1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwestin bi kurdî îfade bidin hatin girtin
Xwestin bi kurdî îfade bidin hatin girtin,xwestin,bi,kurdî,îfade,bidin,hatin,girtin

Xwestin bi kurdî îfade bidin hatin girtin

A+ A-

6 kesên li Navçeya Ferqînê ya Amedê hatin binçavkirin jê 4 kes hatin girtin. Prz. Serkan Akbaş, diyar kir ku muvekîlên wî ji ber ku xwastin bi kurdî îfadeyan bidin hatin girtin.

6 kesên duh li Navçeya Ferqînê ya Amedê di serdagirtina maldan de hatin binçavkirin pişt pirsiyariya polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Kesên hatin binçavkirin bi hinceta tevlî daxuyaniya di 19'ê Kanunê de pêk hatbûne û slogana "PKK gele gel li vir e" berz kirin tên sûcdarkirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Celîl Erînfîk û Şivan Akpolat serbest hatin berdan û Adîl Kiliç, Bedrî Bozkurt, Mehmet Tuncay û Abdurrahman Bîldîrîcî jî bi heman hincetê bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4 kesên hem li dozgeriyê hem jî li dadgehê xwastin îfadeyan bi kurdî bidin, daxwaza wan hate redkirin. Adîl Kiliç, Bedrî Bozkurt, Mehmet Tuncay û Abdurrahman Bîldîrîcî ku îfadeya wan a kurdî nehat qebûlkirin hatin girtin.

'Ji ber ku xwastin bi kurdî parastinê bikin hatin girtin'

Prz. Serkan Akbaş dema ku ji adliyeyê derket daxuyan da û wiha got: "Muvekîlên min diyar kir ku ew xwazin bi kurdî îfadeyan bidin. Hem dozgeriyê hem jî dadgeriyê daxwaza wan nehate qebulkirin. Muvekîlên min parastin nekirin. Yek 66 yê din jî 68 saliye. Bavê 10 zarokan e. Muvekîlên min ji ber ku xwestin bi kurdî parastinê bikin hatin girtin. Em dê li hemberî vê biryarê îtîraz bikin. Dozger û dadger biryarên gelek dijwar li hemberî zimanê kurdî didin. Li ser kolanê ev mirov hatin girtin. Wekî sûcekî gelek mezin kirin hatin girtin. Ev pêkutiyenî neheq e. Bila gelê me vê yekê bizane."

Di nav kesên li ber adliyê di sekînin hevsera Abdurrahman Bîldîrîcî jî qrîz derbas kir û rakirin nexweşxaneyê.

DÎHA (ft/mae)