1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çalakiyên li Îranê radîkal bûn, şîroveyên olîgarşiyê jî guherîn
Çalakiyên li Îranê radîkal bûn, şîroveyên olîgarşiyê jî guherîn,çalakiyên,li,îranê,radîkal,bûn,şîroveyên,olîgarşiyê,jî,guherîn

Çalakiyên li Îranê radîkal bûn, şîroveyên olîgarşiyê jî guherîn

Piştî ku rejîma Îranê di çalakiyên gel de gef xwar, dirûşmên xwepêşandêran jî radîkal bûn. Olîgarşiya siyasî jî ji bo van xwepêşandanan dest bi şîroveyên 'fitne' û 'karê hêzên derve' kir

A+ A-

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên gel ên li dijî xizanî, bêkarî û buhabûna jiyanê dewam dikin. Piştî ku hêzên rejîmê êrîşî xwepêşandanan kirin, dirûşmên gel jî radîkal bûn û xwepêşandêran sembolên bingehîn ên dewletê kirin hedef. Ji ber êrîşên hêzên rejîmê û gefên rayedarên dewletê, çalakiyên li dijî xizaniyê dest pê kirin veguherîn çalakiyên li dijî despotîzmê.

SLOGAN RADÎKAL BÛN

Di roja destpêkê ya çalakiyan de dirûşmên "Na ji xizaniyê re", "Mirin ji gendeliyê re", "Dest ji Sûriyeyê berde, li xizaniyê binere", "Na ji buhabûna jiyanê re", "Gel ji nêza dimire, mola bi lîstika Xwedêtiyê dilîzin" dihatin qîrîn. Xwepêşandêr êdî dirûşmên "Bimire Rûhanî", "Bimire Larîcanî", "Mirin ji dîktatoriyê re", "Bila hilweşe Komara Îslamê", "Bila girtiyên siyasî bên berdan", "Mirin ji Hîzbûllahê re" diqîrin.

DU NÊZÎKATIYÊN CUDA

Di daxuyaniyên rayedarên Îranê de bi giştî qala "hêzên derve", "fitne" û "hewl didin me parçe bikin, tevlîheviya navxweyî derxîne" tê kirin. Lê belê di daxuyaniyên alîgirê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û alîgirên otorîteya olî ya Îranê Alî Xameney de peyamên cuda tên dayin.

CÎHANGÎRÎ: NABE KU EM DI NAVA ÎNZÎWAYÊ DE BIJÎN

Alîkarê Rûhanî Îshak Cîhangîrî îdîa kir ku li pişt çalakiyan "destên veşartî" hene, lê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Îran bi îzolekirina xwe ji cîhana derve nikare li ser piyan bimîne. Cîhangîrî got, "Destên veşartî hene û îtirazên heyî tevdidin. Pirsgirêkên aboriyê dikin bahane. Lê belê di rastiyê de tiştekî cuda li pişt van bûyeran heye. Divê em wan nas bikin. Eger ev yek veguhere tevgere civakî ya ji kontrolê derketiye, her kes wê zerarê bibîne. Dûyê vî agirî wê bikeve çavê her kesî."

Di dewama axaftina xwe de Cîhangîrî işaret bi hêzên cuda yên li nava olîgarşiya dewleta Îranê kir û got, "Hinek dixwazin hêviya navbera gel û rejîmê bişikîne. Rast e, sîstema heyî ya siyasî gelekî bi pirsgirêk e. Ji bo em çareser bikin divê em hev fêhm bikin û çareseriyeke hevpar peyda bikin. Pêwendiya vê rewşê bi sîstema navneteweyî re heye. Nabe ku em welatê xwe ji cîhana derve qut bikin. Ti welat, ku Komara Îslamî jî be, bi înzîwayê nikare bijî."

MÛTEHERÎ: GARANTÎ NÎNE

Alîkarê Serokê Meclîsa Îranê Alî Mûteherî jî destnîşan kir uk garantiya dewamiya rejîma Îranê ya ji her alî ve bi dilê wan e, nîne. Mûteherî got, "Rewşa niha ya Îranê dişibe dema beriya derketina Îslamiyetê. Sê tişt hene ku gefê li Îranê dixwin: Gefên navxweyî, gendelî û parçebûna civakî."

PASDARAN: BÊHNA FITNEYÊ TÊ

Artêşa Îranê Pasdaran jî ku yekser bi Xamaney ve girêdayî ye, gef li çalakgeran xwar. Di daxuyaniya Pasdaran de hat gotin, "Hinek hene dixwazin fitneyê derxînin. Hinek bi bandora propaganda Amerîka û Îsraîlê dixwazin civakê parçe bikin. Hin sazî tedbîran nagirin. Bêhna fitneyeke nû tê. Ev gefek e. Em her tevgera dijmin tespît dikin. Di çarçoveya perspektîfa rêberê xwe de, em bi ser wan ve diçin û nahêlin ku welatê me zerarê bibîne."