1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çend ji fermanên li civaka Êzidî rabûn
Çend ji fermanên li civaka Êzidî rabûn,çend,ji,fermanên,li,civaka,êzidî,rabûn

Çend ji fermanên li civaka Êzidî rabûn

Şêwazê kuştina Êzîdiyan di rastiyê de heta vê serdemê tê

A+ A-

 

3’ê Tebaxa 2014’an qirrkirina ku wek fermana 74’emîn tê terîfkirin di rastiyê de ji aliyê hêzên desthilatdar ên jirêderketî ve hatine kirin ku Êzîdîtiyê wek ol qebûl nakin, wek derveyî ol dîtine û kirin hedef.

Her çi qasî bi êş jî be em diyar bikin ku di gelek fermanên li hemberî Êzîdiyan de mirov hêzên serwer ên Kurdên Sûnî dikare bibîne. Dîsa em destnîşan bikin ku li hemberî Êzîdiyan tinekirina herî berfireh û sîstematîk jî Osmaniyan pêk aniye.

FERMANÊN LI ÊZIDIYAN RABÛN

Fermanên li hember Êzîdiyan pêk hatine, mirov li vir yek bi yek rêz bike, tevî ku ev ê tiştên rû dayî li ber çavan raxe, êşên rû dayî kêm be jî wê veguhezîne roja me ya îro, mimkun e ku empatiyê jî biafirîne. Em li jêr weke kronolojiyekê berê xwe bidin van fermanan:

906: Waliyê Mûsilê Hamadanî hezar malbatên Êzîdî yên Îslamiyet qebûl nekirin, qetil kirin.

980: Hêzên desthilatdar ên li Mûsilê êrişî Kurdên nemisilman ên li Colemêrgê kirin. Kurdên nemisilman yan bi daran ve hatine daliqandin yan jî serê wan hatiye birrîn û kirine qazoxan.

1107: Nêzî 500 hezar kes ji aliyê artêşên Îslamê ve hatine qetilkirin.

1245: Moxolî ketine Şehrezorê, bajar hilweşandine û bi hezaran Êzîdî qetil kirine.

1254: Begê Mûsilê, Bedreddîn Lûlû, êrîşî herêma Şêxan kiriye û bi hezaran Êzîdî qetil kirine.

1221: Şêx Hesen hat revandin û bidarvekirin. Dema Êzîdiyan xwe spart herêmên çiyayî, cihên wan ên pîroz hatin wêrankirin.

1415: Êzîdî ji aliyê Misilmanên derdorê ve hatin qetilkirin.

1640-41: Artêşeke ji 70 hezar kesî di bin fermandariya Melik Paşa yê Waliyê Amedê yê Dewleta Osmanî de, êrişî Şengalê kir û li dijî Êzîdiyan komkujî kir.

1647-48: Artêşa di bin emrê Waliyê Wanê yê Osmaniyan de êrişî Şêxan kir û li dijî Êzîdiyan komkujî kir. Şêx Mîrza esîr hat girtin û hat bidarvekirin.

1715: Waliyê Bexdayê yê dewleta Osmanî, Hesen Paşa êrişî Şengalê kir, Êzîdî qetil kirin û rêveberiya herêmê da Erebên Bedewî.

1733-34: Paşayê Osmaniyan, Ehmed Paşa li hemberî Êzîdiyên li herêma Şengalê komkujî kir.

1752-53: Hêzên di bin fermandariya paşayê Osmanî Silêman Paşa de êrişî Şengalê kir, gelek Êzîdî qetil kirin. Hêzên Osmanî yên gund û cihên pîroz ên Êzîdiyan texrîb kirin, nêzî 2 salan li Şengalê man.

1767-68: Emîn Paşa yê Waliyê Mûsilê yê Osmaniyan, artêşek da ber fermana kurê xwe, li Şengalê komkujî pêk anî.

1770-71: Dema Emîrê Şêxan, Bedag li hember rêveberiya Osmaniyan li ber xwe da, li Şêxan komkujî hat kirin.

1773-74: Waliyê Mûsilê Emîn Paşa, herêma Şengalê xera kir, hilweşand û komkujî hat kirin.

1779: Vê carê birayê heman waliyî êrişî Şengalê kir û gelek Êzîdî qetil kirin.

1785: Waliyê Mûsilê yê Osmaniyan Ebd El Baqî êrişî Êzîdiyên li Denenedî yê li Rojhilatê çemê Dîcle kir.

1786-87: Emîrê Şêxan Çolo, li hember Waliyê Amediyê li ber xwe da, dema Çolo di berxwedanê de têk çû, Êzîdî rastî komkujiyê hatin.

1789-90: Eşîra Tayy a Erebên Bedewî, êrişî Şengalê kir û komkujî pêk anî.

1790-92: Eşira Tayy êrişî herêma Şengalê kir.

1792-93: Waliyê Mûsilê Muhammed, 8 gundên Êzîdî yên li herêma Şengalê wêran kirin.

1793-94: Waliyê Mûsilê Muhammed careke din êrişî Şengal û Mîhîrîkan kir.

1794-95: Hêzên bi emrê Silêman Paşa ji Bexdayê hatin şandin, herêma Şengalê hilweşandin û talan kirin.

1799-1800: Ebd el Ezîz Tayy ê ji Bexdayê hat şandin tevî Bedewiyên xwe bi alîkariya eşîrên Ereb ên weke Obeyd û Hamdan li Şêxan 25 gundên Êzîdiyan şewitandin û ew gund wêran kirin.

1802-1803: Waliyê Mûsilê Elî Paşa êrişî Şengalê kir. Di vê dorpêç û êrişa bi mehan dewam kirî de bi dehan Êzîdî hatin qetilkirin, erdên wan ên çandî hatin texrîbkirin.

1809-1810: Waliyê Bexdayê Silêman Qatil bi hêza efser Husên Dublayîn êrişî Şengalê kir, Balad, Şengal, Mîhîrkan û gelek gundên li Bakur talan kirin, komkujiyeke mezin li dijî Êzîdiyan kir.

1832: Bedirxan Begê êrişî herêma Şêxan kir (Hingê ne mîr bû). Elî Beg esîr hat girtin û bi êşkenceyê hat qetilkirin. Gelek Êzîdî hatin qetilkirin. Li nêzî ava Dîcle rêya Êzîdiyên ji Şêxan direviyan çiyayê Şengalê hat girtin û hatin qetilkirin. Bedîrxan Begê piştî 12 salan vê carê jî êrişî Êzîdiyên Torê kir û Misilmantî li ser wan ferz kir.

1832-33: Mîr Muhammed Rewanduzî êrişî Êzîdiyên li herêma Akrê kir. Paşê sala 1834’an êrişî herêma Şengalê kir û komkujî pêk anî û Mîr Elî Beg ê misilmantî qebûl nekir, bi êşkenceyê qetil kir.

1836: Waliyê Amedê Reşîd Paşa bi artêşeke 40 hezar kesî ku Kurdên Misilman jî di nav wan de bûn, li hemberî Êzîdiyên li Rojhilatê Amedê û yên li Xerzanê êriş pêk anî. Li dû wê êrişî Cizîrê, Telafer û Şengalê kir. Di wan êrîşan de bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, bi sedan esîr hatin girtin û weke koleyan hatin xebitandin.

1838: Vê carê Hafiz Paşayê hat şûna Reşîd Paşa bi armanca bidestxistina Şengalê êriş kir. Zilam û xortên Êzîdiyan hatin qetilkirin, jin û zarokên wan esîr hatin girtin û birin Amedê.

1846: Waliyê Mûsilê Tayyar Paşa Cotmehê êrişek bir ser Şengalê, gelek gund şewitandin.

1853-56: Di dema şerê Osmanî-Qirim de Yezdan Şer ê xwarziyê Bedirxan  beg ku serhildan da destpêkirin, Êzîdiyên li Sêrt û Serhedê piştgirî danê. Ji wan Êzîdiyan bi sedan kes hatin qetilkirin, pirraniya wan bi qebûlkirina Misilmantiyê, canê xwe xelas kir.

1856: Êzîdiyên bi hin eşîrên li herêma Çiyayê Dêrsimê re li hember serweriya Osmanî serî rakirin, piştî serhildan bi ser neket, bi Kurdên Dêrsimê re rastî komkujiyê hatin.

1872: Waliyê Bexdayê Mithat Paşa ji bo Êzîdî eskeriyê ji dewleta Osmanî re bikin, biryarek derxist. Êzîdiyên li Başûrê Kurdistanê li hember vê biryarê derketin. Rêveberiya Bexdayê ev weke îsyanekê dît, êriş bire ser Şêxan, gundên Êzîdiyan hilweşandin.

1877: Dema li hemberî Êzîdiyên li Amed û Xerzanê êrişeke nû pêk hat, 3 hezar Êzîdiyên di bin berpirsyariya Elî Begê de koç kirin û li Alexsandropolê bi cih bûn.

1879: Eşîra Sîpka ya di bin berpirsyartiya Emer Axa de sirgûnî Qersê hat kirin. Hejmara sirgûnkiriyan di nîvê Şerê Yekemîn ê Cîhanê sala 1916’an de zêde bûye û gihiştiye 40 hezarî.

1890: Li hemberî Êzîdiyên Başûrê Kurdistanê yên li dijî polîtîkayên zext û zilmê yên Osmanî disekinîn, tevgereke îmhayê hat lidarxistin. Bi sedan Êzîdî hatin qetilkirin, bi sedan malbat neçar man koçber bibin.

1892: General Emer Wehbî Paşa, biryarek derxist ku hewce ye Êzîdî hemû yan bibin misilman yan jî oleke ku di Quranê de heq e, hilbijêrin û bi vî awayî zemîna komkujiyeke nû li hember Êzîdiyan amade kir. Li hember Şêxan û Şengalê êrîş hatin lidarxistin. Li dû van komkujiyan 14 hezar Êzîdî neçar man Misilmantiyê qebûl bikin. Alavên wan ên pîroz birin Mûsilê. Yekîneyên girêdayî Emer Wehbî Paşa êrîşî Laleşa li Şêxan kirin, cihên pîroz û gorên li wir texrîb kirin. Tevî senceqa Êzîdiyan a li Laleşê dest danîn ser gelek alavên pîroz ên olî û dîrokî û birin Mûsilê. Li aliyê din li Laleşa cihê pîroz ê Êzîdiyan, medreseyên Îslamî hatin vekirin. Îbadetên Êzîdiyan û peyva Êzîdî hat qedexekirin.

Piştî van komkujiyan 14 hezar Êzidî neçar man ku Misilmantiyê qebûl bikin. Eşyayên wan ên pîroz birin Mûsilê. Yekîneyên ser bi Omer Vehbî Paşa êrîş birin ser Laleş a li Şêxan û xisar dan cihên pîroz û goristanan. Senceqa Êzidiyan a li Laleşê jî di nav de gelek eşyayên pîroz ên dîrokî û nirxên olî hatin desteserkirin û birin Mûsilê. Wekî din, li Laleşê ku cihê pîroz ê Êzidiyan e, medreseyên Îslamê hatin vekirin, îbadetên Êzidiyan û gotina Êzidî hatin qedexekirin.

Senceq (Nîşaneya Tawizî Melek) a ku birin Mûsilê, piştre general Omer Vehbî Paşa bir Stenbolê. Ji neviyên general Omer Vehbî Paşa Tahîr Ozçelîk 18'ê Cotmeha 1967'an li muzayedeyê ev senceq pêşkêşî firotinê kir. Wê wextê dewleta Iraqê got, "Ev berhema dîrokî ya me ye" û protesto kir.

1911: Osmaniyan bi destê General Farûq Paşa li dijî Êzîdî, Ermenî, Nastûrî û Qizilbaşan komkujî kir.

1914-18: Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de dema komkujiya li hember Ermeniyan hat destpêkirin, 20 hezar Ermenî ji komkujiyê reviyan û xwe spartin Êzîdiyên li Şengalê. Ji ber Êzîdiyan ev Ermenî radestî eskerên Osmanî nekirin, artêşa Osmanî Sibata 1918’an bi eşîrên Bedewî yên Ereb û eşîrên Kurd ên Misilman re êrîşî Şengalê kir û komkujiyeke nû kir.

1918: Êzidiyên ku ji ber komkujiyên dewleta Osmanî reviyan û xwe li Ermenîstanê girtin, li wir jî bûn hedefa êrîşan.

1940: Eskerên artêşa Tirk bi ser gundê Kiwexe yê ser bi Hezexê, 29 Êzîdî kirin şikeftekê û ew zindî şewitandin.

2007: Di Tebaxê de di komkujiya li Siba Şêx Xidir û Tilezer de li gorî hejmarêm fermî qederê 500 Êzîdî hatin qetilkirin.

2014: 3’yê Tebaxê bi destpêkirina êrişên DAIŞ’ê û vekişîna hêzên PDK´ê, Êzîdî rastî komkujiyê hatin. Bi hezaran ji wan hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin û li bazaran wek kole hatin firotin. Bi sedhezaran Êzîdî neçar man Şengalê bi cih bihêlin. Ev qirrkirina ku wek Fermana 74. hat terîfkirin di asta fermanan de ya herî mezin e ku hatiye serê Êzîdiyan. (Zarokên Rojê Ezîdî, Mehmet Ozcan)

Mehrdad Îzady îdîa dike ku Kurd berî 150-200 salî bi giranî Êzidî bûn, lê belê ji ber komkjî û qirkirina di du sedsalên dawî de bi zorê bûn Misilman û bi sirgûnkirinê re hatin tasfiyekirin. Li jorê tenê çend ji fermanên li Êzidiyan rabûn hatine eşkerekirin. Ev çend mînak jî nîşan didin ku îdîaya Mehrdad Îzady nêzî rastiyê ye.