1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zext û zorîyên li ser zimanê kurdî
Zext û zorîyên li ser zimanê kurdî,zext,û,zorîyên,li,ser,zimanê,kurdî

Zext û zorîyên li ser zimanê kurdî

A+ A-

Li Herêma Federal a Kurdistanê piştgiriya kampanya zimanê kurdî ya ji aliyê KCD'ê ve hate destpêkirin zêde dibe. Endamê Destaya Bilind ê Nivîskarên Kurd û Berpiriyarê Têkiliyan Mesut Perîşan ji piştgirî da kampanyayê û wiha got: "Mafê zimanê zikmakî yê perwerdiyê, nivîsandin û axaftinê tenê ne ji bo gelê kurd ê li Bakurê Kurdistanê ye ev maf ji bo hemû kurdan e.

Endamê Destaya Bilind û Yekîtiya Nivîskarên Kurd Mesut Perîşan, zext û zordariyên li ser kurdî şermezarkir. Perîşan, diyar kir ku ne tenê gelê kurd ê li Tirkiyeyê, divê hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, binivîsin, perwerdehiyê bibînin, wêje û hûnera xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bikin. Perîşan, da zanîn ku mafê zimanê zikmakî mafekî xwezayi ye û xwest bi zimanê xwe bijîn. Perîşan wiha got: "Çawa ku hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe didomin û ev yek mafekî xweziye heman tişt ji bo gelê kurdî jî derbas dibin."

Mafê herî bingehîn mafê zimanê dayîkê ye

Perîşan, bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û wiha pê de çû: "Eger tu bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nebe û neaxive, dê hemû zimanên din ji bo mirovan neyên famkirin. Mînak rewşa me ya Başurê Kurdistanê jî wisa bû ji ber ku pergala perwerdehiyê bi zimanê erebî bû ne me baş erebî fêm dikir ne jî me bi zimanê xwe perwerde didît. Mafê herî bingehîn û serek mafê zimanê zikmakî e."

Hestên netewî ji dayîkbuna dest pê dike

Perîşan, diyar kir ku heke mirovek bi zimanê xwe yê dayîkê neaxive wekî mirovekî biyanî ye û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Dema zarokek ji dayîk dibe ew zarok hin di temenê xwe yê herî biçûk de hestê dayîka xwe û hestê netewî werdigire. Heke zarok bi wan hestan mezin nebin dê ji nirxên xwe yên neteweyî dûr bikevin." Perîşan, da zanîn ku divê berî her tiştî gelê kurd mafê xwe yê rewşenbiriyê bi dest bigire û her wiha bi vê yekê mafên xwe yên siyasî jî pêş bixe.

DÎHA (at/ft/mae)