1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Û REQA HATE RIZGARKIRIN
Û REQA HATE RIZGARKIRIN,û,reqa,hate,rizgarkirin

Û REQA HATE RIZGARKIRIN

Hêzên QSD'ê, Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Bajar bi temamî di kontrola hêzên QSD'ê de ye

A+ A-

Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) roja 6'ê Hezîranê dan destpêkirin, bajar îro bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Temamiya bajêr di kontrola hêzên QSD'ê de ye.

Beriya bi du rojan, bi navê Ednan Ebû Emced operasyona dawî ya pêngavê hatibû destpêkirin û beşek ji çeteyên li bajêr mayî xwe radestî hêzên QSD'ê kirin. Hemû çeteyên li ber xwe dan jî hatin kuştin û bajar bi temamî ji DAIŞ'ê hate paqijkirin.

Çav li rê yê ku QSD li ser mijarê daxuyaniyeke fermî bide.


Bêjeyên Miftehî