1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê hilbijartî nebû belkî tiştekî mecbûrî bû!
Êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê hilbijartî nebû belkî tiştekî mecbûrî bû!,êrîşa,tirkiyeyê,li,ser,efrînê,hilbijartî,nebû,belkî,tiştekî,mecbûrî,bû

Êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê hilbijartî nebû belkî tiştekî mecbûrî bû!

A+ A-


Jibo gelek kesan ev pirs heye 

Nabe ku Tirkiye ji hêza fikirî û rewabûna siyasî û berxwedaniya leşkerî ya Kurda bêagah be, lê çima ev şaşî kir ku êrîşî Efrînê bike?!

Pirsgirêka bingehîn ya vê pirsê ew e ku bal nakişîne li ser vê ku êrîşkirina li ser Efrînê û hewldan jibo têkbirina Rojava jibo Tirkiyeyê tiştekî vebijartî nebû belkî tenê riya mayînde ya

Tirkiyeyê bû yanî bi vî awayî dixwaze xwe bi cîhanê bide naskirin ku qaşoka hêjî em bêtesîr nînin!

Sedemên êrîşên rejîma Tirkiyeyê li ser Efrînê:

1-Projeya bihara Erebî jibo Tirkiyeyê bi tevahî ji holê rabûye.

2-berdêla Tirkiyeyê jibo bihara Erebî yanî pirojeya DAIŞ'ê jî hatiye têk birin û bi dawî dibe.

3- Tirkiyeyê pêbaweriya sê qowetên sereke yên cîhanê yanî Amerîka, Ewropa û Rusyayê ji dest daye û bi giştî tu yek ji wan peywendiyeke wan bibandor bi Tirkiyeyê re tuneye û eger jî hebe tenê lêb û fêlên taktîkî û kurtdemî ne xeynî wê tu nirxeke Tirkiyê ba wan tuneye.

4-Di asta herêmî de jî ,hem pirojeya Suryeyê têk çûye û hem jî Erebistana Siûdî rêveberiya civaka sunîyan ya cîhanî girtiye destê xwe û paşayê Siudî tu tiştekî Tirkiyeyê re qayil nîne.

5-ji şer û alozîyên li Suryeyê, Biheşta Rojava jibo Kurdan serî rakir ku bû kabûseke heta hetê jibo Tirkiyeyê, bi awayekî ku niha li zanîngehên Ewrûpa behsa bihara demokratîk a kurda tê kirin.

 

6-Îsrara Rûsya û Amerîka li ser federalîzma Suryeyê û misogerkirina mafên Kurdan di pêşeroja Suriyeyê de ji aliyê îdeolojî ango bîrdozî jibo Tirkiyeyê şikesteke mezin e û ev rêbaza han dikare rêxistina kurdî li hundirê Tirkiyeyê jî xurt bike.

7-ji hemûyan girîngtir ew e ku dest gihîştina Kurda bi behra spî dikare girîngiya jeopolîtîk û 
aborî ya Tirkiyeyê ji holê rake û êdî ev welat nikare bibe pireya peywendiyên di navbera Asiya û Ewrûpayê.

8-li gor heft xalên jorê, Dewleta Tirk ku tu carî jibo çareserkirina alozî û pirsgirêkên civakî û siyasî li ser xalên demokratîze nefikiriye.

Îsrara wan li ser dagirkirina Efrînê û têkbirina Rojava ku serketina wan durî aqilan ne, tenê rê jibo tezmînatkirina wan şikistên ku amaje pê hate kirin, dizanin.

Lêbelê herdem dawîtirîn rê, kêmtir li ser tê fikirîn yanî êdî jiber neçariyê hewl didin ku Rojava dagir bikin taku têk neçin û bêaqilî û hovîtiya wan jibo tevahiya cîhanê eşkere bûye, lêbelê jîbîr nekin ku Efrîn yê bibe goristana Erdogan û leşkerên wî.

Gotarên karnasê siyasî: Hêmin Seyêdî
Wergêr: Yaqûb Kurmanc

#save_afrin_from_turkish_terrorism
#save_afrin
#NoFlyZoneAfrin
#TurkeyHandsOffAfrin

#efrîn_ne_bi_tenê_ye
#afrin_is_not_alone 
#NoFlyZone4Afrin
#عفرین_تنها_نیست 
#عفرین #efrîn #Afrin
#صلح #آرامش #زیتون #حمایت #مقاومت