1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÎHD: 448 sivîl bi rengekî bê daraz hatin kuştin!
ÎHD: 448 sivîl bi rengekî bê daraz hatin kuştin!,îhd,448,sivîl,bi,rengekî,bê,daraz,hatin,kuştin

ÎHD: 448 sivîl bi rengekî bê daraz hatin kuştin!

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, rapora "atmosfera şer" eşkere kir. Li gorî raporê, 771 polîs û leşker hatin kuştin û 448 welatiyên sivîl bi rengekî bê daraz hatine kuştin

A+ A-

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan di nava atmosfera şer de, rapora ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heta 24'ê Tîrmeha 2017'an eşkere kir.

Beriya eşkerekirina raporê, Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî li civîna çapemeniyê axivî û destnîşan kir, ku li holê rewşeke tirsnak heye û bîlançoya 2 salan a şerê li Kurdistanê gelekî giran e.

Bîlîcî destnîşan kir, ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê neqedin û got, "Ya ku rê li ber darbeyan vedike jî meseleya Kurd e. Eger meseleya Kurd çareser bûya, hewldana darbeyê jî rû nedida." Bîlîcî anî ziman, ji ber ku Tirkiye meseleya Kurd çareser nake, ji hiqûqa gerdûnî dûr dikeve.

Li gorî rapora ÎHD'ê ya li ser 2 salên dawî yên şerê li Kurdistanê û Tirkiyeyê;

Di şer de 425 leşker, 202 polîs û 43 cerdevanan mirin. 956 leşker, 634 polîs û 78 cerdevan jî birîndar bûn.

Hezar û 48 HPG'yî, 243 endamên YPS/YPS Jinê, 9 endamên TAK'ê jiyana xwe ji dest dan û 23 HPG'yî birîndar bûn.

53 welatiyên sivîl ên di nava şer de man, jiyana xwe ji dest dan, 80 sivîl jî birîndar bûn.

Ji ber înfazên ji aliyê leşker, polîs û cerdevanan hatin kirin 448 kesan jiyana xwe ji dest dan, 379 kes jî birîndar bûn.