê "Bîsîklet" jî lîstîkvanê sînemayê Menderes Samancilar da derhênerê film Serhat Karaaslan. Xelatê seyemîn jî filmê Seren Gel ê bi navê "Dicle" girt. Xelatê Gel'ê hunermendê sînemayê Erkan Can dayê. Her wiha filmê "Cheese" ê ji Avusturyayê Derhêner Huseyîn Tabak jî Xelata Juriya Taybet girt.

Derhênera fîlma "Deng" Fîlîz Işik Bulut, di merasîmê de axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ew xelatê xwe pêşkêşî girtî û malbatên wan dike. Di merasimê de derhêner û listîkvan Ahmet Soner, Erkan Can û Menderes Samancilar jî axaftinên kurt kirin û spasî ji kesên pêşbirk organîzekirine re kirin.

Piştre belgeya spasiyê ji hunermend û ekîbên ku beşdarî pêşbirka 3 rojan bûne re hatin dayîn. Belgeyên spasiyê ji hêla Hevserokên BDP'ê yên Elihê Saadet Becerîklî û Şehmûs Aslan ve hatin dayîn.

(ay/lg)