Çarşemiya Sor,çarşemiya,sor

Çarşemiya Sor

Cejna Çarşemiya Sor, bi navê din Çarşemiya serê Nîsan ê

A+ A-

 

Li gorî bîr û bewerî û  kozmogoniya bawermend û cimhata êzdî, roja afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Roja destpêka aştî û aramiya siriştê ye. Gerdûn û aso dizeriqe,  zelal dibe, di wê rojê de xweza bi giştî reng û rû diguhere.

 

Nîsan e, dem bihar e. Lewra hêza xêr û xweşiyê bi serdikeve, ya şer û xerabiyê têk diçe. Di vê roja pîroz de, bi cejn û şahî ji hêza afrînêr re rêz tê girtin.

 

Her sal, çarşemiya piştî 13 Nîsanê cejn e. Li gorî salnameya kurmancî ya kevin, ev roj dibe sersal. Ango, sala nû bi vê rojê destpê dike. Ez dixwazim li vir bidim diyarkirin ku di navbera nav û demê de rewşeke mîna nakokî peyda dibe. (Mînak ev e; nav "çarşemiya serê nîsanê ye" lê belê di çarşemiya siyemîn de tê pîrozkirin. Û ev carnan dibe 20 nîsanê.) Helbet gelek miletên rojhilatî (Wek Pers, Hindistanî, Afgan) û yên Ewrûpî jî vê rojê bi heman wateyê lê bi şêwazên cûr be cûr pîroz dikin. Lê dikare were gotin kû ev pîrozbahî, li kîjan parzemînê dibin û çi milet pîroz dikin bila bikin, tev bi armanca xelasbûna ji rojên zivistanê yên dijwar û sarin, û ji bona pêşwaziya biharê ye.

 

Cimhata êzdî vê rojê çawa pêşwazî û pîroz dikin

 

Heftiyakê beriya cejnê, lazime hemû cilûberg û nivîn werin şûştin. Mal, hewş û xanî werin malistin û pakkirin. Divê ti tiştekî nepak li derûdoran nemîne. Dakû hêza afrînêr ji wan aciz nebe.

 

 

Jin çend roj pêş de bi kêf û hezkirin kulînçe, kilor û kadeyan amade dikin. Lê ya herî girîng, hêkin. Hêk tên kelandin û pişt re bi gelek babetên rengan têne rengkirin. (Ezê sedemên vê li jêr binivisînim) Bi boneya cejnê divê her malek ajalekê serjêbike. Yên ku jê diqedin, yeke çar ling û yên feqîr jî, bi kêmanî yeke du linig, serjêbikin. Ev xwarin, rojekê pêşde tên amadekirin. 

 

Roja cejnê her kes kincên xwe yên nû û paqij li xwe dikin, xwarinên ku amade kirine dibin û bi hev re diherin geşt û seyranê. Li çolê der, cîran, meriv û nas, hemû xwarinan li cihekî kom dikin. Destpêkê, yên ku ji ber sedemên cûda dilê wan ji hev mane hev dibexşînin, hev himêz dikin û rûdinên li ser sivreyekê xwarina sersalê bi hev re dixwûn. Di heman demê de, vê rûdanê, di navbera ji hevxeyidiyan de dikin wek destpêka pêkve jiyaneke nû. Her wisa jî, di vê rojê de rûpelekî nû vedikin di jiyana xwe de. Pişt re li ber awaza bilûr, def û erbaneyan govendê digrin. Radibin reqs û semayê, dîlan dikin hetanî ku diwestin, bêhal û mest dibin.

 

Ji bilî van, her maleke êzdî heftiyekê pêş de aleyên sor bi ser mal û xaniyên xwe ve dikin. Ji çol û beyaran kulîlkên rengo rengo yên xwşik û bêhn emberî berhev dikin, axa sor a paqij a berkendalan tînin. Kulîlkan dikin weke çember û hêlînan, axê dixin bin û hêka tê de bi cih dikin û bi ber deriyê xwe ve dikin. Ev jî ji bona rojbûyina Melekê melekan Tawisî Melek û cebirandina avê ye. Xaleke din a girîng, ku lazime were gotin ew jî ev ; meha Nîsanê di kozmogoniya bawermendên Êzdî de meheke pîroz e. Di vê mehê de zewac ji bo Êzdiyan guneh e. Ji ber ku Nîsan bi xwe wek bûka salê tê hesibandin, çênabe ku hineke din di vê mehê de xwe bixemilînin û bibin bûk. Afrînerê bereketê û yê heyva Bîsanê dê ji wan bixeyide.

 

Pîrozbayiyên herî girîng li Lalişa Nûranî pêk tên. Li wê derê Bavê şêx li gel desteya xwe ya oldaran (Ku tev bi kulik û xerqene) li dîwana xwe rûdinên û pêşwaziya milet dikin.

 

Şîrove û kozmogoniya alim û zanayên Êzdiyan li ser vê rojê weha ye:

 

Çarşemiya sor;

1-roja afirandina Tawisî meleke ji hêla Ezdan ve.

2-Roja cebirandina avê ye ku di vê rojê de xweza hatiye pê.

3- Piştî cebirandina avê bi çilhezar salî hîna ji nûve di vê rojê de xwezaya ku ji avê hatibû pê, bi keskbûna dar, devî, pel, pincar û enwahî babet giya ve reng girtiye. 4- Di vê rojê de xêr û bereket ketiye axê, lewma ax wek dayik û pîroz dê dîtin.

5- Xweza weke hêkê ye. Lewma bi boneya vê rojê hêk tê kelandin ew tê wateye cebiranidina avê, ku xweza jê hatibû pê. Pişt re hêka kelandî tê rengkirin ew jî tê wateya rengvedana xwezayê.

 

Wer diyar dibe ku hemû mebest, armanc û şîroveyên di derbarê vê rojê de, diherin heman çavkaniyê. Ango bingeha xwe ji sedemên hevbeş werdigirin. Ew jî ev e: Hatina biharê, xelasbûna ji rojên tarî, zalim û dijwar e. Bihar, serhildan e, berxwedan û vejîn e li hember zivistanê. Lewra zivstanên bê rahm, yên hişkezûha gelek zirarên mezin dane gelan. Di dîroka qedîm de, ji kêm derfetiyê, sermayên dijwar û nebûna qût, dihîşt ku mirov helak û bêzar bibin. Eger mirov ji zivistanê filitî û giyaşt meha nîsanê êdî azad e. Lewma jî, ji ber van sedemên girîng, çarşemiya sor cejneke gelan a navnetewiye, a azadî, bi hevre jiyankirin û wekheviyê ya hevbeş e.

 

Bira ev roja li hemû mirovayiya pêşverû pîroz be!

 

İbrahim Osman

[email protected]


Bêjeyên Miftehî