1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. "Yên komkujî kirine wê li pêşberî dîrokê hesab bidin!"
"Yên komkujî kirine wê li pêşberî dîrokê hesab bidin!",yên,komkujî,kirine,wê,li,pêşberî,dîrokê,hesab,bidin

"Yên komkujî kirine wê li pêşberî dîrokê hesab bidin!"

Ocalan: Yên komkujî kirine wê li pêşberî dîrokê hesab bidin!

A+ A-

ZEYNEP KÛRAY - STENBOL 13.01.2014 07:00:20 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta BDP'ê ya li Îmraliyê de, ji bo komkujiya Parîsê got, "Yên ku ev komkujî kirine wê teqez li pêşberî dîrokê hesab bidin. Di kesayetiya rêhevalên Sakîne, Leyla û Fîdan de ez di vê mijarê de sozê didim hemû şehîdên azadiyê."

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken ku di heyeta BDP-HDP ya 11'ê Çileyê çû Îmraliyê de cih girt, nuqteyên girîng ên hevdîtina bi Ocalan re ji ANF'ê re vegot.

- Civîna we ya dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çawa derbas bû?

Civîna me ya dawî 3.5 saetan dewam kir. Birêz Ocalan diyar kir ku ev civîn dîrokî ye û wê encamên dîrokî bi xwe re bîne. Da xuyakirin ku civîna di rêzê de jî wê bi vî rengî dîrokî be.

YÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ KIRINE, WÊ TEQEZ HESABÊ BIDIN

- Hûn li ser çi axivîn?

Birêz Ocalan bi axaftina li ser komkujiya Parîsê dest bi civînê kir. Careke din diyar kir ku komkujiya li Parîsê hewldana derbek mezin e û qedandina pêvajoya ji aliyê wî ve hatiye destpêkirin, hedef girtiye. Birêz Ocalan anî ziman ku zîhniyetê li Parîsê Sakîne û hevalên wê qetil kir, di rastiyê de mesaj daye wî û tevgera Kurd û xwestiye ji wan re bêje 'Emê PKK'ê bi vî rengî ji holê rakin'. Da xuyakirin ku hem li derve hem li hundir, rêxistinbûyîneke Gladiyo ya ji gelek aliyên cuda ve li holê heye. Da zanîn ku di xebatên xwe yên salekê yên li Îmraliyê de armanca wî ya bingehîn kifşkirina van hêzên kontra yên komkujiyan dikin e û di vî warî de kûrbûnek mezin jiyaye. Destnîşan kir ku yên ev komkujî kirine wê teqez li pêşberî dîrokê hesab bidin û û anî ziman ku di kesayetiya rêheval Sakîn, Leyla û Fîdan de di vê mijarê de careke din soz da şehîdên azadiyê. Got, 'Aştiya mayînde û çareseriya demokratîk a mezin a emê pêk bînin, wê ji hêzên komkujî kirine bibe bersiva herî mezin û emê vê çareseriya demokratîk jî diyarî şehîdên xwe bikin'. Li Parîsê bi deh hezaran mirov bi armanca şermezarkirina vê komkujiyê daketin qadan. Her wiha nêzî hefteyekê bênavber ev nerazîbûna demokratîk hat nîşandan. Birêz Ocalan da xuyakirin ku ew van nerazîbûnên demokratîk gelekî watedar dibîne û ev hişyarî û hestiyariya gel bi taybetî silav dike.

HÊZA DARBEKAR A DIXWAZE PÊVAJOYÊ SABOTE BIKE DI DEWRÊ DE YE

- Birêz Ocalan şîroveyeke bi vî rengî kir; "Yên ku bi agirê darbeyê dixwazin vî welatî ji nû ve bikin cihê şewatê, divê zanibin ku emê benzînê li vî agirî nekin". Di vî warî de çi got?

Birêz Ocalan da xuyakirin ku ev pêvajoya çareseriyê, tifaqeke Kurd-Tirk nîşan dide û hem li Kurdistanê, hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn pêşketinên dîrokî di nava xwe de vedihewîne. Anî ziman ku bi pêvajoya çareseriyê re feraseteke darbekar a dixwaze pêvajoyê sabote bike ketiye dewrê û bi nêzîkatiyeke darbekar hewl dide pêvajoyê asê bike. Berî niha jî min got; diyar kiribû ku komujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê jî darbeyek li dijî vê pêvajoyê bû. Qewimînên demên dawî nîşan didin ku parçeyek ji vê pêvajoya darbeyê ne.

- Behsa cemaetê dike?

Bi tenê ji ser hikûmeta AKP'ê yan jî cemaetê nirxandina darbeyê nake. Birêz Ocalan çarçoveya darbeyê ji komkujiya 9'ê Çileyê destpê dike û komkujiya li Geverê, eksa dadgehên herêmî ya der heqê wekîlên girtî de nîşan da, erêkirina cezayê Sebahat Tûncel ji aliyê Dadgeha Bliind ve, biryara neşopandina komkujiya Roboskî û qewimînên piştî 17'ê Kanûnê weke parçeyek ji vê darbeyê dibîne destnîşan dike ku ev yek di rastiya xwe de ji bo sabotekirina pêvajoyê tê kirin. Ocalan tîne ziman ku projeya wî ya Civaka Demokratîk di cewhera xwe de antî-darbelar e, lewma bersiva herî xurt a li van hêzên darbekar, pêngava avakirina civaka demokratîk û aştiya demokratîk e.

EV KAOS Û KRÎZ ENCAMA NÊZÎKATIYA HEGEMONÎK A HIKÛMETÊ YE

- Pevçûna îro di navbera AKP-Cemaetê de tê jiyîn çawa dinirxîne?

Birêz Ocalan rewşa heyî weke kaosek, rewşeke krîzê dibîne. Rûdana vê kaos û krîzê jî bi xemsariya hikûmet û dewletê ya li pêşberî hemû hişyariyên wî yên der heqê pêvajoyê ve girê dide. Pêknehatina guhertinên qanûnî û destûra bingehîn ên di warê demokratîkbûyînê de, weke sedema bingehîn a vê yekê diyar dike. Tespîta 'Eger heta roja îro guhertinên qanûnî û destûra bingehîn ên me anîn ziman bihata kirin, kaos û rewşa krîzê ya heyî nedihat jiyîn' dike. Lewma destnîşan dike ku nêzîkatiyên hegemonîk ên hikûmeta AKP'ê kaos û krîza îro bi xwe re aniye. Dibêje; rêya yekane ya derketina ji vê kaos û krîzê, di warê demokratîkbûyînê de avêtina gavên lezgîn û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî nîşandana nêzîkatiyên wêrekî ye. Ji bo vê yekê jî di pêvajoya çareseriyê de sê xal destnîşan kiribû û careke din destnîşan dike: Birêz Ocalan diyar dike ku divê muzakereyên watedar û kûr tavilê bikevin meriyetê, ji ber ku tîne ziman ku hînê asta muzakereyê ya bi hikûmetê re destpê nekiriye û divê ev muzakere demek berî demekê destpê bike. Nuqteya duyemîn a girîng, aliyê wê yê qanûnî û hiqûqî ye. Tîne ziman ku di vê mijarê de jî pêwîste dewlet û hikûmeta AKP'ê bingeha qanûnî û hiqûqî ya vê pêvajoyê bêyî nîqaş bike deyne. Weke aliyê sêyemîn jî dixwaze, desteyeke şopandinê ya bêalî pêvajoyê bişopîne. Diyar dike ku eger hikûmet di van her sê xalan de gavan biavêje wê karibe bingehek ji bo rizgariya ji vê kaos û krîzê biafirîne. Ji ber vê yekê Birêz Ocalaan, guhertinên ji bo demokratîkbûyînê, guhertinên qanûnî û destûra bingehînî û meşandina muzakereyên berfireh, weke rêya derketina ji vê krîzê nîşan dide.

- Di mijara lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de nirxandin kir?

Belê di van mijaran de jî nirxandinên wî hebûn. Bûyerên der heqê nelirêtî û bertîlê diqewimin weke pirsgirêka sîstemê binav kir û anî ziman ku heta sîstemê nesipêrin gel, nesipêrin civakê, zelal nekin, nîne nuqteya ku hesabê bide, erkê radestî civakê neke, wê bûyerên bi vî rengî her tim biqewimin. Ji ber vê yekê destnîşan kir ku girîng e sîstem hîn bêtir demokratîk bibe, dewlet xwe bispêre civakê, li pêşberî civakê zelal be û karibe hesab bide û bi vê ferasetê were rêk û pêkkirin.

NÊZÎKATIYA DI ÇARÇOVEYA HILBIJARTINÊN DE, WÊ BI AKP'Ê BIDE WINDAKIRIN

- Heta roja îro ji bo pêvajo veguhere muzakereyan hikûmetê ti gaveke berbi çav neavêtiye û di vî warî de neketiye nava tevgerê. Gelo gumanên Ocalan hene ku mîna pêvajoya Oslo, ev yek jî beriya hilbijartinê taktîka mijûlkirinê be?

Na. Birêz Ocalan diyar dike ku nêzîkatiya di çarçoveya hilbijartinê de bêguman wê herî zêde bi hikûmeta AKP'ê bide windakirin. Bi awayekî zelal dibêje; eger li gel hikûmeta AKP'ê nêrîna 'Piştî 30'ê Adarê emê tiştekî din bikin' hebe, di warê dîrokî de wê herî zêde AKP winda bike. Birêz Ocalan diyar dike ku ev hemû gavên behsa wan tê kirin, pêwîste ji demnameya hilbijartinê serbixwe bêyî li benda hilbijartinê wê rawestandin, werin avêtin. Emê jî di hevdîtinên xwe yên li gel hikûmetê de, van mijarên girîng ên Birêz Ocalan diyar kirine, ragihînin. Ji xwe rûdana vê kaos û krîzê ya ji ber nêzîkatiyên heyî yên AKP'ê nîşan dide ku divê AKP ji niha û pê ve hîn bi baldarî nêzî tespît û nirxandinên Ocalan bibe. Em hêvîdarin ku wê hikûmeta AKP di van mijarên Birêz Ocalan destnîşan kiriye de, nirxandineke şaş neke.

- Di mijara 8 komîsyonên pêşniyar kir de, nêrîneke nû anî ziman?

Birêz Ocalan destnîşan kir ku ji bo rêveçûna vê pêvajoyê, li gel van her sê xalên destnîşan kir girîng e 8 komîsyonên pêşniyar kir, demek berî demekê dest bi kar bikin. Birêz Ocalan pêşniyara 8 komîsyonan beriya niha weke formata nû ya pêvajoyê binav kiribû û di vê civînê de jî xwest ku ev formata nû bê meşandin û encamên wê pê re were parvekirin.

DIVÊ RUHÊ AZADIYÊ YÊ DI DÎROKA ANATOLIYÊ DE BIGIHÊJE GELAN

- Di nava vê perspekîfê de ji bo xebatên HDP û BDP'ê pêşniyar kir?

Bêguman Birêz Ocalan der heqê HDP û BDP'ê de nirxandinên girîng kir. Bi taybetî der heqê HDP'ê de her tim destnîşan kir ku wezîfe û berpirsyariya HDP'ê ye ku tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirkan derxîne holê û bigihêjîne gelan. Ji ber ku anî ziman ku beşeke mezin a dîroka Anatoliyê bi tifaqa Kurd-Tirkan şekil girtiye, bi polîtîkayên rêk û pêk ên piştre re hewl hatiye dayîn gel ji hev bên qutkirin û bibin dijminê hev. Mîna Malazgîrtê da. Destnîşan kir ku di şerê li dijî Bîzansê de tifaqa dîrokî ya Alparslan û Kurdan girîng e û anî ziman ku berevajî tiştên heta niha hatine gotin li Malazgîrtê serketina Tirkan nîne, serkatina Kurdan heye, serketina tifaqekê heye. Da xuyakirin ku di nava dîrokê de ev ferasetên tifaqê tê dîtin û ji bo têkoşîna heyî girîng e dîrok baş were hûr kolandin. Wekî din diyar kir ku girîng e ruh û qîrîna azadiyê ya di çanda Anatoliyê de were zanîn. Destnîşan kir ku ji bo Tirkmen, Laz, Çerkez û Elewiyan girînge têgihiştina azadiyê ya vê çandê were zanîn û ji gelan re bê ragihandin. Ji Pîr Sûltanan heta Dadaloglû, Karacaoglanan mînak da. Da xuyakirin ku girîng e di xebatên siyasî yên werin meşandin de ev zanyariya gelan bê kifşkirin û ev têkoşîn bi ruhekî hevpar re di destûreke bingehîn a demokratîk de bicih bibe. Anî ziman ku di berpirsyariya herî mezin a di vê mijarê de, dikeve ser milê navgîna siyasetê.

- Anîbû ziman ku di salvegera qetilkirina Hrant Dînk de wê mesajekê ji gelê Ermenî re bişîne...

-Belê. Got, 'Ez ewladê bi qîmet ê gelê Ermenî birayê me Hrant, bîranîna wî û têkoşîna wî silav dikim'. Anî ziman ku ew hêvîdar e di salvegera qetilkirina Hrant Dînk de bi nameyeke berfirek ji gelê Ermenî re bişîne.

XETA AZADIYÊ YA JINÊ DIKARE BIBE MODELA ROJHILATA NAVÎN

- Di mijara rê û rêbazên ji bo xebatên hilbijartinê de nirxandinek kir?

Birêz Ocalan da xuyakirin ku ev hilbijartin bi tenê hilbijartina Şaredariyê nîne, dikare encamên dîrokî bi xwe re bîne û bi taybetî li ser hilbijartinên Amedê nirxandinek kir. Da zanîn ku gelekî watedar e li Amedê pêvajo bi namzeteke jin were meşandin û destnîşan kir ku ev yek ji bo Rojhilata Navîn mîna şoreşekê ye. Anî ziman ku eger weke modeleke tevahiya Rojhilata Navîn xeta azadiya jinê serketinekê bi dest bixe wê encamên dîrokî bi xwe re bîne û diyar kir ku girîng e hemû hevnamzet û jin bi zanebûn beşdarî xebatên hilbijartinan bibin. Bi vê wesîleyê ji jinan re, dayikên aştiyê re û ciwanan re silavên taybet şand. Wekî din, di serî de girtiyên nexweş ji hemû rêhevalên li girtîgehan re silavên taybet şand.

Di mijara girtiyên nexweş de Birêz Ocalan xwedî hesasiyeteke taybet e. Di hemû hevdîtinên me de dûbare kir ku divê hin gavên ji bo vê rewşê çareser bike, bên avêtin. Ji me jî xwest ku di hevdîtinên me yên li gel hikûmetê de vê mijarê derxînin pêş û hesasiyetên wî yên di vê derbarê de teqez ragihînin. Emê jî di hevdîtinên demên pêş ên bi hikûmetê re hem hesasiyeta li vê derê hem jî hesasiyeta li nava gel a di vê mijarê de ragihînin.

KONFERANSA NETEWEYÎ PÊWÎSTE DEMEK BERÎ DEMEKÊ BÊ LIDARXISTIN

- Der heqê rewşa li Rojava û Rojhilata Navîn nirxandineke xwe hebû?

Birêz Ocalan da xuyakirin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya der heqê Rojava û Sûriyeyê de şaş e û têk çûye. Careke din dûbare kir ku şaş e Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan, li ser sînor dîwaran lê dike yan jî bi mayinan gelan ji hev qut dike. Diyar kir ku divê ev bên guhertin. Xuyaye ku di hevdîtinên xwe yên li gel dewletê re jî, hin nîqaş hatine meşandin. Tîne ziman ku pêwîste nêzîkatiya ji ser hiqûqa dijminatiya Kurdan tê nîşandan, bê guhertin. Destnîşan dike ku divê Kurdên li Rojava di çarçoveya ruhê yekitiya demokratîk de têbikoş in, bi gelên din re ji bo avakirina civaka demokratîk û rêxistinbûyîna komunal a demokratîk bixebitin, ev yek wê di heman demê de bibe modelek ji bo Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk. Li ser vê bingehê der heqê konferansa neteweyî de jî nirxandin kir. Haya wî ji hevdîtinên navbera PKK-KCK û PDK'ê hebû. Diyar kir ku divê pirsgirêkên heyî tavilê bên çareserkirin, di şûna berjewendinên teng ên rêxistinî de berjewendiyen gel û neteweyî derkevin pêş û Konferansa Neteweyî jî demek beriya demekê bi ruhê yekitiyê bi ser bikeve. Anî ziman ku encamên vê wê dîrokî be.

- Çavdêriyên we di civîna 3.5 saetan de çi bû?

Ocalan da xuyakirin ku der heqê pêvajoyê de mîna duh, ew xwedî daxwaza û amadekariya vîna biryardar a û bi hêvî ye. Me ev vîna biryardar a Birêz Ocalan di tevahiya nirxandinên di civînê de dît û me ew gelekî bi moral dît.