1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwendekarên kurd zanîngehê terk dikin
Xwendekarên kurd zanîngehê terk dikin,xwendekarên,kurd,zanîngehê,terk,dikin

Xwendekarên kurd zanîngehê terk dikin

A+ A-

Xwendekarên kurd ên li navçeya Hadim a Konyayê Dibistana Bilind dixwînin, ji ber ku di hefteyekê de 2 caran rastî êrîşa nijadperestan hatin, dest ji dibistanê berdidin. Hate zanîn ku 70 xwendekarên kurd ên zanîngehê dixwînin, ji ber rastî êrîşan tên, daxwazname nivîsandin û diyar kirin ku ji ber şert û mercên wan ên zanîngehê bixwînin nemaye dê ji neçarî zanîngehê terk bikin.

Di sala dawî de li dijî xwendekarên kurd ên li zanîngehên rojava dixwînin êrîş kêm nebûn. Li Eskîşehîr, Aydin, Mugla, Stenbol, Trabzon, Sakarya, Îzmîr û gelek zanîngehên din bi dehan xwendekarên kurd rastî êrîşên nîjadperest û polîsan hatin. Gelek xwendekarên kurd hatin birîndarkirin û binçavkirin. Bi dehan xwendekarên kurd ên ku rastî êrîşan hatin, ligel mexdûr bûn jî dîsa zanîngehê hatin avêtin. Herî dawî li navçeya Hadima Konyayê xwendekarên kurd ên li Dibistana Bilind dixwînin di nava hefteyekê de 2 caran rastî êrîşên nijadperestan hatin. Hate zanîn ku 70 xwendekarên kurd ên zanîngehê dixwînin, ji ber rastî êrîşan tên, daxwazname dan rayedarên zanîngehê û diyar kirin ku ji ber şertê wan ê zanîngehê bixwînin nemaye û dê ji neçarî zanîngehê terk bikin.

Xwendekarên ku li Dibistana Bilind a Hadîma Konyayê dixwînin, diyar kirin ku di demê dawi de li dijî wan gelek êrîş pêk tên û êdî nikarin ji malên xwe derkevin. Xwendekarê Dibistana Bilind a Hadîmê ku rastî êrîşên nijaderestan hat û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku tu ewlehiya wan tune û neçarin ku deriyan li xwe kîlît bikin. Xwendekar, anî ziman ku rastî êrîşên nijadperest û hîndekarên zanîngehê tên û mafê wan tê binpêkirin.

Xwendekarê pola 4'an ku nexwest navê xwe bide, anî ziman ku 4 roj berê rastî êrîşa 20 nîjadperestan hat û ji mirinê rizgar bû. Xwendekarê bi navê O.A jî anî ziman ku di êrîşê de tiliya wî şikest û buruyê wî teqiya û 10 kêlên dirûnê avêtin birîna wî. O.A, da zanîn ku nijadperestan hevalê wan ê bi navê M.S ji 5 metre bilindahî avêtin valahiyê û hevalêwan wî yê bi navê V.E jî bi keviran pişta wî şikandin. O.A. da zanîn ku hevalê wan seqet bûye û êdî nikare bimeşe.

Mala wendekaran dan ber keviran

Xwendekarê bi navê M.B. jî anî ziman ku xwendekarên nijadperest duh mala hevalê wan A.S dan ber keviran û camê wan şikanin. M.B, daxuyand ku bi her awayi êrîşi wan dikin û êdî tu ewlehiya wan nemaye. M.B, bibîr xist ku xwendekar bi piştgiriya polîsan êrîşî wan dikin û diwazin ku konyayê terk bikin û wiha got: "Êm 70 xwendekaran sedema ku em vir terk bikin û dest ji dibistanê berdin bi daxwaznameyan seri li rayedarên zanîngehê dan. Me dîsa der barê pirsgirêkên xwe de 60 mail ji Wezareta Perwerdehiyê re şand. Lê me tu bersîv negirt. Em li vir nikarin bi kurdî biaxivin. Em rastî êrîşan tên û ewlehiya me tune ye. Em nikarin ji malê xwe derkevin biçin dikanê."

'Em hem rastî êrîşan tên û hem jî polîs me sûcdar dike'

M.B. da zanîn ku Hadim navçeyek biçûk e û hemû hev nas dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hem rastî êrîşê tên û hem jî polîs me sûcdar dikin. Em dê 70 xwendekar vir biterikînin. Êdî şertê ku em li vir zanîngehê bixwînin nemaye. Sedema vê yekê jî rayedarên zanîngehê û midûriyeta polîsan e."

DÎHA (mae)