1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Êrîşên li dijî hebûna Kurdan
Êrîşên li dijî hebûna Kurdan,êrîşên,li,dijî,hebûna,kurdan

Êrîşên li dijî hebûna Kurdan

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, di gotara xwe de ku ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re nivîsand, ev nirxandin kir

A+ A-

Dewleta Tirk, senaryoya xwe ya Cerablûsê vê carê li Îdlibê dubare dike. Tirkiye beriya niha bi navê 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kete nava Cerablûsê û xwe berda heta Babê. Sînorê ku li pêşiya wan hatibû danîn, heta 20 kîlometreyî bû. Lê belê bi 40 kîlometreyan xwe berda jêrê û gihîşt Babê. Li pêş çavên her kesî axa Sûriyeyê dagir kir.

Îro jî bi navê 'têkoşîna li dijî Nûsrayê' dikeve nava Îdlibê. Lê belê hemû daxuyaniyên xwe nîşan dide ku dixwaze êrîşî Efrînê bike û Efrînê kontrol bike. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî dixwaze Efrînê dagir bike. Planên Tirkiyeyê planên dagirkeriyê ne û di bin navê 'ewlekariya welatê' min de ewlekarî û serweriya welatekî din binpê dike, welatekî din dike dojeh.

Yên ku ji vî alî ve lê binerin, dibe ku bifikirin ku ev planên Tirkiyeyê bi ser ketine û gihîştine armanca xwe. Lê belê ji ber wan windahî û têkçûnên li ser hev dijî, van êrîşan dike. Çend ciwanan derdixîne meydana Îdlibê, ala Tirkan dide destê wan û dibêje 'Gelê Îdlibê bi kêfxweşî Tirkiyeyê pêşwazî dike'. Ji ber bêçaretiya mirovên li wê derê, dibe ku hin kes bi vî rengî tevbigere. Lê belê tecrûbeyên wan ên li Cerablûs û Babê li pêş çavan e, çetekariya wan a li wê derê ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Li Îdlibê jî, piştî El Nûsra wê derkeve holê bê ew çeteyeke çawa ye. Ev plan bi darê zorê tê kirin û armanca dagirkirina Îdlibê ye. Îran û Tirkiye li hev civiyan û êrîşa li dijî Kerkûkê jî di çarçoveya vê peymanê de hate kirin.

Rêveberiya Iraqê dikarîbû hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bikira. Lê belê di demeke bi vî rengî de çima eniyeke din a şer vekir? Tirkiye û Îran di çarçoveya heman planê de tevdigerin. Di destpêkê de li pişt perdeyê piştgirî dan avabûna 'dewleta Kurd'. Piştre xwe veişandin û rê li ber rewşeke bi vî rengî vekirin. Ew li bendê bûn ku mesele bigihêje vê astê. Lê belê, gelo ev şer wê di vê astê de bimîne?

Îran bi destê Heşdî El Şaab karekî gelekî nebaş li Sûriyeyê dike. Li Dêra Zorê ev cara 3'an e ku bombeyan li ser hêzên QSD'ê dibarîne, topan diavêje. Her ku QSD li dijî DAIŞ'ê serketinên mezin û xur bi dest dixe, îran bi rêya hêzên Şaab û bi devê rejîma Sûriyeyê gefê li QSD'ê dixwe. Yanî li Dêra Zorê, Îran êrîşî hêzên Kurd û QSD'ê dike, bombeyan li wan dibarîne. Li Îdlibê jî Tirkiye bombeyan li Efrînê dibarîne. Ev yek, parçeyek ji planên dagirkerî û paşverû yên van hêzan e.

Pêngava rizgarkirina Reqayê gihîşt asta dawiyê. Heta niha bi seda şehîd hatin dayin, bi sedan hevalên me xazî bûn. Li bajêr hilweşîneke mezin çêbû. Lê belê gelê Reqayê piştî 5 salan, yekemcar tehma azadiyê kir. Rizgaririna Reqayê, hilweşîna paytexta DAIŞ'ê tê wateya rizgariya mirovahiyê ji terorîzmê. Yanî bi rizgarkirina Reqayê re ne tenê gelê Reqayê rizgar dibe, her wiha cîhan ji xeteriya mirinê rizgar dibe. QSD di vir de ji bo çareserkirina vê pirsgirêka cîhanê bi risteke mezin rabû. Ji ber vê yekê cihê xwe di nava hêzên li cîhanê li dijî terorîzmê şer dike cih girt û ji niha û pê ve jî heq e ku vî cihê xwe biparêze.

Wekî din, xebatên avakirina Sûriyeya Demokratîk gav bi gav tê meşandin. Di vê mijara gelekî girîng de valahî tên dagirtin, bersiv ji pêdiviyên gel re tê dayin û bajar tên ewlekirin. Bandorê li ser sîstema giştî jî dike. Ji ber vê yekê, rêveberiyên hatine avakirin gelekî girîng in. Yanî rizgarkirina bajarekî yan jî herêmekê, tenê nîvê çareseriyê ye. Avakirina rêveberiya rast, temamiya çareseriyê ye. Pêwîste cîhan jî vê rewşê bibîne, destekê bide û xurt bike. Ev rêveberî çiqasî werin xurtkirin, wê destketî garantî û mayinde bibin.

Hêzên ku bi fobî û dijminatiya li Kurdan tevdigerin, di esasê xwe de dijminatiyê li rêveberiya xweser dikin. Ji ber vê yekê, avabûna vê rêveberiyê, bûyîna xwedî vîn, wê pêşî li van bigire û dostên nû biafirîne. Têkiliyên dostaniyê yên xwe dispêrin rêzdariyê wê mayinde bibin. Hêzên statukoparêz ên li pêşiya pêşketinên nû asteng in, tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin.

Em dibêjin, serdema van hêzan hate girtin, mîadê wan qediya. Ya wê xwe biguherînin ya jî wê ji holê rabin. Yên vîna gel esas digirin wê bi ser bikevin. Ji bilî vê yekê bi zor û şîdetê ti pirsgirêk çareser nabe. Dibe ku bi çavtirsandina hin Kurdan bixwazin gavê paşde bidin avêtin, lê belê mesele ne ebe. Mesele rûmeta gelekî ye. Eger ev rûmet bê binpêkirin, çi ji destê wî gelî bê wê bike.

ANF