1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. 'Xweseriya Demokratîk dibe bibe mînaka cîhanê'
'Xweseriya Demokratîk dibe bibe mînaka cîhanê',xweseriya,demokratîk,dibe,bibe,mînaka,cîhanê

'Xweseriya Demokratîk dibe bibe mînaka cîhanê'

A+ A-

ÇAGDAŞ KAPLAN/EVRİM KEPENEK

Piştî Kongreya Civaka Demokratîk komxebata Xweseriya Demokratîk pêk anî û ji bo çareseriyê 8 rêgez danîn pêşiya civakê piştgirî ji aliyê zanist û zanyaran ve hat. Ji van xalan a ku erênî tê dîtin yek jê beşdariya demokratîk û rêgeza aboriya demokratîk e. Hîndekarê Beşa Aboriyê yê Zanîngeha Bîlgî Prof. Bjk. Erol Katircioglu, anî ziman ku rêgeza beşdariya demokratîk a Xweseriya Demokratîk ne tenê li Tirkiyeyê dê li hemû cîhanê bibe mînak.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) piştî li Amedê komxebata Xweseriya Demokratîk pêk anî û ji bo niqaşê 8 rêgezên çareseriyê avêtin holê, niqaş û piştgiriyên li hemberî van xalan her ku diçe zêde dibe. Rêgezên hiqûq, siyaset, xweparastin, civakî, çandî, ekolojî, dîplomasî û aborî, herî zêde di qada zanistî de tê niqaşkirin. Di beşa aboriyê de tê xwestin ku civaka aboriya demokratîk bê avakirin. Her wiha tê parastin ku piştî aboriya demokratîk bê avakirin dê pirsgirêka xizanî û betaliyê jî ji holê bên rakirin. Hîndekarê Beşa Aboriyê yê Zanîngeha Bîlgî Prof. Bjk. Erol Katircioglu, li ser vê mijarê nerînên xwe anîn ziman û diyar kir ku divê ev proje bi berfireh bê niqaşkirin û famkirin.

'Pirsgirêka cîhanê, herêm nikarin çavkaniyên xwe bikar bînin'

Katircioglu, da zanîn ku di pergala kapîtalîst de hin sermiyedar di qada aborî û siyasî de tên dûrxistin û ji ber aboriyek demokratîk nayê meşandin di nava herêman de pirsgirêka cudatiya aboriyê derdikeve holê. Katircioglu, xwest ku polîtîkaya aboriya demokratîk li herêman serdest bibe û têkeve jiyanê û li hemû herêman aboriyek hevpar û hevbeş bê pêşxistin. Katircioglu, xwest aborî li ser rêgeza xweseriyê pêş bikeve. Katircioglu, bilêv kir ku ancak bi Xweseriya Demokratîk hêzên herêmê biryara xwe ya siyasî, aborî û debarê bidin û pêdiviyên xwe tesbît bikin. Katircioglu, destnîşan kir ku ev projeya beşdariya demokratîk têkeve jiyanê dê li Tirkiye û hemû cîhanê bibe mînak.

'Pergala kapîtalîst hin derdor û erdnîgaran dersînor dikin'

Katircioglu, pergala kapitalist rexne kir û anî ziman ku ev pergal, li dijî aboriya demokratîk e û dixwaze hemû hêza aboriyê di destê çend kesên sermiyedar de bihêle. Katircioglu, da zanîn ku ji ber pirsgirêka pergala kapîtalîst li hin herêman pêşketina aborî û bazirganiyê pêş dikeve û li hin herêman pêşketin pêk nayê. Katircioglu, li Tirkiyeyê civaka kurdan mînak da û wiha got: "Dema em li erdnîgariya Tirkiyeyê dinerin em dibînin ku li herêm kurdan razemenî nayê kirin. Civaka kurdan tê paşguhkirin. Ji ber ku sermaye di destê tekel û sermayedarên taybet dene, hemû hêza aborî di destê çend kesan te dê girtin. Lihevparvekirinek demokratîk pêk nayê. Ev yek cudatiya di navbera dewlemend û xizanan de gelek kûr dike.

'Kurd di qada aboriyê de ji aliyê pergalê ve tên paşderkirin'

Katircioglu, destnîşan kir ku gelê kurd hem ji aliyê civakî û hem jî ji aliyê erdnîgarî de ji aliyê pergala kapîtalîst ve tên paşguhkirin û paşderkirin. Katircioglu, daxuyand ku di navbera rojava û rojhilat de cudatî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Civaka kurd di nava pergala netew-dewletê de tên dersînorkirin. Wekî çîna duyem tê dîtin. Ev yek di qada civakî û aborî de jî pêk tê."

'Divê rêveberiyên herêmî jî beşdarî biryarên aboriyê bibin'

Katircioglu, bilêv kir ku ji ber cudakariyên aboriya navbera herêman û dersînorkirinê hemû herêm pêş nakevin û wiha pêde çû: "Ji bo li hemû herêman pêşketina aborî pêk bê, divê li wan herêmên paşmayî rêveberiyên herêmî beşdarî biryarên aboriyê bibin. Divê li gorî pergala Xwesekiya Demokratîk beşdarî pêk bê. Divê aborî tenê di destê çend kesan de neyê hiştin. Divê hemû mirovên herêmê beşdarî wan biryaran bibin."

'Divê gotina gelê Amedê jî di qada aboriyê de hebin'

Katircioglu xwest pergala aboriyê û pirsgirêkên aboriyê ji navendekê ve neyê bi rêvebirin û li hemû herêman beşdarî pêk bê. Katircioglu xwest gelê Amedê jî beşdarî biryarên aboriyê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo Amedê pêşketin û rabûn av, rê, ceyran û binesazî ye. Divê gotinên gelê Amedê jî di biryarên qada aboriyê de hebin. Divê vîna wan jî bê ditin û li ber çavan bê girtin.

'Xweseriya Demokratîk têgeha bi wate ye'

Katircioglu, bal kişand ser projeya Xweseriya Demokratîk û xwest ev proje di hemû qadên jiyanê de pêş bikeve û têkeve meriyetê.

DÎHA (mae)